Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Karayilan: PKK dê heta dawiyê destkeftiyên gelê kurd biparêze

Mûrat Karayilan da zanîn ku helwesta hikûmeta başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkerî û komkujiyan cihê şermê ye. Karayilan diyar kir ku divê hikûmeta Başûr û PDK îstîxbaratê nede dewleta tirk û wiha got: “Em ê heta dawiyê destkeftiyên başûrê Kurdistanê biparêzin. Me di vî warî de soz dane, ji ber ku em fedaiyên vî gelî ne.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan tev li bernameya taybet a Radyoya Dengê Welat bû. Karayilan anî ziman ku mîna ku di sirûda Ey Reqîp de tê gotin, ‘Kê gotiye ku kurd miriye, em nemirin, em jîn dibin, em zindî dibin û em hene’.

Mûrat Karayilan di serî de Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî. Axaftina Karayilan wiha ye:

“Îro 30’ê hezîranê salvegera çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan e. Beriya 23 salan îro hevrê Zîlan li Dêrsimê çalakiya fedaî kir û bi çalakiya xwe gaveke mezin avêt. Beriya her tiştî vê çalakiya hêja ya hevrê Zîlan silav dikim. Di şexsê Zîlan de fedaiyên meha hezîranê hevrê Gulan, Sema Yuce û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim û soza ku me daye wan dubare dikim.

Meha hezîranê weke ‘meha fedaiyan’ tê naskirin. Ji ber ku di 6’ê hezîranê de fermandara Hêzên Taybet hevala Gulan a hêja şehîd bû. Di heman demê de di 17’ê hezîranê de hevrê Sema Yuce ya fedaî şehîd bû. Ji xwe bi çalakiya hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ya di 30’ê hezîranê re, meha hezîranê bû meha fedaiyan.

Divê mirov çalakiya hevrê Zîlan weke çalakiyeke leşkerî ya ji rêzê nebîne. Wateyeke xwe ya mezin heye. Weke ku tê zanîn di 6’ê gulana 1996’ân de li dijî Rêber Apo hewldaneke sûîqestê hatibû kirin. Ev hewldana sûîqestê çiqasî bi ser neket jî hat fêhmkirin ku armanca dijmin îmhakirina Rêberê me ye. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe nîşan da ku divê milîtaneke/î partiyê bi çi rengî bersivê bide êrîşên li dijî Rêbertî, divê canê xwe bi rengekî fedayî bike sîper, li hemberî êrîşên li dijî Rêbertî bêdeng nemîne û bi gavên gelekî tund bersiv jê re bê dayîn. Hevala Zîlan gaveke watedar û di cih de nîşan da ku divê Rêberê me çawa bê parastin. Hevrê Zîlan hevaleke zane, xwende bû û fêhm kiribû ku Rêber Apo ji bo gelan çiqasî girîng e. Ji xwe nameya ku bi wesîleya çalakiya xwe nivîsand mîna manîfestoyê ye. Di wir de bi rengekî vekirî diyar dike ku divê Rêbertî ji her alî ve bê parastin, divê bersiv ji êrîşan re bê dayin û ji bo vê jî divê bi rengekî fedaî tevbigerin. Gaveke bi vî rengî gelekî watedar bû. Wateya destpêkê ya çalakiya hevrê Zîlan wiha ye.

Wateya çalakiya Zîlanê

Ya duyemîn; di nava tevgera me de ruhê fedaî timî hebû. Ji xwe pêngava Rêber Apo bi rengekî fedaî ye û fedaiyê herî mezin Rêber Apo ye. Çalakiya destpêkê ya fedaî li Zindana Amedê ji aliyê hevrê Mazlum Dogan ve hate kirin, piştre hevalên din bi rojiya mirinê û çalakiyên bi şêweyên din ev yek berfireh kirin. Li nava refên gerîla û li çiyayên Kurdistanê di serî de fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Celal Hoca (Ramazan Kaplan) di pratîka xwe de ruhê fedaî afirandin. Lê belê hevrê Zîlan bû mînaka destpêkê ku nîşan da, kesek çawa dikare bi amadekarî û plankirî çalakiya fedaî pêk bîne. Hevrê Zîlan di fedaîtiyê de bû asta herî bilind. Bi rengekî plankirî bi rêbazeke diyarkirî ji çiyayên Dêrsimê daket nava bajarê Dêrsimê, ji bo bersiva herî mezin bide dijmin xwe veguherand çalakiyê û derba mezin li dijmin xist. Pêkanîna çalakiyeke wiha di nava tevgera me de rewşeke nû bû û rêbaza çalakiya fedaî afirand. Sala 1996’an ji aliyê taktîkî ve rewşeke xitimandî hebû, lêgerîna ‘divê em gaveke çawa biavêjin’ hebû. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe gav avêt û destnîşan kir ku di xeta fedayîtî de divê em şer bikin.

‘Çalakiya hevrê Zîlan, rovanşa Terteleya Dêrsimê bû’

Wateya sêyemîn a çalakiya hevrê Zîlan jî ew e ku çalakiya wê li Dêrsimê pêk hat. Weke ku tê zanîn Dêrsim ew dever e ku dewleta tirk a qirker mêtinger herî dawî dagir kir û komkujî lê pêk anî. Bi qirkirina li wir re got, ‘min êdî encam wergirt, kurdîtî nema, bi ser ketim’. Dijmin tevî qirkirina fîzîkî xwest bi qirkirina spî neteweya kurd ji holê rake. Pêkhatina çalakiya hevrê Zîlan li Dêrsimê bersiva herî bi bandor û watedar a li vê yekê bû. Çawa ku di sirûda Ey Reqîb de tê gotin, ‘Kê gotiye kurd miriye, em namirin, em jîn dibin, zindî dibin, em hene’. Çalakiya hevala Zîlan peyamek li dijî dijmin bû. Ev çalakiya ku li navenda Dêrsimê pêk anî rovanşa Terteleya Dersimê bû.

‘Li dijî kolekirina jinê pêngava herî bi wate bû’

Wateya çaremîn a ku em ji vê çalakiyê derxînin ew e ku di xeta azadiya jinê ya Rêber Apo de bû milîtaneke bê eman. Ji nivîsên hevala Zîlan mirov vê bi hêsanî fêhm dikin. Çalakiya hevrê Zîlan pêngava herî bi wate ya li dijî kolekirina jinê ye. Nîşan da ku jin çawa dikare bibe îrade, li dijî siyaseta qirker û mêtinger û zîhniyeta mêr ê paşverû yê bi hezaran salan çawa dikare bi çalakiyeke mezin bersiv were dayin, çawa dikare bibe milîtana vê yekê, felsefeya Apoyî çawa dikare bê temsîlkirin. Bersiva van pirsan bi çalakiya xwe nîşan da. Ji xwe Rêber Apo vê gava bi wate ya hevrê Zîlan gelekî bi berfirehî nirxand. Di afirandina xeta azadiya jinê de hewldaneke şareza û bi wate bû. Çalakiyek bû ku têkoşîna azadiyê ya jinê bi pêş ve bir û xeta wê da rûniştandin. Di vê çarçoveyê de di nava tevgera me de, di nava hevrêyên jin de ruhê fedaîtiyê afirandin, sekna jinê ya azad a xwedî îrade xurt kir û sekna şoreşgerî ya bi jiyana azad û şoreşê ve girêdayî ye derxist holê. Bi vî rengî di têkoşîna azadiya jinê de rê li ber xurtbûn û mezinbûnekê vekir.

‘Îro jî rêbaza û ruhê Zîlanê di rojeva me de ye’

Çalakiya hevrê Zîlan a di 30’ê hezîrana 1996’an de, xwedî wateyeke bi vî rengî ya kûr û dîrokî ye. Di nava tevgera me de bû mînakek ku milîtan û sekna jinê ya di xeta Rêber Apo de divê çawa be. Îro jî ev rêbaz û ruh di rojeva me de ye. Weke ku tê zanîn piştre bi dehan, bi sedan çalakiyên fedaî hatin kirin. Saziya Hêzên Taybet ava bû, Tabûra Nemiran ku asta bilind a fedaîtiyê ye di vê çarçoveyê de ava bû. Îro jî Tabûra Nemiran ji bo xwedî li ruhê Şehîd Zîlan derkeve û Rêber Apo biparêze bi rengekî çalak di dewrê de ye. Peyamên ku hevrê Zîlan bi çalakiya xwe nîşan da niha jî weke wezîfeyekê li pêşiya me ye. Bi taybetî saziyên ji bo vê ava bûne, rêxistinên di vê çarçoveyê de ava bûne divê di nava kûrbûn û karekî wiha de bin. Ruhê bingehîn ê ku îro me bi ser bixîne ruhê fedaî yê Zîlanê ye. Ji ber ku ev ruh ruhê serkeftinê ye. Di vî ruhî de windakirin nîne, serkeftin heye.

Grevên birçîbûnê dîwarê tecrîda mutleq derizand

Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku mîna pêngavekê derkete holê, ruhê Zîlanan û Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ji xwe re esas dîtin. Bi vê wesîleyê çalakgeran hemûyan silav dikim û ji hemûyan re serkeftinê dixwazim. Bi saya pêşketinên ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derxistine holê û bi encamên ku pêngava grevên birçîbûnê ya du sed rojî domiya, dîwarê tecrîda mutleq derizî. Dengê Rêber Apo ji wê derê hat û gihîşt me. Di vê demê de destkeftiya herî mezin û hêja ew e ku piştî tecrîda giran û mutleq a çar salan dengê Rêber Apo gihîşt derve. Piştî heşt salan yekemcar parêzeran Rêbertî dîtin. Ya herî girîng jî ew bû ku peyama Rêber Apo anîn û bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. Ev yek bi tena serê xwe encameke girîng e.

Bi taybetî daxuyaniya ji heft xalan a mîna deklarasyonê ku di daxuyaniya Rêber Apo de hate aşkerakirin, nîşan da ku Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêkên Tirkiyeyê û pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn de xwedî hêza herî mezin e, xwedî projeya çareseriyê û formula wê ye. Di wê deklarasyonê de bi rengekî vekirî aşkera bû ku Rêber Apo xwedî hêzeke çiqasî mezin a çareseriyê ye. Bi vî rengî her kesî careke din fêhm kir ku di çareseriya pirsgirêkên heyî de Rêber Apo hêza sereke ye.

‘Armanca erîşan a bingehîn lawazkirina xeta Rêber Apo bû’

Di nava pênc salên dawî de bi destê DAIŞ’ê piştre jî bi destê tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê li dijî gelê me û têkoşîna me êrîşên bêeman hatin kirin. Wekî din li Îmraliyê sîstema tecrîdê ya herî giran pêk anî û şerekî taybet ê psîkolojîk meşand. Armanca bingehîn a van êrîşan ew bû ku xeta Rêber Apo lawaz bikin û vê xetê tasfiye bikin. Xwestin ku Rêber Apo bikin girtiyekî li Îmraliyê lawaz bûye, armanca wan ev bû. Lê belê bûyerên dawî qewimîn, hevdîtinên parêzeran, çalakiyên hatin kirin, daxuyaniyên hatin dayin, pêvajoya piştî 2’yê gulanê rû da û piştî wê nîqaşkirina hevdîtinên Rêber Apo li nava raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê, dengvedana hevdîtinan nîşanî her kesî da ku Rêber Apo li Tirkiyeyê û herêmê yê xwedî hêza esasî ye, aktorekî girîng ê çareserkirina pirsgirêkan e.

‘Milîtanên vî gelê xwîna gelê xwe li erdê nehiştin’

Pênc salên dawî ji Îmraliyê, ji çiyayên Kurdistanê, ji Şengalê û Kobanê êrîşên berfireh ên dest pê kir, piştre DAIŞ’ê êrîşî bakurê Kurdistanê û Kobanê kir. Bi vê wesîleyê mirovên me yên ji ber êrîşên hovane yên li derveyî mirovahiyê yên MÎT û DAIŞ’ê li Kobanê di 25’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînim. Bêguman milîtanên vî gelî xwîna wan li erdê nehiştin. Divê her kes zanibe ku milîtanên vî gelî çawa ku dest ji DAIŞ’ê bernedan, ji Kobanê dest pê kirin û heta Reqa û Baxozê dan pey wan û ew ji holê rakirin, sedema vê yekê hilanîna tola komkujiyên ku DAIŞ’ê li Şengalê û Kobanê kirin bû. Wekî din a ku xwestin bi komkujiyên li Cizîr û Sûrê bikin lawazkirina Rêber Apo û xeta Apoyî bû. Ango xwestin ku gelê kurd lawaz bikin. Lê belê dijmin di wir de jî bi ser neket. Pêngava ’em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’, peyama Rêber Apo, bûyerên mehên dawî qewimîn, ragihandina serkeftina li dijî DAIŞ’ê, encamên hilbijartinên 31’ê adarê, hilbijartinên Stenbolê yên dawî rastî nîşan da ku xeta Rêber Apo ji her demê bêhtir xurt e.

‘Xuya bû ku Rêber Apo bêhtir kûr bûye û xurtir bûye’

Mijareke din a ku di vê demê de hate dîtin ew e; Rêber Apo ji dema destpêkirina tecrîda Îmraliyê û vir ve tevî berxwedana bi sebir, kûrbûneke xurt û rê û rêbazen rast, di nava kûrbûneke mezin de ye. Ango kûrbûna Rêber Apo mezintir bûye, perspektîfên wî bêhtir dewlemend bûne û ev yek bi rengekî vekirî derketiye holê. Daxuyaniya hate dayin û peyamên hatin aşkerakirin vê rastiyê nîşan didin. Ev rewşa Rêber Apo di heman demê de ji bo me û hevrêyan hemûyan mînak e. Gelekî watedar e ku di nava şert û mercên giran û tecrîda mutleq de kûr bûye, ji aliyê fikrî ve bêhtir bi pêş ve çûye û kûrbûna xwe zêde kiriye. Hate fêhmkirin ku Rêber Apo bêhtir kûr bûye, hêza xwe ya fikrî mezin kiriye û xurtir bûye. Rêbertî qet vala nesekiniye, xwe kûr kiriye û ketiye nava amadekariyeke mezin. Bêguman sekna Rêber Apo ji bo me peyamek e, çavkaniya hêzê ye. Di nava şert û mercên giran de, der barê şêweyê xurtbûn, kûrbûn û çareserkirina pirsgirêkan de ger em vê sekna Rêber Apo ji xwe re bikin mînak, hingî em ê bibin bersiv. Ji ber ku Rêber Apo di nava şert û mercên herî zehmet de jî xwedî çareseriyê ye. Milîtanên Rêber Apo û welatparêzên ji nava gel divê vê sekna xurt a Rêber Apo, îradeya wî ya ji pola û berxwedana wî ya bi sebreke mezin baş fêhm bikin. Rêber Apo bi vê kapasîteya xwe, bi vê sekn û kûrbûna xwe ji bo me mînakê herî berbiçav e. Divê em ji xwe bipirsin ku çawa dikarin bibin bersiv ji vê sekna Rêbertî re.

Êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê

Beriya her tiştî sê mirovên me yên li Kortekê şehîd bûn, mirovê me yên rojek berî wê komkujiyê li Goşînê şehîd bû bi minetdariyeke mezin bi bîr tînim. Rejîma AKP-MHP-Ergenekon ku dijminê sondxwarî yên gelê kurd e ew şehîd xistin. Dê xwîna wan li erdê nemîne û tola wan bê hilanîn. Di şexsê van şehîdan de em soza ku me dane şehîdên Kurdistanê dubare dikin. Em ê hesabê pêwîst ji dijminê mêtinger bipirsin. Ew di rêya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûn. Ji ber vê yekê şehîdên şoreşê ne. Di serî de malbatên van şehîdên xwe em sersaxiyê ji gelê Qendîlê, gelê başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê xwe re dixwazin. Ji birîndaran jî şîfayê dixwazin.

‘Bi zanebûn sivîlan hedef digirin’

Dewleta tirk dem bi dem bi zanebûn êrîşî gelê sivîl ê başûrê Kurdistanê dike. Sala 2000’î ji komkujiya Kendekolê ya Xinêrê û vir ve êrîşên dewleta tirk ên li dijî sivîlan bi zanebûn tên kirin. Bi vê yekê dixwazin gel bitirsîne, bitepisîne, koçber bike û ji aliyê psîkolojîk ve bixe bin kontrola xwe. Ji bo li başûrê Kurdistanê kes li dijî otorîteya dewleta tirk nesekine, van êrîşan dike. Li deverên ku sivîl lê hatin qetilkirin PKK nîne, her kes dizane ku li ser rêya Kortekê baregeheke PKK’ê nîne. Tevî ku dizanîn ku wesayita sivîlane, li wan dan.

Daxuyaniya dewleta tirk a ji bo qetlîaman

Di hemû şeran de êrîşa li dijî sivîlan, sûc e. Di qanûnên navneteweyî de û di Peymana Cenevreyê de hedefkirina sivîlan sûc e. Dewleta tirk a mêtinger bi van êrîşên xwe yên dijî gelê me yê sivîl bi rengekî vekirî sûc dike, qanûnên navneteweyî binpê dike. Li dijî vî sûcê dewleta tirk, Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyeke fermî da û got, ‘Sedem çi dibe bila bibe em destwerdana dewleta tirk a li xaka me şermezar dikin’. Wezareta Karên Derve ya Tirk jî bang li nûnerê Iraqê yê li Enqereyê kir û hişyarî da wî. Jê re got, ‘Me sivîl nekuştine, hûn çawa tiştekî wiha dibêjin’. Dewleta tirk di vir de daxuyaniyeke din a balkêş dike. Dibêje, ‘Ev êrîş li herêma Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Hikûmeta herêmê PKK’ê sûcdar dike, çima hûn me sûcdar dikin?’ Ya ku ji nûnerê Iraqê re tê gotin ev e.

‘Ya ku hikûmetê herêmê dike şaştiyeke mezine’

Ev rewş bi rastî jî cihê şermê ye. Daxuyaniya ku bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate weşandin em naxwazin şîrove jî bikin. Dewleta tirk bi vê bersivê re ji xwe her tişt aşkera kiriye. Bi rastî jî ji bo kurdan ev rewş şermeke mezin e. Gelo di vir de şaşitiyeke mezin nîne? Em vê yekê ji wijdanê gelê Kurdistanê bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê û raya giştî re dihêlin. Çawa çêdibe ku hikûmeta federal a navendî ya Iraqê kujerên rastî sûcdar dike, lê aliyekî kurd radibe kurdan sûcdar dike? Yên ku ev mirovên me yên sivîl kuştin bi vekirî tên zanîn. Di vir de şaştiyeke cidî heye. Divê hikûmeta herêmê û rayedarên PDK’ê ewqasî zemînê ji dewleta tirk re li herêmê neafirîne. Ev şaşitiyeke mezin e. Şaşitiyeke mezin e ku agahiya îstîxbaratê didin MÎT a dewleta tirk. Ev yek xizmetê ji gelê kurd re nake. Di encamê de ewladên hêja yên gelê kurd, milîtanên fedaî ji aliyê balafirên şer ên tirk ve tên şehîdxistin. Ya jî mirovên me yên sivîl tên şehîdxistin.

‘Ev 213 sale dewleta tirk kurdan dikuje’

Dewleta tirk hem mirovên me yên sivîl şehîd dixe, hem jî vê yekê qebûl jî nake. Ji ber ku ev dewlet ji sala 1806’an ji 213 salan û vir ve, ji raperîna Abdullah Babanzade ya li Koysancakê û vir ve timî kurdan dikuje. Ji ber ku kuştina kurdan ji bo xwe rewa dibîne. Di çavê dewleta tirk de kurd terorîst in û kuştina wan helal e. Dema ku çend meh berê heşt mirovên me yên sivîl, kurdên bêguneh li Dêrelokê û Şêladizê ji aliyê dewleta tirk ve hatin şehîdxistin, ev yek qebûl kirin? Ji wan nehat ku bêjin, ‘Me bi şaşitî kuştin’. Negotin. Berê li Efrîqaya Başûr rejîma Apartheid a nîjadperest mirovên reşik dikuşt, lê belê ev yek ji kuştina mirovan nedihesiband. Dewleta tirk jî bi heman rengî nêzî gelê kurd dibe.

‘Siyaseta şaş a hikûmeta Başûr xizmetê ji gelê me re nake’

Ez naxwazim gotinên giran bikim. Em dixwazin kêşeyên di nav xwe de bi diyalogê çareser bikin. Em li bendê ne ku van kêmasiyên xwe bibînin û siyaseta xwe biguherînin. Vê siyaseta wan a şaş xizmetê ji gelê me yê başûrê Kurdistane nake. Em li bendê ne ku vê siyaseta xwe biguherînin û em jî karibin kêşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin. Dewleta tirk bi kirinên xwe dixwaze siyasetmedarên kurd têxe şûna ehmeqan, divê em rê nedin vî tiştî. Di sedsala 21’emîn de cîhan kêşeyên xwe yên herî giran bi diyalogê çareser dike. Dewleta tirk di navbera rêxistinên kurdan dixwaze şer çêbike. Ez naxwazim qala vê îxtîmalê jî bikim. Ew ê ji bo neteweya me zirareke mezin be. Dewleta tirk bi dagirkirina başûrê Kurdistanê re hewl dide nîşanî cîhanê bide ku kurd nikarin bibin netewe û bi tenê eşîr in. Van tiştan MÎT dike. Îstîxbarata Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê bi provokasyonan dixwaze vî tiştî bike.

Em dixwazin van lîstikên dijmin pûç bikin. Di vî warî de em heta dawiyê baweriyê bi gelê xwe tînin. Em dixwazin baweriya xwe bi heqîqeta kurdan û siyaseta kurdan bînin. Divê em hêza xwe nîşanî dijmin bidin ku, em polîtîkayên dijmin pûç bikin. Ji ber vê jî divê em li hev guhdarî bikin.

‘Em ê heta dawiyê destkeftiyên Başûr biparêzin’

Her kes dizane ku em li dijî dewleta tirk a dagirker şer dikin. Divê bizanibin ku piştî niha jî em ê şer bikin. Em li Dêrsim, Colemêrg, Amanos, Botan û Amedê şer dikin. Lê dewleta tirk 120 kîlometre dûrî sînorê xwe, li Kortekê gelê me bombebaran dike. Hinek kes dibêjin ‘Ji ber şerê di navbera PKK û dewleta tirk de ev tişt çêdibe’ Ne wisa ye! Em li bakurê Kurdistanê şer dikin. Lê çawa ku dema DAIŞ’ê êrîşî başûrê Kurdistanê kir, me jî hêzên xwe şand Şengal, Mexmûr û Kerkûkê û me şehîd dan. Bi heman tarzî em ê dîsa li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê destkeftiyên başûrê Kurdistanê biparêzin. Me di vî warî de soz dane, ji ber ku em fedaiyên vî gelî ne.

Em dixwazin, em kurd hev fêm bikin û tiştên şaş nekin. Dema ku îstîxbaratê didin dewleta tirk ev şaş e û divê neyê kirin. Çareya her tiştî heye. Divê em hemû bi berpirsyarî tevbigerin. Em ji aliyê xwe ve bi berpirsyarî nêzik dibin. Divê rayedarên başûrê Kurdistanê, siyasetmedar,ronakbîr, nûçegîhan û ciwanên wan vê heqîqetê bibînin. Bi taybetî divê rayedarên başûrê Kurdistanê û PDK’ê vê rastiyê bibînin. Em ji her cure çareseriyan re amade ne. Heke ev şaşî ji holê were rakirin û berjewendiyên hevpar ên gelê me bibin esas, dê gelê me jî bikaribe bi azadî bijî.

Gelê Xelfetiyê silav kir

Gundiyên gundê Derto û hemû gundiyên Xelfetiyê bi hurmet silav dikim. Dewleta tirk a faşîst û hikûmeta AKP û MHP’ê li gundê Derto û derdora wê, bi hovîtiya xwe careke din rûyê xwe nîşan da. Dewleta tirk bi hovîtiya li gundê Dertoyê diyar kir ku ew çiqasî dijminê gelê me yê welatparêz e. Divê gelê me yê wê derê baş bizanibe, heke dijmin ev hovîtî kiribe, nexwe dijmin gelekî ji gelê me yê ji wê derê ditirse. Ev rêyeke pîroz e, rêya hemû gelê kurd e. Em li ser vê rêyê şehîd bibin jî hêja ye. Fedakariya gelê me vala neçûye. Gelê me li ser rêya pîroz li ber xwe dide. Em rêwiyên rêyeke bi rûmet in. Jinên kurd ên ku li hemberî dijmin li ber xwe didin, divê bizanibin ji ber ku ew bi rûmet têdikoşin, dijmin li dijî wan hovîtiyan dike.

‘Dê hesaba hovîtiya li Xelfetiyê bê pirsîn’

Rastiyeke din jî ev e ku Rêber Apo ji wê derê rabûye. Gundên wê derê nêzî hev in. Di demekê de em jî çûne wê derê, em wan deran dizanin. Ha Amara, ha jî Derto, herdu wekî hev in. Ji ber vê jî dijmin ji wê derê ditirse. Ji ber ku Rêber Apo ji wê derê rabûye. Sedema ku bi tundî êrîş kirine jî ev e. Divê gelê me bizanibe ku, dijmin careke din rûyê xwe yê qirker nîşan daye. Îro Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li her qadê bi pêş ve diçe. Ew ê têkoşîna me hesap ji wan bipirse. Wê hovîtiya dijmin a li Xelfetiyê him di warê navneteweyî de û him jî di nava pratîkê de were pirsîn.

Bi qasî ku me fêm kiriye, li wê derê du hevalên fedaî hene. Biryargeha me hê ji sedî 100 nizane, ew kî ne. Lê di destê me de, hin dane hene. Ji ber ku baş nehatiye zelalkirin, em naxwazin diyar bikin. Ev hevalên fedaî ne ji bo şer, lê ji bo xebata di nav gel de çûne wê derê. Bi qasî ku me fêm kiriye, ev herdu rêheval radestî dijmin nebûne û bi yek du çekên biçûk li ber xwe dane. Ev berxwedana wan gelekî pîroz e. Ji ber ku kesên xwedî rûmet bûne, teslîm nebûne. Bi çekên biçûk li ber xwe dane û şehadet dane ber çavê xwe. Ji ber vê jî helwesta wan bi rûmet e û bûne xwediyê helwesteke şoreşger. Berxwedana wan ji bo me bûye peyam û ji bo Xelfetî û wê herêmê berxwedan e. Helwesta du hevalên fedaî û ya gelê li wê derê têra xwe watedar e. Ev helwesta wan ji bo me peyam e, em ê jî bersiva pêwist bidin. Em ê bîranîna şehîdan bidin jiyîn û teqez em ê hesap ji dijmin bipirsin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar