Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Karayilan: Lozanê bingeha îmha û qirkirina kurdan e

Karayilan bal kişand ser komkujiyên li ser gelê kurd û got: “Peymana Lozanê bû sedema parçebûna Kurdistanê û êrîşên qirkirinê yên 100 sal in pêk tên. Ev peyman qatil e. Helbet her kesê ku vê yekê îmze dike berpirsyar e. Îmzekarên peymanê Brîtanya û Fransa berpirsyarê konkujiyan e.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî bernameyeke Stêrk TV’yê bû. Hevpeyvîna bi Karayilan re wisa ye:

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê kurd dewam dike; hûn dikarin li ser vî tiştî çi bibêjin?

Di serî de ez Rêber Apo û hemû hevrêyên di destê dijmin de dîl in, bi rêzdarî silav dikim. Tecrîda li ser Rêber Apo her çiqas têrê neke jî heta radeyekê tê nîqaşkirin û di rojevê de ye. Tecrîd tenê bi Îmraliyê re sînordar namîne; îro li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê belav bûye, li hemû Tirkiye û Kurdistanê polîtîkaya tecrîdê tê domandin. Polîtîkaya tecrîdê ji polîtîkaya qirkirina Kurdistanê ya dewleta tirk tê. Yanî dixwazin siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê serdest bikin, ji bo vê dixebitin. Di navenda vê de jî polîtîkaya îşkenceya psîkolojîk, tecrîda girankirî û tecrîda li Îmraliyê tê meşandin heye.

‘Rêbaza Rêber Apo rêbaza PKK’ê ye’

Ev rewş tenê bi hesabpirsîn û nêzîkatiya tolhildanê ya yek dewleta tirk nayê ravekirin û tenê bi polîtîkaya dijminatiyê jî nabe ku were ravekirin. Li ser vê bingehê parastina Rêber Apo ya helwesta neteweyî û gavên demokratîk heye. Dewleta tirk dixwaze Rêber Apo di warê mafên neteweyî û pîvanên demokratîk ên gelê kurd de paşde gav bavêje. Gelek caran ji bo vê çûn cem Rêber Apo. Di pêvajoya hilbijartinê de ji bo helwesta AKP’ê, pîvana mafên gelê kurd nerm bikin û helwesta xwe careke din biguherînin, şandeyek şandibûn cem Rêbertiya me. Rêber Apo 25 sal in li dijî van hemûyan, bi helwest û ruhekî hema bêje sermirovî, bi vîn û sebireke mezin li ber xwe dide. Bêguman di bingeha vê de şêwazeke ya mîna ruhê 14’ê Tîrmehê heye. Bi her awayî afirînerê ruhê 14’ê Tîrmehê, îdeolojî û felsefeya wê, Rêber Apo ye. Rêber Apo kesekî wisa ye ku gotin û kirinên wî hev digirin. Jixwe şêwaza wî bûye şêwaza tevahî PKK’ê. Ji ber vê yekê ew çi dibêje dike. Rêber Apo di mafên neteweyî yên gelê kurd, mafê nasname, mafê ziman, mafê xwerêveberiyê, pîvanên Tirkiyeya Demokratîk de xwedî helwest e û di vî tiştî de israr dike. Ji ber vê yekê bi vî rengî tecrîdeke girankirî pêk tînin û bi rêbazên cuda êrîşên xwe yên psîkolojîk didomînin. Armanca wan ew e ku Rêberê me gavekê bi paş ve biavêje. Mînak berê Rêber Apo weke rêberê gelê kurd qebûl kiribûn û ji bo vê jî 3 salan bi wî re hevdîtin kirin. Ev tê wê wateyê ku dewletê bandora Rêber Apo dît. Bi rastî bandora Rêber Apo ya li ser gelê kurd tespît kirin û ew wekî Rêberê Gelê kurd qebûl kirine. Hin rayedaran jî li pêşberî çapemeniyê ev yek anîn ziman. Dîsa di muzakereyan de beriya niha jî gelek caran ev yek anîn ziman. Yanî wê demê qebûl kirin ku Rêber Apo li Kurdistanê Rêberê Gelê kurd e. Lê belê ji ber ku di polîtîkaya qirkirinê de israr dikin, Rêber Apo jî di polîtîkaya hebûna gelê kurd, mafên gelê kurd, mafê gelê kurd ê rêveberiyê û pîvanên demokratîk ên gelê kurd de israr dike. Di vê çarçoveyê de hema bibêje li wir şerek heye. Ev 25 sal in didome. Dibe ku pêvajoyên hevdîtinê û serdemên navberê çêbûne lê di esasê xwe de di wan serdeman de jî bi metodên cihê didomiya.

‘Tecrîd binpêkirina hemû pîvanên hiqûqî ye’

Li vir tişta ku divê were fêhmkirin ev e: Rêber Apo ne tenê mafên PKK’ê, mafên hemû kurdan li wir diparêze. Hebûna kurd, mafê nasnameyê yê kurdan diparêze.Wê demê divê hemû kurd xwedî li têkoşîna ku îro li Îmraliyê Rêber Apo temsîl dike xwedî derkeve û piştgiriyê bide. Divê hemû kurd xwe ji azadiya Rêber Apo û têkoşîna li dijî tecrîdê berpirsyar bibînin. Ev erkekî exlaqî, mirovahî û netewî ye. Ji ber vê yekê eger kesek ji bo gel ewqas qurbanî dide û dibêje ez endamê vî gelî me û xwedî li van mafan derdikevim, divê ez bi wî re bim. Dibe ku di gelek mijaran de nêrîn ne yek bin – ez vî tiştî ji bo gelê me yê di nava partiyên cuda de dibêjim – lê nêrîna wan çi dibe bila bibe, divê her kurd li dijî tecrîdê be û ji bo azadiyê tevlî xebatên têkoşînê bibe.

Dîsa li Tirkiyeyê kî demokrasiyê dixwaze divê li dijî tecrîd û vê îşkenceya psîkolojîk derkeve. Yanî li dijî pergala Îmraliyê derkeve. Kesê ku li dijî vê dernekeve, nikare li Tirkiyeyê li ser bingeheke rast têkoşîna demokrasiyê bimeşîne, nikare demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Wê demê divê hemû rewşenbîrên tirk, demokrat û muxalefeta rasteqîn a ku dixwazin li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve, divê pêşî li dijî tecrîdê bin. Ji ber ku tecrîd binpêkirina hemû pîvanên hiqûqî ye, neheqî ye, binpêkirina hiqûqê ye. Ev tiştekî li ber çavan e.

‘Rêber Apo teorîsyen û afirînerê Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk e

Hikûmeta heyî heta niha çi dike? Her kesê ku dibêje li Tirkiyê ‘tecrîd’ heye – ku me vê dawiyê dît – digirin û dixin zindanê. Yanî ew jî naxwaze kes li ser vê yekê biaxive. Karekî neqanûnî dike, lê naxwaze kes li ser vê yekê nîqaşan bike. Lê belê ev kes nizanin ku fikir û ramanên Rêber Apo sînorên Tirkiyeyê derbas kiriye. Yanî Rêber Apo bi paradîgmaya ku pêş xistiye û bi formula neteweya demokratîk, çareseriya gelên herêmê pêş dixe. Çareseriya pirsgirêkên gelên ereb, asûrî-suryanî, ermenî, tirk, faris, kurd û hemû gelên din pêşkeş dike. Lewma Rêberê me ne tenê rêberê gelê kurd e. Li dijî siyaseta netewe-dewletê neteweya demokratîk pêş dixe û temsîl dike. Dîsa Rêber Apo teorîsyen û afirînerê Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk e. Her kesê ku ji Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk bawer dike, Rêber Apo weke fîlozof û xwe jî weke şagirtê Rêber Apo dibîne. Di gelek civînên navneteweyî de gelek rewşenbîr û akademîsyenan ev yek anîne ziman. Yanî Rêber Apo îro sînorên Kurdistan û Tirkiyeyê derbas kiriye. Ev rastiyek e. Lê kî behsa wî dike û dibêje ‘wek fîlozof e’, wan digrin. Ev rastî ye. Wî ew qas raman ava kir, ew qas pirtûk nivîsî û paradîgmayek alternatîf a ku wê ji bo tevahiya cihanê bibe ronahî, aşkere kir. Ew nikarin wê veşêrin.Nikarin rastiyê veşêrin û wê nikarin ser ronahiya ku Rêber Apo daye avakirin jî bigirin, ev êdî rastiyek e.

‘Berxwedana li zindanan û gelê me xwedî helwestek diyar e’

Gelo di vir de kêmasî di ku de ye? Kêmasî di me de ye. Gelê me, civaka me, yên ku ji vê rastiya Rêber Apo bawer dikin, yên ku dixwazin mafên gelê kurd biparêzin û dixwazin Tirkiye bi rastî bibe komareke demokratîk divê têkoşînek pir xurtir pêş bixin. Ji ber vê yekê têkoşîneke pir mezin pêwîst e. Ev tişt hate fêmkirin. Helbet berxwedana gerîla ketiye pêşiya her tiştî û gelek planên dijmin têk bir. Dîsa siyaseta kurd xwedî helwesteke diyar e. Berxwedana li zindanan û gelê me xwedî helwestek diyar e. Ev ne hindik in. Lê ev têr nakin. Ji bo ku têr bike, divê bi girseyî tevbigerin. Ji ber vê yekê divê civak bikevin nava tevgerê. Dîsa divê pêla serhildanan were organîzekirin.

Weke ku tê zanîn di salên 89-90’î de şert û merc gelekî dijwar bûn û di wê demê de zilmeke mezin hebû. Tenê di merasîma cenazeyê şoreşgerê rêzdar Vedat Aydin de 22 kes li kolanên Amedê şehîd bûn, bi sedan kes birîndar bûn û hatin girtin. Yanî di wan salan de ewqas zulm hebû, lê serhildanên ku wê demê pêş ketin di pergala dewleta tirk de şikestin çêkirin û rê li ber hebûna gelê kurd a bi siyaseta demokratîk vekir. Bi vî awayî şoreşa vejînê pêk hat. Tiştekî wiha îro pêwîst e. Lewma îro divê pêla serhildanê pêş bikeve. Divê êdî hemû ciwanên kurd, jinên kurd, kedkarên Kurdistanê, demokratên şoreşger ên Tirkiyeyê û gelên herêmê li ser vê yekê bisekinin. Bi gotineke din, divê em bi awayekî girseyî azadiya Rêber Apo biqîrin û li dijî tecrîd û neheqiyê têkoşîneke xurtir geş bikin.

Em di salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava de ne. Hûn li ser wate, girîngî û bandorên vê şoreşê ya li herêmê çi difikirin?

Di serî de ez di şexsê fermandarên me yên hêja Xebat Dêrîk, Fazil Botan, Şîlan Kobanê, Gelhat Gabar, Arîn Mîrkan, Karker Êrîş û Avesta Xabûr de hemû şehîdên Şoreşa Rojava û şehîdên Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez careke din soza ku me daye şehîdên xwe yên leheng dubare dikim. Dîsa 20’ê Tîrmehê salvegera şehadetên Pirsûsê ye. Di sala 2015’an de dema ku ciwanên sosyalîst, demokrat, şoreşger ji bo pêşwazîkirina Şoreşa Rojava ber bi Kobanê ve diçûn, rastî êrîşa MÎT û DAIŞ’ê hatin û di vê êrîşê de 33 şoreşger şehîd bûn. Ez wan lehengan bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ez soza ku me daye van şehîdên xwe yên hêja yên navneteweyî dubare dikim.

Şoreşa Rojava gelek wateyên xwe hene. Di destpêkê de wekî şoreşeke Kurdistanî pêş ket, lê piştre sînorên xwe derbas kir û bû şoreşa pêşî ya hemû Rojavayê Kurdistanê û piştre jî hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bû şoreşek ku gelên ereb, gelê asûrî-asûrî û hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, di nava xwe de dihewîne. Helbet ji bo tevahiya Sûriyê bû mînak. Bi gotineke din pêşxistina şoreşa demokratîk a li tevahiya Sûriyeyê ji xwe re kir hedef û perspektîf zelal kir. Di van waran de bi rastî roleke girîng pêk anî.

‘Şoreşa Rojava kariya xwe xurt bike’

Her wiha êrîşî wê jî hate kirin, ji aliyekî ve şer kir û ji aliyê din ve jî xwe parast û ava kir. Bi gotineke din, rojavayê Kurdistanê û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye şoreşa têkbirina El Nusra û DAIŞ’ê ku li serê hemû dinyayê bûbûn bela. Li ser vê bingehê bûye biratiya gelan û pergala ku demokrasî tê de hatiye afirandin. Aşkere ye ku gelek kes li dijî nirxên Şoreşa Rojava ne. Ji ber vê yekê êrîşkar gelek bûn. Weke ku tê zanîn bi taybetî ji aliyê dewleta tirk a mêtinger û qirker êrîş hatin kirin. Şoreşê li aliyekî li dijî van êrîşan li ber xwe da, li aliyê din jî ji bo siyaseta neteweya demokratîk bikeve nava tevgerê, xebatên xwe pêş xist.

Ya herî girîng jî bûye şoreşa jinê. Ev şoreş bi pêşengiya jinan pêk hat. Nîşanî hemû cihanê da ku jinên kurd û ereb çawa li qada şer û di qada siyasetê de bûne îrade. Lewma bi vî rengî şoreşa jinê, şoreşa gelê kurd, şoreşa gelan, şoreşa demokrasiyê bû. Şoreşa Rojava tarîtiya Rojhilata Navîn ronî kir û hê jî hêviyên wê hene. Dijminên wê hebin jî, lê dîsa jî di bin dorpêç û êrîşan de ye, eniya wê jî vekirî ye. Ji ber ku îradeya gelan û hêza xwe esas digire. Li ser vê bingehê têkiliya wê bi hêzên cihanî û hêzên curbecur re heye; di bingeh de heye. Belkî jî kesî nedifikirî ku ev şoreş dikare ewqas dirêj bike, xwe biparêze, xwe hîn zêdetir xurt bike. Lê bi ser ketin. Bi rastî jî kedek e, cesaretek e. Li ser vê bingehê em hemû gelên xwe yên Rojava û Bakur û Rojhilat bi rêzdarî silav dikin. Em wan teqdîr dikin. Em di wê baweriyê de ne, çiqas êrîş hebin jî wê bi ser bikevin. Ji ber ku rêya wan rêyeke rast e.

‘Lozan peymaneke wisa ye ku gelê kurd û kurdistanê înkar dike’

Em di sedsaliya Peymana Lozanê de ne ku Kurdistan kiriye çar parçe. Hûn ê li ser bandora vê peymanê ya li ser kurdan çi bibêjin? Li Lozanê jî bi boneya sedsaliya wê konferanseke girîng tê lidarxistin. Hûnê li ser vê konferansê çi bibêjin?

Bêguman Peymana Lozanê ne tenê peymanek e ku Kurdistanê dike çar parçe. Peymana Lozanê peymanek e ku Kurdistanê û gelê kurd înkar dike. Vê yekê di esasê xwe de bingeha qirkirina li ser Kurdistanê afirand. Yanî tenê were gotin ‘Peymana ku Kurdistanê dike 4 parçe’ ev tenê têr nake. Biryara qirkirina li ser Kurdistanê ev peyman e. Heta wê demê çi pêşengên tevgera Kemalîst îdiaya avakirina Tirkiyeyeke nû dikirin, digotin ‘Em û kurd avakar in, em dixwazin di nav Mîsak-i Mîllî de welatekî ava bikin. Em bi hev re ne û kurd jî wê di nav me de xweser bin.’ Mistefa Kemal bi xwe jî heman tişt got, di gelek qeydan de tiştên wiha gotine. Bi rastî jî di sala 1921’an de ji aliyê Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê ya ku di sala 1920’an de hatibû avakirin, di vî warî de biryareke wisa dabûn. Yanî xweseriya kurdan ji aliyê rêveberiya tirk ve hatibû qebûlkirin. Meclîsê ev qebûl kiribû. Lê dema ku ev peyman hate îmzekirin, Tirkiyeyê ev tişt înkar kir.

‘Lozanê bingeha îmha û qirkirinê ye’

Îcar çima ev peyman hat îmzekirin? Îngilîz û Fransiyan pêşengiya dewletên ku Şerê Cihanê yê Yekem bi ser ketin de dikirin – û peyman jixwe di bin berpirsiyariya wan de hatibû çêkirin- Û dîsa li gorî derfetên wê demê hat diyarkirin ku li Mûsil, Kerkûk, Rimêlan û hin cihên din petrol û dewlemendiyên cuda yên binerdê hatine dîtin. Li ser vê yekê bazariyên cuda kirin. Jixwe tê zanîn nîqaşên Lozanê demeke dirêj dom kir. Di wan gotûbêjan de li ser Kurdistanê jî danûstandin kirin. Berî niha Îngilîzan piraniya çavkaniyên dewlemendiyê bi dest xistibûn, Fransî jî amade bûn ku para wan a biçûk hebe û li ser vê bingehê biryara parçekirin, belavkirin û di heman demê de înkarkirina Kurdistanê dan. Ji ber ku eger înkar nekirina, mecbûr bûn ku mafên wê bidin. Gelê kurd li herêma Rojhilata Navîn Mezopotamyayê, gelê herî qedîm e. Dewlemendiya wê ya çandî heye. Gelê ku yekem car mazûvaniya şoreşa mirovahiyê kir. Gelê ku mazûvaniya şaristaniya mirovahiyê, şoreşa neolîtîkê kiriye. Heger hebûna miletekî wiha înkar nekirana, nikaribûn mafên wê jî înkar bikin.  Di wê rewşê de divê ji wan re cihekî vekin. Heke li Rojhilata Navîn ji hemû kesî re cih vedikin, divê ev tişt ji bo kurdan jî mafek bûye. Lê ew hebûna kurdan înkar dikin.

Ev înkar dibe bingeha îmha û qirkirinê. Ji wê demê û heta niha 100 sal derbas bûn. Li Kurdistanê gelek komkujî pêk hatin. Di serî de li Amed, Hanî, Palo, Genç û piştre li Silêmanî û gelek herêmên din ên başûrê Kurdistanê qetlîam hat kirin. Li Serhedê, li Geliyê Zîlan, li Agiriyê, piştre li Dêrsimê, piştre jî li başûrê Kurdistanê, Enfal, komkujî, Helebçe… Dîsa li rojhilatê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê û li her derê ev yek kirin. Yanî Kurdistan di bin pergala qirkirinê de ye, li Kurdistanê qirkirin heye.

‘Berpirsiyarê kokujiyan Brîtanya û Fransa ne’

Niha jî divê were diyarkirin ku berpirsyarê vê yekê kî ye. Berpirsiyarê vê yekê Brîtanya û Fransa ne. Bêguman yên ku vî tiştî pêk tînin, dewletên li ser herêmê mêtinger in. Lê tişta ku rê li ber vê vekirin û destûra wê dan, Îngîltere û Fransa ne.

Fransa û Îngiltereyê gelek welatên cihanê dagir kiribûn û ji ber pêkanînên neyînî gelek caran ji van welatan lêborîn xwestibûn. Wek mînak, Fransa herî dawî lêborîn ji Cezayîrê xwest. Niha pêwîst e lêborîna xwe ji Kurdistanê jî bixwazin. Çima heta niha lêborîn ji Kurdistanê nexwestiye? Ji ber ku ev yek bi awayekî nepenî kirin û kurd nekarîn werin asta ku vî tiştî bixwazin û ferz bikin. Lê rastî ev e. Ev peyman bû sedema pêşketina van qirkirinên li Kurdistanê, bû sedem ku Kurdistan ava nebe, Kurdistan were avakirin û bi qirkirinê re ev qetlîam pêk werin. Ev peyman kujer e. Çi kesên ku ev peyman îmze kirine, berpirsyariya wan heye.

‘Armanca Tirkiyeyê ew e ku xwe bigihîne sînorên Mîsak-i Mîllî’

Niha di esasê xwe de wiha ye, heta çend sal berê dihat gotin ku peymanên navneteweyî yên di nava dewleta tirk de piştî sed salan êdî ne derbasdar in. Ev nayê wê wateyê ku di Peymana Lozanê de xaleke wiha heye. Na. Rayedar û pisporên dewleta tirk bi vî rengî şîrove kirin. Û plan dikirin ku beşekî mezin ji başûre Kurdistanê dagir bikin, heta sedsaliya Lozanê jî rojavayê Kurdistanê dagir bikin û wêran bikin. Hûn wê nexşeya ku Erdogan di civîna Neteweyên Yekbûyî de nîşan dane, dizanin! Ji Efrînê heta Diyanayê plana wan hebû ku 30 kîlometreyan xwe berdin lê di esasê wê de armanca wan ev e ku xwe bigihînin sînorên Mîsak-i Mîllî. Di 8 salên dawîn de ji bo vî tiştî gelek hewl dan. Heke bi ser biketina wê nîqaşên peymaneke nû bikirina.

Helbet Tirkiye dev ji vê yekê bernedaye, lê ji ber ku li Zapê hat astengkirin nekarî plana dagirkeriyê pêk bîne. Ev 3 sal in nikarin Zapê dagir bikin û niha li wir şer heye. Di dîroka gelê kurd de cara pêşîn ev tişt pêk tê. Li hemberî vê dewletê 3 sal in li heman eniyê şer tê meşandin. Li vir asê mane. Ji ber vê jî niha vî tiştî naxin rojevê, dixwazin projeyên xwe jî bidomînin û pêş bixin.

Yanî di esasê xwe de dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên qirker ên li ser Kurdistanê, dixwaze projeya dagirkirina sînorên Mîsak-i Millî bigihîne encamê. Ji bo vê hewl dide, ji ber vê jî dijberiyê li hemû gelê kurd dike, ji ber vê jî siyasetê dimeşîne. Niha jî bi rêya NATO’yê dixwaze vî tiştî têxe meriyetê.

‘Pêwîste her kes li ser xeta neteweyî bibe yek’

Pir watedar û girîng e ku di sedsaliya Lozanê de li bajarê Lozanê konferansek tê lidarxistin. Ez hemû kesên beşdarî konferansê bûne silav dikim. Ez hêvî dikim ku ev yek bibe bingeha yekîtiya neteweyî. Ev konferans konferanseke neteweyî ye. Dibe ku hinek kes tevlê nebin. Lê yên ku beşdar nebin jî ger dixwazin bibin hêzeke neteweweyî, divê di pêşerojê de tevlî bibin. Bi kurtasî ev konferans di asta neteweyî de pêk tê, pir hêja û pîroz e. Ez bang li hemû kesî dikim ku tevlî vê konferansê bibin.

Bi rastî di sedsaliya vê peymana qirker de, pêwîst e em weke gelê kurd helwesta xwe ya neteweyî aşkere bikin, nîşanî her kesî bidin ku em vê yekê qebûl nakin û ji her kesî re ragihînin ku em weke gel li vê xakê ne û mafê me heye ku em li van xakan bi azadî bijîn û mafê tu kesî nîne ku li ser van qirkirinê pêk bînin. Binêrin, îro derfetên dîrokî hene. Berê jî derfetên wiha hebûn, lê nehatin bikaranîn. Mînak, ji salan 1830’an heta 1850’an derfetên mezin hebû. Wê demê Împaratoriya Osmanî û dewletên herêmê gelekî qels bûn. Ji aliyê din ve Mîr Mihemed Paşa Rewanduzî û Mîrê Botanê Bedirxan Beg gelekî xurt bûn. Bi rastî eger herduyan li hev bikirina, dikaribûn bibin dewlet û belkî qedera gelê kurd bidan guherandin. Lê wan çi kir? Her yekî got ‘ez’. Mîr Mihemedê Rewanduzî li Şengalê êrîşî êzidiyan kir, li ser kurdan ferman kir. Piştre êrîşî Botanê kirin. Di navbera wan de şer derket. Paşê çi qewimî? Her du jî têk çûn. Niha divê ev yek dubare nebe. Helbet piştî wê jî gelek derfet ava bûn. Di sala 1920’an de çebû û gelek carên din jî pêk hat. Lê niha jî derfet hene û mafê tu kesî tune ku ji bo berjewendiyên rêxistinî û malbatî van derferan tune. Divê kes vê yekê neke, divê her kes li ser xeta netewî yekîtiya xwe ava bike. Ev sedsal jî vê rastiyê li ser me ferz dike. Ji ber vê yekê ez bang dikim ku yekîtiya neteweyî ya rast pêk were.

Pirs ji NATO’yê re: Gelo hûn bi polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk re ne?

Civîna NATO’yê çêbû. Li wir tê fêmkirin ku wê piştgiriya şerê ku dewleta tirk li hemberî gelê kurd dimeşîne, were kirin. Bilez piştî vê civînê li hemberî Qadên Berxwedanê ya Sîda û Girê FM bombeyên taktîk nukleer hatin bikaranîn. Ev tê çi wateyê?

Wisan dixuyê ku dewleta tirk bi rêya NATO’yê û alîkariya wê dixwaze Lozana duyemîn ava bike. Li NATO’yê qanûnek heye; ji bo endamekî nû were girtin, divê dewletên din ên endam erê bikin. Tirkiye jî ev qanûn weke qertek bi kar anî û kir şantaj. Her kes difikire ku Tirkiye dixwaze, Swêd li dijî PKK’ê û kurdan helwest nîşan bike. Lê ne wisan e. Tirkiye û her kes baş dizanin ku tu kadroyekî PKK’ê li Swêdê tune ye. Armanca esas a Tirkiyeyê ew e ku dewletên li NATO’yê bîne ser xeta xwe ya qirkirinê. Tirkiyeyê ji dewletên NATO’yê xwest ku piştgiriya ji bo polîtîkayên wî yên jenosîd xurttir bikin û bikaranîna çekên qedexe û bi taybetî çekên taktîk nukleer erê bikin. Aşkere ye ku dewleta tirk hemû kurdên ku xwedî li nasnameya xwe derdikevin weke terorîst dibîne. Yanî di çavê dewleta tirk de ne tenê PKK’yî, hemû kurdên ku serî natewînin û xwedî li nasnameya xwe derdikevin terorîstên ku divê werin kuştin in. Dewletên NATO’yê divê vê heqîqetê bibînin.

Binêrin, beriya salekî 15 endamên çapemeniyê ku ji derveyî rojnamevaniyê tu tiştek cuda nedikirin, li Amedê hatin girtin. 13 mehan li girtîgehê hatin ragirtin, piştre derxistin dadgehê û van rojnamevanan li dadgehê dadgeh darizandin. Gotin, ‘Tu eleqeya me bi tu kesê re tune ye, em tenê rojnamevaniyê dikin’. Bi rastî jî wisan e, tiştek li holê tune ye. Neçar man ku berdin. Ez van mirovên hêja silav dikim. Ji vir û şûn de divê her kurdek ku girêdayî rêxistinekî be yan jî nebe, xwedî li xwe û tiştên kirine derbikeve. Ev mirov jî derketin dadgehên dewleta tirk, xwedî li tiştên kirine derketin û dadgeh darizandin. Xwedî li nasname û xebatên xwe derketin û hinek ji wan jî parastina xwe bi kurdî kirin. Ev gelekî bi nirx û bi wate ye. Bi taybetî di çapemeniya kurdan de astekî nû ye û divê her kes vê astê geştir bike.

Dewleta tirk her kurdên ku teslîmî wî nabe û jê re sîxûriyê nake, weke terorîst pênase dike û bi vî rengî bi esasî dixwaze li Rojhilata Navîn koka kurdan bikole. Niha bi aşkere radigihîne ku li dijî Rojava ye. Li Efrîn, Serêkaniyê û Til Ebyadê (Girê Spî) çi tişt kirin? Gelo li Serêkaniyê û Til Ebyadê yek kurd maye? Dixwaze li Efrînê jî hemû kurdan teslîm bigire û bi wan hemûyan bide vê bide gotin, ‘Ez tirkê ku bi eslê xwe kurd im’. Dewleta tirk dixwaze li ser gelê kurd polîtîkaya qirkirinê bimeşîne. Jixwe niha li Rojava îlan kiriye û dixwaze vê yekê bidomîne. Dibêje, ‘Destpêkê em Bakurê Sûriyeyê çareser bikin, piştre em ê li ser bakurê Iraqê bisekinin’. Niha hewl dide çiyayên stratejîk dagir bike û weke tê zanîn ji Kerkukê bi rêya tirkmenan heta Mûsilê rêxistinan çêbike. Yanî armanca wî ya esas ew e ku kurdan ji holê rake. Ji ber ku dewleta tirk dest ji siyaseta qirkirinê bernedaye û ji xwe re weke gef dibîne ku kurd bibin xwedî statu û nasname. Ev yek ne îftîra ye, heqîqet e. Eger kurdên ku vê tiştê nizanin hebin, rewşa wan ne baş e!

Dewleta tirk naxwaze li Rojhilata Navîn tiştekî ayîdê kurdan bihêle. Dibe ku rayedarên wî yên fermî ji bo ku hinekan weke sîxûr bi kar bîne her kesê nagire dijberê xwe, lê dixe dorê. Ev rast e, hewldanên wan ên wisa hene. Hin kesên ku siyasetên xwe diyar kirine di televîzyonan de bi rengekî vekirî dibêjin, ‘Heke em doza kurdan ji holê ranekin, em ê ji xeteriyê rizgar nebin’. Lewma dixwazin ku dagirkeriyê biqedinînin û siyaseta qirkirinê bikin serwer.

Niha em ji dewletên NATO’yê pirs dikin: Gelo Hûn bi polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk re ne? Eger hûn ne pê re bin, çima we daxwazên Tirkiyeyê rewa dîtin? Li pişt perdeyê we kîjan soz dan? Divê bersiva van pirsan bidin. Civînên ku par li Spanyayê hatin kirin û îsal jî li Lîtvanyayê tên kirin, gumanan çêdikin. Li pişt perdeyê çi soz hatin dayîn, divê aşkere bikin. Gelo têkildarî qirkirina kurdan wê bibin hevkarên Tirkiyeyê? Ev girîng e.

‘Dewlta tirk bi erêkirina NATO’yê çekên Taktîk Nukleer bi kar tîne’

Ez ji vir dixwazim bang li gelên dewletên endamên NATO’yê, rewşenbîr, hunermend û wijdanên wan ên mirovahiyê bikim: nebin hevkarê komkujiyên Tirkiyeyê, li dijî wan derkevin. Dewleta tirk dixwaze koka kurdan bikole, dixwaze qirkirinê bimeşîne û li dijî kurdan terorê pêk tîne. Destê xwe nexin nava xwîna kurdan, bi dewleta tirk re nebin hevkar. Banga min ji bo gelên dewletên endamên NATO’yê ew e ku li dijî van polîtîkayan derkevin. Ji ber ku ev dewlet dixwaze li ser kurdan qirkirina fîzîkî û qirkirina spî bimeşîne. Niha dixwaze bi polîtîkayên cur be cur ên dimeşîne, kurdan tune bike. Divê tu kes nebe şirîkê vê yekê.

Mijarek din jî, mijara çekên taktîk nukleer e. Niha em diaxivin, dibe ku hinek bawer nekin. Lê dîmenên wê hene. Her tişt bi aşkere dixuyê. Tupên ku bombeyên taktîk nukleer jî hene, hevalên me ji nêz ve dîmenê wê kişandine. Bombeya taktîk nukleer çiye? Bombeya taktîk nukleer ‘uranyuma hatî sivikkirine’ ku di astek diyar de hatiye sivikkirin, yanî bandora wê hinekî hatiye kêmkirin. Mînak bombeyeke taktîk nukleer a bi 10 kîlo, qasî bombeya bi 10 ton bandor dike. Yanî her kîloyek wê qasî tonekî xwedî bandora teqînê ye. Em dizanin ku di wextê xwe de NATO ev bombe dabû dewletên endam ku di rewşên gengaz de bi kar bîne û dabû Tirkiyeyê jî. Berê hin rayedaran jî ev aşkere kiribûn. Ev bombeyên bi vî curî, bêguman li Rûsya, Pakistan, Hindistan û Çînê yanî li welatên ku çekên nukleer çêdikin hene. Lê em dizanin ku li envantera NATO’yê jî hene. Niha jî ev 3 sal in dewleta tirk li dijî me bi kar tîne. Destpêkê sala 2021’an li Girê Sor, piştre li Werxelê, piştre sala 2022’yan di pêvajoya şer de û herî dawî 13’ê tîrmeha 2023’yan, yanî beriya çend rojan li Zapê dîsa hat bikaranîn.

Ev çek qasî bandora erdhejê ye. Li cihê ku tê karanîn, çiya diheje û gazên bi jehr belavî derdora xwe dike. Yanî çekeke qedexekirî ye. Gelo dewleta tirk vê çekê bi erêkirina NATO’yê bi kar tîne, yan bi serê xwe kar tîne? Ne pêkan e ku bi serê xwe kar bîne. Bêguman bi erêkirina NATO’yê bi kar tîne. Em niha ji NATO’yê pirs dikin: Sekreterê giştî yê ku demê wezîfeya wî nû hatî dirêjkirin qala terorê dike. Gelo yên teror û komkujiyê dimeşînin kurd in, yan dewleta tirk e? Destê xwe deynin ser wijdana xwe, heqîqetan bînin zimanekî rast û bombeyên taktîk nukleer erê nekin. Destê xwe nexin nava xwîna ciwanên kurd. Gerîlayên azadiya Kurdistanê, hêzên parastina cewherî ya Kurdistanê ne. Destê xwe dirêjî mal û welatê tu kesê nekiriye. Dewleta tirk hatiye welatê me dagir bike. Gelo eger welatê we were dagirkirin, ma hûn li ber xwe nadin? Em jî niha vê yekê dikin. Mafê me yê herî rewa ye ku em xwe biparêzin. Banga me ev e: “Bila dewletên NATO’yê piştgiriyê nedin komkujiyên dewleta tirk û bombeyên taktîk nukleer nedin dewleta tirk. Di heman demê de banga me ji bo her kesê xwedî wijdan, hêzên demokratîk û parêzvanên mafên mirovahiyê ne.”

 ‘Divê her kes xwedî li Mazlûm Dag û Abdurahman Er derkevin’

Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên li zindana Hewlêrê girtî ne, zêdeyî 60 roj in di greva birçîbûnê de ne. Rewşa wan a tenduristiyê niha di qonaxeke krîtîk de ye. Hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?

Weke ku me diyar kir 100 sal in em weke gel rastî komkujî û girtinan tên. Kurd di zindanên van hemû dewletan de man, hatin îşkencekirin û kuştin. Îro li du parçeyan, li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê desthilatdariya kurdan û girtîgehên wan hene. Divê di zindanên hikûmeta Kurdistanê de zilm û îşkence neyên kirin. Bi gotineke din, divê em tiştên ku dijminên me yên kujer anîne serê me, em neynin serê gelê xwe û neynin serê dijminê xwe jî. Ez vî tiştî him ji bo Rojava û him jî ji bo Başûr dibêjim.

Niha ez naxwazim behsa wê yekê bikim ku herdu xortên kurd li Başûr çi sûc kirine yan jî nekirine. Dibe ku di wê rewşê de, wan alîkarî kirine. Jixwe tê zanîn wan ew tişt nekirine. Lê belê rêveberiya Başûr girtina wan weke serkeftin nîşan da û biryara darvekirinê da. Jixwe yek ji wan qet eleqeya wî bi tiştekî din tune yê din jî bi heyecana ciwaniyê têkilî daniye. Bi kurtasî  mirov in û kurd in û ji ber zextên li ser wan ev 60 roj in di greva birçîbûnê de ne. Xuya ye ku ew ê dest ji vê çalakiyê bernedin.

Heke ev ciwan şehîd bibin, ev ji bo serokwezîr û serokê herêma başûrê Kurdistanê tê çi wateyê? Ma ew ê ne şermeke mezin be? Dibêjin, ‘Eger hûn dixwazin li welatekî demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê nas bikin, li girtîgehên wan binêrin’ Divê ev yek li girtîgehên kurdan pêk neyê. Bi taybetî jî divê kurd vê yekê li hev nekin. Ev ne mijareke siyasî ye. Ev mijareke însanî, exlaqî û wijdanî ye. Dema mirov ji ber zilma di bin kontrola we de bikevin, greva birçîbûnê û şehîd bibin tê çi wateyê? Çima heta niha mudaxele nekirine? Daxwazên wan ciwanan ne tiştên mezin in, ez nikarim fêm bikim çima heta niha li ser wan sekinîne.

Mirov nikare wateyê bide hinek tiştan. Tevdîrên ku li ser sînorê di navbera Rojava û Başûr de hatine girtin, li tu deverên cihanê nayên dîtin. Lê her du alî jî kurd in. Çima wisa ye? Ma tu wateya neteweyî tune? De werin, hûn di warê siyasî de li dijî hev in, lê berjewendiyên netewî hene, tiştên mirovahî hene. DYA ji bo ku Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera wan de kar bike, diçe û tê. Nikare wan bîne ba hev. Ji Hesekê diçin Hewlêrê û dixwazin tiştan nerm bikin da ku derî bixebite. Ma ev ji bo siyaseta kurd ne şerm e? Ev bi rastî paşverû ye. Zihniyeteke teng, eşîrî ye. Di vê demê de divê nêrîneke wisa tunebe. Kesên li hemberî hev şer dikin jî ji bo berjewendiyên xwe rûdinên û li ser hinek tiştan li hev dikin. Gelo çima kurd vî tiştî nakin? Divê ev yek bi ser bikeve û em hêvî dikin ku ew ê bi ser bikeve. Li hemû cihanê di navbera hêz û dewletan de lihevhatinek heye, gelo hişmendiya me nîne ku pirsgirêkên di nav xwe de çareser bikin? Ev nayê wê wateyê ku çi dibe. Ev şerm e. Divê tiştên wiha ji holê rabin. Ev ji bo hemû gelê me girîng e. Ger siyaset bi vî rengî be, helbet yên din wê hesabên wiha li ser Kurdistanê bikin. Îro dewletên ku li Kurdistanê serdest in dicivin û di gelek mijaran de dikarin li hev bikin, lê kurd nikarin vî tiştî bikin. Em hêvî dikin ku ev heyam bi Konferansa Lozanê ya ku tê lidarxistin, derbas bibe. Ji ber vê yekê ez bang li gelê me dikim ku li dora konferansê bibin yek û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Weke tevger em ê girêdayî hemû biryarên vê konferansê bin û divê hemû rêxistinên welatparêz helwesteke bi vî rengî nîşan bidin da ku em dawî li vê parçebûnê bînin.

‘Dest ji siyaseta komkujiyê bernedin wê têk biçin’

Herî dawî tiştek heye hûn bixwazin diyar bikin?

Dewleta tirk 8 sal in dixwaze bi konsepteke nû qirkirinê serwer bike. Di sala 2023’yan de dixwestin temam bikin, dixwest di salvegera 100’emîn a Lozan û Komarê de desthilatdariya xwe îlan bike. Di vê çarçoveyê de şerekî dijwar qewimî û dewam dike. Hem dema Osmanî û hem dema komarê jî di nav de di dîroka me de weke kurdan em cara destpêkê ye ku qasî 3 salan bi berdewamî, di heman çeperê de li dijî hemû çekan, çekên qedexe û bombeyên taktîk nukleer çeperê xwe diparêzin. Ev ji bo me serkeftinek e ku çavkaniya xwe ji serbilindiyê digire. Mêr û jinên kurd ev 3 sal in artêşa tirk ku ji xwe re dibêje, ‘ez artêşa duyemîn ya herî mezin a NATO’yê me’ li Zapê asê kiriye. Tevî ku artêşa tirk her cure çekê bi kar tîne, wê nekaribe ber bi pêş ve biçe. Ev yek ji bo ku kurd îro li her derê bi serbilindî û bawerî tevbigere, asteke girîng e.

Dewleta tirk divê vê heqîqetê bibîne. Ew nikarin me têk bibin. Ewane nikarin me weke gel tune bikin. Divê îradeya me nas bikin, hebûna me qebûl bikin û mafên me bibînin. Eger vê yekê nekin wê têk biçin. 50 sal in PKK têdikoşe, 40 sal in şer heye, lê 8 sal in bi konseptek nû li dijî teknolojiya demê şer dike. Dewleta tirk di vî şerî de hemû derfetên xwe seferber kir. Dewleta tirk hemû madiyeta Tirkiyeyê mezaxt. Lewma niha Tirkiye niha birçî ye. Tirkiye niha di krîza aborî, siyasî, civakî û leşkerî de ye. Erdogan niha ji dewletên ereb pere dixwaze. Çima? Ji bo li hemberî kurdan bi kar bîne. Dîsa dewletên NATO’yê digere. Çima? Ji ber ku li dijî kurdan ji xwe re li piştgiriyê digere? Yanî ji bo tunekirina kurdan dixwaze bi her kesî re bibe yek. Lê êdî nikarin bikin. Li gel kurdan îradeyek ava bû, felsefe pêş ket. Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê kokê xwe da. Êdî li ser vê xakê mîlîtanên fedayî yên Apoyî hene. Weke gel mafê me jî heye ku bi azad li ser vê xakê bijîn û em ê azad bijîn. Banga me ji bo dewleta tirk ev e: ‘Dest ji siyaseta komkujiyê berdin. Eger hûn bernedin, hûn ê têk biçin, em ê bi ser bikevin. Serkeftin a me ye. Rêya me rast e, doza me bi maf e. Weke gel hingî ku em xwedî egîdên wisa bin, teqez em ê li Rojhilata Navîn bi azad bijîn. Tu kes nikare pêşiya vê yekê bigire’. Li ser vî bingehî ez bang li gelê kurd û ciwanên kurd dikim ku hîn zêdetir tevlî têkoşîna demokratîk bibin. Ez bang li gelê tirk ê ku Tirkiyeyek demokratîk dixwaze û gelên herêmê dikim ku li ser rêya jiyana azad û bi rûmet tevlî têkoşîna Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar