Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Karayilan: Li dijî êrîşan divê rêxistiniya xweparastinê were kirin

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê li dijî êrîşa artêşa tirk a li ser Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen helwest nîşan da û got ku divê gelê kurd û gelên herêmê li dijî êrîşan sîxurên nav xwe paqij bikin û rêxistiniya xweparastinî bikin

Navenda Nûçeyan |

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan hevpeyvîneke taybet da radyoya Dengê Welat, li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên tirk ên li ser Şengalê axivî.

Karayilan diyar kir pergala li Îmraliyê bûye pergaleke ku li hemû Tirkiyeyê tê rêvebirin û got ku di desthilata faşîst a AKP-MHP’ê de exlaq, pîvan nînin.

Karayilan suikasta li ser Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen weke ‘êrîşeke terorîst’ a tirk pênase kir û da zanîn ku dê hesabê vê were dîtin û xwîna şehîdên Kurdistanê li erde namîne

Karayilan her wiha diyar kir PKK her carê wê destekê bide gelê êzidî.

Tevahiya axaftina Karayilan a di radyoya Dengê Welat de wiha ye:

  • Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî didome. Derheqê pergal Îmraliyê û tecrîda domdar fikra we çi ye?

Îro li Kurdistanê li ser gelê me û gelên Tirkiyeyê siyaseta şerê taybet a faşîst heye. Dixwazin siyaseta qirkirinê li ser gelê kurd ferz bikin. Rastiya vî şerî herî xweş bi pergala Îmraliyê dikare were fêhmkirin. Ango pergala Imraliyê ne tecrîdeke jirêzê ye. Pergala Imraliyê pergala şerê psikolojik e ku teslîmkirin û qirkirin daye ber xwe. Heke mirov bala xwe bide ser pergala ku li wir tê rêvebriin gav bi gav li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê tê berbelav kirin, ji wir jî li hemû Kurdistanê û Tirkiyeyê tê berbelavkirin û bicihanîn. Ango ev pergal bûye pergaleke ku li hemû Tirkiyryê tê danîn. Bêguman di vê de mirov nikare behsa hiqûqê bike, ne hiqûqa Tirkiyryê û ne jî gerdûnî nîne. Exlaq tune. Tu pîvan nînin. Kêfî ye, zext e û teslîmgirtin e. Siyaseta ku tê kirin ev e.

Bi qasî ku tê xuyakirin siyaseta demokratîk a li Tirkiye û Kurdistanê jî ev rastî ditiye. Ji ber vê, van demên dawî nûnerên siyaseta demokratîk daxuyanî didin û dixwazin tecrîd rabe. Ji ber ku wan jî dîtiye heta ku tecrîd domdar be, li Tirkiyeyê demokrasî geş nabe, hiqûq bi cih nayê û aramî nabe. Her kes vê rastiyê dibine. Ji ber vê jî li Tirkiye çi kesê dilxwazê demokrasî û mafê mirovan her wiha kesên ku dixwazin hiqûq bi cih were divê beriya her tiştî li dijî pergala Îmraliyê rabe. Heke pergala Îmraliyê neyê parçekirin û ji holê neyê rakirin Tirkiye wê li ber siya vê pergalê bimîne. Di rewşeke wiha de demokrasî û aramî nayê Tirkiyeyê. Ji ber ku ev pergal dijminê kurdan e, pergala şerê taybet e û qirkirin daye ber xwe. Ji ber vê jî divê her kes li dijî vê derkeve.

Ev 269 roj in ku li zindanan hevrêyên me di greva birçîbûnê de ne. Her wiha li Mexmûr û Lavrîonê berxwedan heye, greva birçîbûnê didome. Van berxwedanan silav dikim. Berxwedaniya wan hêja ye. Niha li Kurdistanê şer heye û carinan hin tişt bi germî dibin rojev. Lê divê em ji bîr nekin li pişt van hemû tiştan pergala Îmraliyê heye. Ango heke em dixwazin pêşî li siyaseta qirker û faşîst a tirk bigirin divê em li dijî Pergal Îşkenceyê ya Îmraliyê têbikoşin. Bi vê çarçoweya têkoşîna niha didome bimane ye lê kêm e. Li welêt li derveyî welêt gelê me, dilxwazên demokasiyê li dijî vê pergalê divê bêhtir bi berpirsyarî rabin û bi rêbazên cuda têkoşînê geş bikin. Ji ber ku têkoşîna li dijî tecrîda Îmralî û daxwaza azadkirina Rêber Apo her wiha azadbûna gelan û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.

  • 17-18’ê Tebaxê du êrîş li ser Şengalê pêk hatin. Di êrîşan de ku navenda bajêr û nexweşxana bû hedef Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, 5 şervanên YBŞ’ê û 4 sivîl şehîd bûn. Dewleta tirk bi van êrîşan çi armanc dike? Divê mirov ji van êrîşan çi fêhm bike?

Beriya her tiştî mirovê hêja, fermandarê birûmet û pêşengê Şengalê hevrê Seîd Hesen û di şexsê wî hemû şoreşgerên ku bi êrîşên mêtingeriya tirk şehîd bûne bi bîr tînim. Ew şehîdên şoreşa Kurdistanê, şehîdên azadî û demokrasiyê ne. Her wiha sersaxiyê didim malbatên hêja yên şehîdên me, sersaxiyê didim gelê Şengalê yê êzîdî, sunî û ereb. Ev êrîşa dijmin nikare were qebûlkirin. Ev êrîşeke bêexlaq û alçaxî ye. Ev êrîş êrîşeke terorîstî ya dewleta tirk e. Ez vê êrîşê bi tundî şermezar dikim. Ev êrîşa li ser nexweşanê, li ser mirovên me yên ku ne di nav şer de ne, binpêkirina yasayên navneteweyî ne. Bêguman ev sûc e. Dewleta tirk bi van gavên terorîstî li dijî yasayên navneteweyî sûc kiriye. Lê em dizanin ku ev êrîş wiha li cem wan namîne. Xwîna şehîdên Kurdistanê li erdê namîne.

Seîd Hesen bi ked û hewldaneke mezin pêşengiya gelê xwe dikir. Li qadên siyasî, dîplomatîk û leşkerî li dijî neheqiyê têkoşiyaye, ji bo gelê me yê êzidî yê li Şengalê biparêze, bi salan xizmet ji gel re kiriye. Ew pêşengê gelê Şengalê ye. 2014’an li dijî fermanê bi rola mezin mezin rabûye û ye ji 3-4 kesan e ku têkoşiyaye. 12 şoreşgeren ku di çaxê xwe de çûbûn Şengalê bi Seîd Hesen karîbûn li wir bi cih bibin. Yê ku destek dayî wan û rê nîşan dayî Seîd Hesen e. Her wiha dema ku tevahiya gelê me li çiyayê Şengalê kom bûyî û dişandin Rojava, heke hemû biçûna Rojava wê veger zor bibûya. Wê demê Seîd Hesen ji hin mirovên me re gotiye neçin, fedekarî bikin, li Şengalê bimînin û parastina Şengalê bikin. Çû, malbat, eşîra û derdora xwe qanih kir, piştre hin derdor man û Kampa Serdeşt hate avakirin û li nav berxwedanê mane. Li gel malbat, eşîr û xizm û zarokên xwe da ber her barî. Heval Bêrîvan jî ji nav vê malbatê derketiye û piştre şehîd bûye. Ango Seîd Hesen nirxek e. Tu têkiliya xwe bi mirovahiyê re nîne ku mirov, mirovekî wiha bike hedef.

Şehîdbûna heval Seîd ji bo gelê kurd û êzidiyan windahiyeke girîng e. Çawa ku beriya niha êrîş anîbin ser hevrê Mam Zekî û Fermandar Zerdeşt niha jî êrîş anîne ser Seîd Hesen. Armanca van êrîşan ew e ku pêşeng û fermandarên gelê êzidî tasfiye bikin û bi vî rengî gelê me yê êzidî dîsa bikin kole weke beriya sala 2014’an. Ew dixwazin pergala beriya 2014’an li ser gelê me yê êzidî ferz bikin lê gelê me yê êzidî li gel pêşengên xwe van ferzkirina qebûl nake.

Êrîşên mêtingeriya tirk êrîşên îdeolojîk in. Du aliyên xwe hene: Pêşî, ji bo ku Şengal êzidî ye êrîşê tînin. Em ji bîr nekin, piraniya 74 fermanên li ser gelê me yê êzidî, tirk û osmaniyan anîne ser wan. Niha jî Erdogan dixwaze tişta ku pêşiyê wî nekarî biqedîne, temam bike. Ango ji vî alî ve êrîş îdeolojîk in. Ya dî jî, gelê me yê êzidî yên li Şengalê êdî dixwazin bi azadî bijîn, li ser xeta azadiyê dimeşin, ji bo vê dikin hedef.

Hin kesên ku di nav wan de kurd jî hene û dewletatirk bi gotina, ‘PKK li wir e’, êrîşa li ser gelê me rewa dikin. Li ser vê mijarê ji bo dewleta tirk tiştekî nabêjim, ew ji xwe ji bo ku êrîşê bînin ser destkeftiyên kurdan, dixwazin her kesî PKK’yî nîşan bidin. Lê ji bo ku wan kesên ku êzidî û kurd ku behsa van tiştan dikin dixwazim tiştinan bibêjim.

Ev derewa mêtingeriya tirk e. Bila ew biçin li Şengalê binêrin, çiyê me PKK’ê û HPG’ê li wir heye? Tiştekî wiha nîne. Ji bo ku gelê êzidî bikin hedef dijmin ev derew li hev aniye. Li wir zarokên êzidiyan şehîd dikin. 10 kesên ku li wir şehîd bûn ma ne zarokên wir in? Ne welatiyên Iraqê ne? Niha ev rastiyek e; Rêber Apo li gelê me yê êzidî xwedî derdikeve. Heta niha ji bo gelê me yê êzidi were parastin û ev çand were jiyîn gelek şîrove kiriye û talîmat daye. Em HPG jî bi vê çarçoweyê tevgeriyan. Li ser vê bingehê me mudaxele kir û pêşî li komkujiyeke mezin hate girtin. Li nav her civakê, li nav êzidiyan jî fikrên cuda hene. Lê ji bo fedakariya ji bo parastina gelê me piraniya gelê me yê êzidî bala xwe da ser ramanên Rêber Apo. Ev sûc e? Lê tirk ji bo vê gelê me yê êzidî dikin hedef.

Mînak niha hin kes dibêjin ‘Bila PKK ji wir derkeve’. Dema ku dibêjin ‘Ev PKK’yî ne’, mebesta wan kî ne! Seîd Hesen mala wî heye, eşîra wî bi sedan sal in li wir e. Çawa ji wir derkeve! Seîd Hesen ji zikê Şengalê ye, naxwe ev behsa kê dikin? Kîjan PKK’yî li wir e? Dibe ku ew êzidiyên bakurî, Ermenistan, Rûsya an jî ji deverên din bin ku berê li nav me bûn û piştî fermanê bi vîna xwe xwestine ku xizmetê ji êzidiyan re bikin. Heke behsa wan tê kirin, ev tiştekî din e. Ew şexs in û pir kêm in. Lê ji bilî wan bi rengekî girseyî yan jî fermî tu kesê bi ser me ve nîne. Heke dewleta tirk bi vê wê çi kesê ku ji Rêber Apo re dike bike hedef, li Ewropa, Amerîkaya Latîn, li Efrîka û gelek deverên cîhanê gelek kes ji Rêber Apo hez dikin, çareseriya pirsên ku têne jiyîn di ramanên wî de dibînin. Ev tê maneya ku wan jî dike hedef. Ango çi kesê ku ji fikrên Rêber Apo hez dike dibe PKK’yî? Ev hemû dikarin PKK’yî bêne hesabê?

Rast e gelê me yê li Şengalê dixwaze li ser fikrên Rêber Apo xweser bijîn. Dixwazin di pergaleke xweser de xwe biparêzin û xwe bi rê ve bibin. Lê ev hemû hemwelatiyên wir in. Di dema berxwedana li dijî DAIŞ’ê de ketine bin tesîrê, di kesayetiya xwe de veguherînek pêk anîne û dixwazi civaka êzidî bikin îrade. Heval Seîd Hesen pêşengê vî tiştî bû. Rastî ev e. Êdî divê mirov vî tiştî bibînin. Gelê me yên aliyê tu kesî nagirin, hemû kurd û êzidî divê vê rastiyê bibînin. Dewleta tirk îro hemû kurdên xwedî statu yan jî kurdên ku dixwazin statuyekê bi dest bixin, ji xwe re dike hedef. Em dizanin ku dewleta tirk îro li ser kurd, ereb û asûrî-suryanan terora dewletê dimeşîne. Niha jî êrîşî nexweşxaneyeke Şengalê kirine û di vê nexweşxaneyê de 8 kes şehîdkirine. Birîndar jî hene. Ma ev çawa çêdibe? Di nava Şengalê de sûîkastê dikin û rêberekî bi qîmet û rûmet ê civaka êzidî şehîd dixin. Ev tişt nayên qebûlkirin. Ev neheqiyeke mezin e. Divê hemû kes li hemberî vê bêexlaqiyê derkevin.

Dewleta tirk a niha êrîşên xwe yên terorê ne bi tenê li ser Şengalê dike. Her roj li başûrê Kurdistanê li Hiror û Kestayê gundiyan dikuje. Li Rojava û Til Temir 4 endamên meclisê şehîd kirin. Li Zirganê jinek û zarokê wê kuştin. Ez hemû şehîdên me, bi hurmet bi bîr tînim. Dewleta tirk terorê dike. Niha jî li Idlibê heta Xakurkê li her derê dewleta tirk bi topan êrîşî gelê kurd û ereb dike. Bi vî awayî terora dewletê dikin. Xwe dispêrin DYE, Rûsya û Ewropayê û wisa van êrîşan dikin. Dewleta tirk bi piştgiriya NATO’yê bûye wekî zarokekî nehs, îro ne exlaq û ne jî hiqûqê nas nake û ji bo ku hemû kesan têxe bin kontrola xwe li ser wan tundî dike. Ji ber vê divê ev rastî were dîtin.

Divê li hemberî vî tiştî çi were kirin? Divê gelê kurd û gelên herêmê, beriya her tiştî sîxurên di nav xwe de paqij bikin. Divê li hemberî sîxuran xwe rêxistin bikin û wan di nav xwe de nehêlin. Ji xeynî hêza xwe, divê em xwe nespêrin tu derê. Divê em bi xwe xweparastina xwe pêk bînin. Heke em li hemberî vê dewleta hov, faşîst û terorîst xwe bikin hêz û îrade, em ê karibin xwe biparêzin. Bi bangan re kes nikare xwe biparêze. Bi kurtasî divê em xwe rêxistin bikin, divê em xweparastina xwe geş bikin, nehêlin ku di nav me de sîxur bi cih bibin. Çareya wê ev e.

Rast e, belkî wekî tevger em ne li wir in, lê çi dema ku pêdivî pê hebe, em ji bo alîkariya civaka xwe ya êzidî amade ne. Ji bo ku ew mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin, ji destê me çi were, em ê bikin.  Divê gelê me bi vî tiştî bizanibe, em her dem bi têkoşîna wan a bi rûmet û pîroz in. Gelê me dixwaze xwe bi rê ve bibe û xwe biparêze. Tiştekî ji vêya meşrû û rasttir tune. Di vî warî de em ê her dem piştgiriyê bidin wan.

  • Seîd Hesen û hevalên wî dema ku diçûn hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî êrîşî wan hatiye kirin. Dema ku êrîş hatiye kirin, Kazimî bi xwe jî li Şengalê ye. Lê der barê vî tiştî hikûmeta Iraqê û Kazimî tiştek negotin. Di vî warî de hûn dixwazin çi bibêjin?

Xaleke balkêş jî ev e. Serokwezîrê Iraqê tê Şengalê. Beriya ku were Şengalê, kesên amadekariya hatina wî dikin, rastî vê êrîşê tên. Wekî ku we jî got, Seîd Hesen dema dixwaze di heyeta hevdîtinê de cih bigire yan jî ji bo xebatên heyetê dixebite, dibe hedef. Ev êrîş li hemberî Seîd Hesen e lê di heman demê de ji bo Kazimî jî peyamek e. Heke rast were nirxandin, ji bo serokwezîrê Iraqê jî êrîşek e.

Lê ji aliyê din gelê me yê Şengalê û hin çavdêr, diyar dikin tiliya Iraqê jî di vê êrîşê de heye. Gelek aliyê vê pêvajoyê hene ku mirov dikare nîqaş bike. Ev jî mijara lêkolîneke li ser vê êrîşê ye.

Tişta xerab ev e ku Kazimî di serî de hikûmeta Iraqê, der barê vê êrîşa li hemberî nexweşxaneyê û kesê ku her roj bi rayedarên Iraqê re hevdîtinê dikin û ew jî êdî wekî rayedarekî Iraqê ne, dengê xwe nekirine. Ev meseleyeke gelekî girîng e. Li gorî min ev ji bo Iraqê jî girîng e. Bi qasî ku em dişopînim, hin siyasetmedarên Iraqê li hemberî vê bêdengiyê helwesta xwe diyar kirin. Ji ber ku ev meseleyeke girîng e. Divê dewlet îradeya gelê Iraqê biparêze û helwesta xwe diyar bike. Lê ji dêvila ku helwesta xwe diyar bikin, bi qasî ku me ji medyaya Başûr şopandiye, Wezîrê Parastinê yê Iraqê çûye Tirkiyeyê û bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re rûniştiye. Hûlûsî Akar kî ye? Qatil e. Kesê ku fermana qetlîama Şengalê daye, ev kes e. Der barê vî tiştî de mirov dikare çi bibêje, mirov nizane. Tişta herî rêzê ku mirov karibe bibêje, bêrûmetî ye. Wî kesî hemwelatiyê te şehîd kiriye lê tu roja din diçî bi wî re rûdinî! Her dewletek û saziyek, xwedî îtîbar û taybetiyan e, divê van tiştan biparêze. Heke tu van tiştan neparêzî, tu yê çawa bibî îrade? Ev ji bo hikûmeta Iraqê jî pirsgirêkeke mezin e.

Hikûmeta beriya hikûmeta Kazimî jî xwest Tirkiye ji Başîkayê derkeve lê Tirkiye tew ew cîddî jî negirt. Piştre Tirkiyeyê li Kelaşîna Diyanayê 2 generalên Iraqê şehîd kir. Iraqê li hemberî wan tu helwestek nîşan neda. Niha jî ev êrîş hate kirin, li hemberî van êrîşan jî bêdeng ma. Ka em lê binihêrin, wê sibê êrişî ku derê were kirin! Helwestên wisa hestên şoven ên dewleta tirk geş dike ku jixwe Tirkiye dixwaze Mûsûl û Kerkûkê dagir bike. Bêdengiya hikûmeta Kazimî, ji bo dahatûya gelê Iraqê xetere ye. Ji ber ku ev tişt cesaretê dide daxwazên hegemomîk ên dewleta tirk. Ya rast ev e, çi dibe bila bibe divê mirov li hemberî van êrîşan be. Belkî di hin waran de qels bin lê ew ê karibin di her şertan de îradeya gelê Iraqê temsîl bikin. Ew bi xwe dikarin biryara vî tiştî bin lê li gorî min di vî warî de pirsgirêk heye.

Tiştekî din, a niha li Şengalê hêzeke mezin a girêdayî artêşa Iraqê heye. Artêşa Iraqê bi xwe çû wir û dît ku kî li wir e. Her kes dizane ku PKK ne li wir e. Artêşa Iraqê nikare ji dewleta Tirkiyeyê re bibêje ‘Tu derewan dikî, ez hatim, li vir im, ez serwerê vir im. Rast e li vir YBŞ heye, hemwelatiyên min in lê wekî ku tu dibêjî hêzeke biyan li vir tune’. Nikare vî tiştî bibêje. Ev pirsgirêkeke mezin e. Dewleta tirk cesaret ji vî tiştî distîne û van êrîşan dike. Ji ber vê jî pirsgirêkeke mezin heye û ev tişt girêdayî Iraqê ye. Wisa xuya dike dewleta tirk roj bi roj kontrola xwe ya li ser Iraqê wê zêde bike û hesabê xwe yê li ser axa Iraqê jî gav bi gav têxe dewrê.  Rastî ev e, divê vî tiştî bibînin û pêşiya dewleta tirk bigirin.

  • Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê têne meşandin 4 mehan li pey xwe dihêle. Têkildarî şerê ku bi rengekî giran diqewime, hûn dikarin çi bêjin?

Rast e, Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, çar mehan li pey xwe dihêle. Berxwedana ku heta niha hatiye meşandin di dîroka me ya têkoşînê û dîroka têkoşînê ya gelê Kurdistanê de rûpelekî nû vekiriye. Bêguman ev yek bi saya şehîdên me yên leheng pêk hatiye. Milîtanên ku xwe bi îdeolojiya Rêber Apo xemilandine, bi pêşengiya Serhat Giravî li ber xwe dan û destan nivîsandin. Di şexsê hevalên Serhat û Sarya de hevrêyên ku di pêvajoya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Soza ku me dane şehîdên xwe yên leheng dubare dikim.

Di nava çar mehên dawî de gelek xusûsên girîng derketin holê. Aşkera bûye ku îradeya mirovan çawa dikare teknolojiya serdemê pûç bike, çawa dikare bi ser bikeve. Encamên ku heta niha zelal bûne ji bo me gelekî girîng e. Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi şêweyê tîmên pispor li ber xwe dan, rêya serketinê nîşan dan. Heta niha serketî ne û aşkera bûye ku ji niha û pê ve dikare encamên çawa mezintir bê bidestxistin.

Di vê mijarê de bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî me hin nirxandin kiribû. Ji bo dubare nebe nakevim van mijaran, lê belê dikarim bi kurtasî vê bejim; Ev 4 mehên ku bi berxwedanê derbas bûn ji bo me bi rastî jî gelekî girîng e û encamên xwe yên girîng hene. Di wê baweriyê de me ku ev encama derketiye holê wê bibe bingeha serketinên mezin.

Weke ku tê zanîn li Afganistanê jî şerek hebû, rojên dawî ev şer bi dawî bû. Di wî şerî de jî hin encam derketin holê. Eger em îdeolojiya Talîbanê deynin aliyekî, ji aliyê leşkerî ve DYE û NATO bi ser neketine. Em zanin ku DYE li Vîetnamê bi ser neket û winda kir. Lê belê niha li Afganistanê ne tenê DYE, temamiya dewletên NATO’yê têk çûn. Yanî teknolojiya serdemê têk çûye. Di şerê dijî xelkê afgan de teknolojiya serdemê tu encam bi dest nexistiye. Yanî di vir de aşkera bûye ku eger civakeke li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, wê karibe teknolojiya pêşketî ya serdemê têk bibe. Bi kurtasî di vir de aşkera bûye ku îradeya mirovan esas e. Rastî ev e. Li aliyê din vaye tê gotin, ‘DYE’yê bi Talîbanê re li hev kiriye’ û hwd. Temam, kiriye lê belê beriya wê têk çûye. Divê ev yek bê dîtin. Di vê mijarê de dikarim vê bejim; Dibe ku nêrîn û fikrên xwe cuda be lê belê rêbazên şer ên li Afganistanê nîşan dane ku teknolojiya serdemê nikare her tiştî bi ser bixîne. Ya esasî mirov e. Divê her kes encamê ji vê pêvajoyê derxîne. Ji bo şerê heyî yê li Kurdistanê tê meşandin jî heman tişt derbas dibe. Ya esasî îradeya mirov e, baweriya mirov e, afirîneriya mirov e. Di nava 4 mehên pêvajoya şer de ev rastî careke din aşkera bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar