Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Karayilan: Parastina deskeftiyên Rojava erka neteweyî ya her kurdekî ye

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan ji bo 19’emîn Kongreya Asayî ya KNK’ê peyamek şand û bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava. Karayilan got ku xwedîderketina li Rojava û parastina deskeftiyên wê erka neteweyî ya her kurdekî ye. Karayilan diyar kir ku di vê serdemê de mijara herî stratejîk, yekitiya neteweyî ya gelê kurd e

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji bo 19’emîn Kongreya Asayî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re peyamek şand.

Mûrat Karayilan di peyama xwe de got ku di demekê ku li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûyerên awarte diqewimin, Kongreya 19’emîn a KNK’ê tê li darxistin. Karayilan diyar kir ku ji ber şert û mercên heyî weke şexsî nekarî tev li kongreyê bibe û wiha domand: “Hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikim. Di wê baweriyê de me ku Civata Giştî ya 19’emîn dê vê pêvajoya hesas li gorî hesasiyeta wê binirxîne, nîqaşan bike û bi biryarên xwe dê tevkariyeke girîng li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê me, li demokratîkbûna Rojhilata Navîn bike.”

Bi berdewamî jî peyama Karayilan wiha ye:

“Di vê demê de ku civîna Civata Giştî pêk tê, dijminê kurdan dewleta tirk a faşîst ji bo tunekirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke giran a dagirkeriyê li dijî Rojava pêk tîne. Di şexsê Rojava de êrîş li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd ên li Rojhilata Navîn tê kirin. Dixwazin careke din kurdan bikin qurbanê berjewendiyên navdewletî. Lê belê vê carê wê bi ser nekevin. Gelê Kurdistanê hemû, dostên me û raya giştî ya navneteweyî li dora ‘Cenga Rojava’ bûne yek û bi vî rengî em ê rê nedin ku faşîzma tirk bi ser bikeve. Em amade ne ku ji bo azadiya gelê xwe bi her rengî berdêlan feda bikin. Bi pêşengiya gelên leheng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê me yê li Kurdistanê û derveyî welat dê bi têkoşîna xwe dîrokeke nû binivîsîne. Hêvî dikim ku Civata Giştî ya KNK’ê dê bibe wesîle ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma tirk têkoşîna li dora Şoreşa Rojava bê mezinkirin. Bi navê KNK’ê divê em li dijî dagirkeriyê raya giştî ya dinyayê rakin ser pêyan û ji bo balê bikişînin ser vê yekê seferber bibin. Şoreşa Rojava destkeftiya neteweyî ye, rûmeta neteweyî ye û nirxê azadiyê yê dinyayê ye, lewma parastina vê yekê wezîfeya neteweyî ya her kurdekî ye.

‘Yekitiya kurdan mijara herî stratejîk a vê demê ye’

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Rojhilata Navîn ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê diqewime, yekitiya kurdan weke meseleya herî stratejîk dibîne. Ji ber ku tê xwestin hevsengiyên kevn ên li Rojhilata Navîn bên hilweşandin û yên nû bên avakirin şerekî piralî diqewime. Ne diyar e ku dê li Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Iraqê, Îranê rewş bi çi rengî be. Hem nakokî û şer didomin hem jî tu nîşane nîne ku şer di demeke kurt de bi dawî bibe. Ev rewş ji bo me kurdan hem firsendan diafirîne hem jî metirsiyan. Bi taybetî dewleta tirk a ku serkêşiyê ji dijminatiya li kurdan re dike di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ji bo destkeftiyên kurdan asteng bike bi her rê û rêbazên qirêj tevdigere. Em baş dizanin ku tenê stratejiyeke dewleta tirk heye; ew jî bi qirkirina kurdan re dixwaze Kurdistanê bike qada berbelavbûna netewetiya tirk.

‘KNK dikare ji bo yekitiyê rolekî pir erênî bilîze’

Ji ber vê yekê divê kurd bizanin ku di nava van şert û mercan de li parçeyekî bi tenê nikarin encamê werbigirin. Divê yekitiya kurdan weke mîsogeriya destkeftiyên li her parçeyî bibînin û bi rengekî xurt piştevaniya têkoşîna azadiyê ya li her parçeyî bikin. Lewma ji ber van şert û mercên siyasî û şer ên li Rojhilata Navîn em berpirsyariyeke dîrokî li ser milê xwe dibînin û tenê ji bo hikûmeta başûrê Kurdistanê em peyamên yekitiyê yên erênî ji partiyên siyasî yên kurdan hemûyan re radigihînin. Bi vê armancê bangên me hene. KNK di vê mijarê de dikare roleke gelekî erênî pêk bîne.

‘Em destkeftiyên Başûr mîna destkeftiyên xwe dibînin’

Hin derdor dibêjin PKK dixwaze şer bîne Başûr. Lê em destkeftiyên başûrê Kurdistanê mîna destkeftiyên xwe dibînin. Em niha ji Şemzînanê heta Dêrsim, Zagros, Serhedê li her deverê li dijî mêtingeriya dewleta tirk şer dikin. Em şerekî pir giran dikin. Dewleta tirk dibêje;  ‘kana vê li bakurê Iraqê ye’ û êrîşê tîne ser Başûr. Ne me şer aniye Başûr, a ku şer aniye Başûr dewleta tirk e. Ji aliyê dî ve, şaş e ku mirov parçeyên Kurdistanê ji hev cuda bike,her wiha şaş e ku mirov hemû parçeyan mîna hev bibîne û weke ku tu cihêtiya wan ji hev nebe binirxîne. Me PKK’ê şerê nav kurd, bi rengekî ku careke dî ev derfet venebe girtibû. Niha jî em eynî tiştî dibêjin. Çima? Ji ber ku em neteweyek in, çarenûsa me yek e. Em dibêjin ji bo hikûmeta başûrê Kurdistanê jî, hemû partî li ser vê mijarê hesas bin. Nexasim divê çapemeniya kurd, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rêxistinên civaka sivîl li vê baldar bin û bi roleke baş rabin.

‘Ji Kerkûkê heta Şengalê planên gemarî yên dewleta tirk hene’

Li Iraqê li ser gelê me taloke didome. Li başûrê Kurdistanê, nexasim ji Kerkûkê heta bi Şengalê li ser kurdan planên veşartî hene. Planên dewleta tirk hene ku li Kerkûkê û hin qadên Kurdistanê serwer bibe. Dewleta tirk behsa Mîsakî Millî dike. Tişta ku jê re Mîsakî Millî dibêje jî başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê ye. Li Îranê krîzeke pir giran a navnetewî û navxweyî heye. Li Sûriyeyê armancên gemarî yên dewleta tirk didomin, ji bo ku Rojava ji ser ta pê dagir bike bi hemû hêza xwe êrîşê tîne, li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê hucreyên DAıŞ’ê hene û têkoşîna li dijî wê heye.

Bi pêşengiya Tirkiyeyê hevkariya hemû dewletên mêtinger a li dijî kurdan a bi astên cuda talûkeyeke mezin e. Heke mirov bala xwe bidiyê, li gel ku Tirkiye ew dewlet e ku li Sûriyeyê rêxistiniya çeteyan dike û Sûriye kiriye kavil jî, li ser mijara dagirkirina Efrînê TC’ê û rejîma BEAS’ê hevkarî kirine.

Talûkeyên li ser kurdan

Di vê pêvajoyê de du talokeyên sereke li ber kurdan hene. Ya pêşî ew e ku kurd parçeyî ne û yekitiya wan a neteweyî nîne. Bi asta neteweyî jî, divê em pirsgirêka yekitiyê ji yekitiya partiyan derxin. Ji ber ku netewe tenê ji partiyên siyasî pêk nayê. Hemû derdorên siyasî, civakî, etnîk, dînî û mezhebî, şexsiyet ên ku civakê pêk tînin hêmanên netewêyê ne. Ji ber vê, xebatên yekitiya neteweyî jî divê van hemûyan vehewîne nav xwe û armanc bike ku her kesî li derdora hin rêgez û nirxan werîne gel hev. Nêzîkatiyeke bi vê hişmendiyê hem dê yekitiya neteweyî ya rasteqîn pêk bîne û hem jî dê bike ku hêzên siyasî bi rehetî werin gel hev.

Xebatên dîplomasiyê yên navdewletî

Ya duyan jî ew e ku kurd doza xwe têra xwe naveguhezin qada navneteweyî, li qada navneteweyî bi hêzên siyasî yên demokratîk û gelan re têkiliyeke têrkar nadeynin. Di rastiyê de, meseleya kurd ji çêbûna xwe ve meseleyeke navneteweyî ye. Aliyê meseleyê ne tenê dewletên mêtinger in. Hêzên global jî parçeyek û aliyek ji meseleyê ne. Jixwe pirsgirêkên ku têne jiyîn jî vê îspat dike. Hêzên global heta niha giraniya xwe dane ser netewdewletên mêtinger. Ji ber ku berjewendiya wan wiha hewce dike. Lê niha bi têkoşîna kurdan rewş guheriye. Pergala mêtinger bi gelek nêzîkatî û sepandinan li ser mijara polîtîkayên wan pirsgirêkan ava dike. Divê ev rewş baş were nirxandin û li ser vê bingehê girîng e ku mirov bi hêzên navneteweyî re têkiliyê geş bike. KNK hem talûkeyên mêtingeriyê yên ji bo pergala cîhanê û hem jî, rola pozîtîf a kurdan di avakirina aramî û demokrasiyê de ya Rojhilata Navîn divê baş bikaribe vebêje. Helbet divê vê tenê bi elîtên dewletê re sînordar nehêle. Weke li Kurdistanê tê kirin, li derveyî welêt jî, bi civakan re divê têkiliyan geş bike û giraniyê bide dîplomasiya camewerî.

Rewşa girtî ya Ocalan

Yek ji rojeva din a sereke ya siyasî ku divê mirov li ser raweste rewşe girtîbûnê ya Rêber Apo û tecrîda li ser e. Rêber Apo hem aktorekî sereke yê meseleya kurd û hem jî nirxekî neteweyî yê kurd e. Divê tu partiyeke siyasî ya kurd û welatparêzek li bara polîtîkayên li ser rêberê kurd bêdeng nemîne. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo ne takekesî ye. Her nêzîkatiya li Rêber Apo bi hedef û encameke siyasî ye. Ev jî rasterast bi meseleya kurd re têkildar e. Ne tenê ji bo çareseriya meseleya kurd a li bakurê Kurdistanê, hemû gelê kurd têkildar dike. Ji ber hindê, li ser vê mijarê divê her kes berpirsyariya xwe bibîne.

Li ser hîmê van raman, nirxandin û pêşniyaran em careke din 19’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê silav dikin, bawer dikim ku dê bi ser bikevin. Weke endamê KNK’ê sond dixwim ku berpirsyariya ku ketî ser milê min bi cih bînim, bi hurmetdarî we silav dikim.” AMSTERDAM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar