Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...
Pazar - 13 Ekim 2024

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Karayilan: Rêber Apo ronahiya xwe li cîhanê belav kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku li hemberî komployê herî zêde Rêber Apo têkoşiya û li ber xwe da û wiha got: “Dijmin dixwest bi rêya komployê xeta Rêber Apo û tevgera me ji binî ve tine bike. Rêber Apo bi nêzîkatiyeke dahiyane tarîtiya Îmraliyê ronî kir û piştre jî ronahiya xwe li cîhanê belav kir. Ji bo vê di vê her kes tevlî pêngava azadiyê bibe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan pirsên Radyoya Dengê Gel ên derbarê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bersivand.

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate kirin 26 sal li pey xwe hişt. Armanc ji vê komployê çi bû?

Beriya ku bersivê bidim pirsa we; di vê dema dawî de şehadetên girîng û hêja qewimîn. Hevalên Alan Malazgîrt, Berwar Dêrsim, Dr. Sarya, Orhan Cîhat Bîngol, Rosîda Mêrdîn, Serhat Patnos, Yilmaz Dersîm, Xebat Cûdî, Zamanî Amanos, Hebûn Pîro, Botan Hosyan û herî dawî li Mêrdînê hevalên Zerdeşt Sûrûç, Rêbaz Bagok, her wiha Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Şehîdên leheng ên vê demê hemûyan bi hurmet û hezkirin bi bîr tînim û soza ku me dane wan dubare dikim. Em ê tola wan hilînin.

Bêguman di vê demê de gelek hevalên me di nava têkoşîna me de şehîd bûn. Di şexsê van şehîdên ku min navê wan bilêv kir hemû şehîdan bi bîr tînin. Em gelek ji van hevalan ji nêz ve nas dikin. Bi hevala Rosîda û Gulistan re bi salan em bi hev re xebitîn; gelekî ked dan. Wezîfeya me ew e ku van hevalan hemûyan bi rengekî rast temsîl bikin û xwedî li bîranîna wan derkevin.

Meha Cotmehê di nava têkoşîna me de meheke girîng e. Di nava vê mehê de gelek berxwedan çêbûn. Berxwedana Kobanê di vê mehê de gihîşt asta herî krîtîk. Di heman demê de serhildanên li Bakur ên ji bo piştgirgiya bi Kobanê re di vê mehê de pêk hatin. Berxwedana xwerêveberiyê ya li bajaran jî di vê mehê de geş bû. Hemû şehîdên xwe yên di vê berxwedana pîroz a meha Cotmehê de me ber bi ebediyetê bi rê kirin, di şexsê hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de bi bîr tînim, soza ku me dane şehîdên xwe yên leheng di şexsê şehîdên Cotmehê de careke din dubare dikim.

Eger bêm ser pirsa we; komploya ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir ji aliyê hêzên navneteweyî ve hat birêxistinkirin. Vê komployê bi tundî şermezar dikim. Komplo di şexsê Rêber Apo de êrîşek li ser paşeroja gelê me bû. Êrîşeke bê wijdan û xayin bû. Ji bo tinekirina Têkoşîna Azadiyê û serwerkirina siyaseta qirkirinê li Kurdistanê, hate pêkanîn. Hemû lehengên me yê ku li dijî vê yekê bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe kirin gogek ji agir û li ber xwe dan, bi bîr tînim. Ew pêşengên têkoşîna li dijî komployê ne. Wan nîşan dan ku ev komploya xayin, zalim û neheq çawa dikare bê rawestandin. Wan lehengan bi şehadeta xwe nîşanî me dan ku berxwedana li dijî komployê divê çawa be.

Li hemberî komployê herî zêde Rêber Apo têkoşiya û li ber xwe da. Dijmin dixwest bi rêya komployê xeta Rêber Apo û tevgera me ji binî ve tine bike. Lewma Rêber Apo li Îmraliyê xistin hucreya yek kesî û bi salan bi tenê hiştin. Xwestin pêşî li Rêber Apo bigirin ku fikrên xwe yên afirîner neafirîner û bikin ku Rêber Apo nikaribe bifikire. Bi vî rengî ji xwe re kirin armanc ku bi saxî wî bikujin. Li hemberî tevgera me jî bi rêya hin xayinan hin plan kirin, bi destê wan xwestin tevgera me parçe û tasfiye bikin.

Li hemberî vê yekê Rêber Apo bi şêweyekî ku kes ne li bendê bû, bi nêzîkatiyeke dahiyane tarîtiya Îmraliyê ronî kir û piştre jî ronahiya xwe li cîhanê belav kir. Kûrbûna Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedan û sekna li wê derê nîşan da, bi afirînerî û kûrbûna xwe paradîgmayeke nû afirand. Di demekê de ku reel sosyalîzm hilweşiya, her kesî rêya xwe şaş kir û li hemberî xitimandinê di nava lêgerînê de bûn, Rêber Apo bersiv da pêwîstiyên demê. Li hemberî modernîteya kapîtalîst nîşan da ku mirov bêçare nîne û weke rêya çareseriyê jî Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk a ku xwe dispêre azadiya jinê destnîşan kir. Bi vî rengî tarîtiya ku dijmin dixwest belav bike veguherand ronahiyê, ji gelên Kurdistanê û gelên cîhanê yên bindest re bû hêvî.

Rêber Apo dema ku xistin zindana Îmraliyê weke rêberê gelê kurd dihate dîtin. Her çend perspektîfa îdeolojîk a Rêberê me gelekî berfireh jî bû weke Rêberê Gelê kurd dihate naskirin. Lê belê di vê serdemê de Rêber Apo bi têkoşîna xwe êdî ji sînorên Kurdistanê derbas bûye û ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên Ereb, Asûrî-Suryanî û hemû gelên herêmê sempatiyeke mezin jê re çêbûye, di asta navneteweyî de bûye Rêberê Modernîteya Demokratîk ku bindest hemû xwe nêzî wî dikin. Bi esasî bi sekn û têkoşîna Rêber Apo komplo bê encam maye. Bêguman li gel vê yekê fedaî û gelê me yê cefakar ku 26 sal in li ser xeta Rêber Apo bi biryardarî têdikoşin; mirovên me yên ku li kolanan, li çiyê, li derveyî welat, li nava welêt li ber xwe didin û dostên me yên ku piştgiriyê didin têkoşîna me, kedeke mezin nîşan dan. Yanî ev derdorên ku me qalê kirin li dora sekna Rêber Apo bûn xelekek û bi vî rengî komplo bê encam hişt. Bêguman komplo dewam dike. Belê, bê encam hatiye hiştin; tevgera me mezin bûye;Rêber Apo hîn behtir xurt bûye; fikrên wî li tevahiya cîhanê belav bûye, lê belê komplo hîn jî dewam dike. Heta ku sîstema Îmraliyê hebe û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, wê dawî li komployê nehatibe, wê dewam bike. Lewma ji bo komplo bi temamî bê têkbirin, di sala 27’an de divê têkoşîna li dijî xeta komployê hîn bêhtir bê mezinkirin.

Niha bi derengî jî be piştî 26 salan, yek ji kesên ku têkildarî pêvajoya komployê xwedî gelek agahiyan e Serokwezîrê Îtalyayê yê wê demê Birêz Massimo D’Alema hin tişt aşkere kir. Ew bi xwe di dema komployê de xwedî seknekê bû û ji bo Rêbertî ketibû nava hin hewldanan. Ya rast, tiştên ku wî got ji aliyê me ve dihate zanîn, lê belê yekemcar ji aliyê kesekî ku bi xwe bi mijarê ve mijûl dibû, bi pêvajoya komployê zanîbû, di asta Serokwezîr de aşkere kir. D’Alema bi rengekî aşkere got, Serokê DYA’yê yê wê demê Bill Clinton li wî geriya, jê re got ‘Tu yê Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê bike’, lê belê wî ev nekir, kirina vê yekê ne hêsan bû û ev nêzîkatî qebûl nekir. Weke ku min got, me ev tişt ji xwe zanîbû, lê belê bi vî rengî ku bi rengekî fermî kete rojevê, ev girîng e.

Komploya navneteweyî êrîşek li ser îradeya gelê me ye. Di serî de DYA, Îsraîl, Îngilistan û yên ku jê re bûne spartek Rûsya û Yewnanistan jî di nav de haya 34 dewletan ji vê komployê hebû û yer yek ji wan di astekê de tevlî komployê bûn, piştgirî dan. Ev êrîşa komployê ya li ser paşeroja gelê me ne tenê komployeke li dijî hiqûqê ye, di heman demê de komployek li dijî exlaqê ye. Binihêrin; 26 sal in gelê me ev qebûl nekiriye û her roj li qadan e. Hîn di sala 2011’an de li ser bingeha ‘Ocalan îradeya me ya siyasî ye’ gelê me dest bi kampanya îmzeyê kir û û di çarçoveya vê kampanyayê de 10 milyon Kurdistaniyan îradeya xwe ragihandin. Ev îmze hemû li Brukselê ji aliyê noterê ve hate pejirandin. Ev belge li arşîvên saziyên pêwendîdar hene. Bêguman ji hingî ve alîgirên Rêber Apo hîn zêde bûne. Bi kurtasî Rêberekî bi vî rengî bi rêbazên li derveyî exlaq û mirovahiyê hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Dewletên ku ev yek kirin şirîkê sûcê li dijî gelê me û divê zanibin ku divê lêborînê ji gelê me bixwazin. Û divê dest ji dewamkirina komployê berdin. Ev yek sûcekî li dijî gelê kurd e û divê vê nekin. Êdî ispat bûye ku komplo sûcekî li dijî paşeroja gelê me ye. Bi îmzeyên bi milyonan, bi meş û qîrînê ev yek hate nîşandan. Herî zêde divê dewletên pêwendîdar vê rastiyê bibînin û gavê biavêjin. Gelê me li bendê ye ku lêborînê bixwazin.

Li aliyê din Rêber Apo kesekî ji rêzê nîne. Xwedî wê perspektîfê ye ku çareseriyê ji hemû pirsgirêkan re peyda dike. Bersivek li hemberî hemû belayên li serê mirovahiyê ye. Mînak; dema ku DAIŞ weke belayekî rabû û bû belayê serê tevahiya mirovahiyê, di têkbirina vê hêzê de Rêber Apo bi rola sereke rabû. Yanî hem bi banga xwe hem jî bi ragihandina rewşa awarte, hem jî bi îdeolojiya xwe ev yek pêk anî. Li ser bingeha wê îdeolojiyê li dijî DAÎŞ’ê şerekî bi rengê fedaî hate meşandin. Eger ne ji wê sekna îdeolojîk bûya wê bi vî rengî dest li Şengalê nehatibûya werdan; wê berxwedana Kobanê ya dîrokî nehatibûya kirin. Li hemberî kesekî xwedî vê rol û mîsyonê, divê hîn bêhtir dijberî neyê kirin, divê azad bibe. Lewma li tevahiya cîhanê alîgirên demokrasiyê û mafên mirovan, hêzên çep-sosyalîst, alîgirên aştiyê, alîgirên azadiya jinê û cîhaneke ekolojîk; her kes divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hewl bidin û tevlî kampanyayê bibin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê gelek pêşketinan jî bi xwe re bîne.

Li dijî komployê têkoşînek tê meşandin. Bi giranî li welêt û Ewropayê xwepêşandan têne lidarxistin. Her wiha li Amedê di 13’ê Cotmehê de xwepêşandaneke girseyî pêk tê. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Di têkoşîna li dijî komploya navneteweyî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevgera me, hevrêyên me, gelê me û dostên me kedê didin û 26 sal in berxwedaneke gelekî bi rûmet nîşan dan. Ev rastiyek e. Lê belê li pêşberî ked, têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ev berxwedan têrê nake. Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê hîn bêhtir bê mezinkirin. Asta heyî têrê nake. Nîşaneya herî mezin a vê yekê ew e ku 44 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Eger em ên li derve me karîbûya têkoşîneke xurt bimeşanda, wê nikarîbûna tiştên bi vî rengî bikirana. Di vê nuqteyê de weke tevger û gel divê em kêmasiya xwe bibînin.

Par di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dostên gelê me bi rêbaza kampanyayê dest bi pêngaveke gelekî girîng kirin. Ev bi rastî jî hewldaneke gelekî hêja bû. Ev kampanya ku îro hîn jî dewam dike gelekî bi pêş ket; gelek zanyaran, siyasetmedaran, ramangeran, name şandin, di astekê de xwedîderketin çêbû; gelê me tevlî vê kampanyayê bû lê belê dîsa jî têrê nake. Niha em dikevin sala duyemîn a vê kampanyayê û ev yek qonaxeke nû ye. Di sala duyemîn de divê em vê kampanyayê hîn geş bikin. Ji bo serdemeke nû bi rastî jî destpê bike divê welatparêz û demokrat hîn bêhtir fedakariyê bikin, têkoşînê hîn mezin bikin.Encamwergirtina ji akmpanyayê tê wateya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji bo vê jî divê em têkoşînê hîn bilind bikin.

Rêber Apo şexsek nîne, nasnameyek e. Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye. Azadiya gelê kurd e, azadiya gelên herêmê ye. Paşeroja gelên tirk, Ereb, Fars, Asûrî-Suryanî û gelên din ên herêmê di vir de ye. Ji bo vê jî Rêber Apo dibêje, ‘Ne ji bo min, lê ji bo xwe têbikoşin’. Yanî her kes divê ji bo xwe xwedî li Rêber Apo derkeve. Xwedîderketina li Rêber Apo di heman demê de xwedîderketina li doza xwe ye. Ji bo vê jî di sala 27’an a komploya navneteweyî de, her wiha di sala duyemîn a vê kampanyayê de ku tê wateya qonaxeke nû, divê her kes hîn bi çalak tevlî kampanyayê bibin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên azadî, demokrasî û wekheviyê, ji bo çareseriya pirsgirêkên birçîbûn-aboriyê yên li Tirkiyeyê pêwîstî bi vê heye. Lewma divê her kes tevlî vê kampanyayê bibe.

Me hinekî şopand; li Kobanê, Reqayê, Tebqayê, Şengalê, Helebê di vê çarçoveyê de çalakî hatin lidarxistin. aşkere ye ku ev gav wê piştre hîn xurt bibe. Her wiha di wê baweriyê de me ku dawiya hefteyê wê li Ewropayê hîn mezin bibe. Weke ku we got, 13’ê Cotmehê li Amedê ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl demokratîk ji bo aştî û azadiyê wê mîtîngeke berfireh bê lidarxistin.

Beriya her tiştî bang li gelê me dikim, li ku dibin bila bibin salvegera komployê bi rengekî hîn xurt şermezar bikin, hîn bi xurtî tevlî çalakiyên siyasî-civakî bibin. Di vê çarçoveyê de mîtînga li Amedê bê lidarxistin girîng e. Xuya ye derdorên demokratîk dixwazin bi vê mîtîngê peyamekê bidin civakê û cîhanê. Di rewşeke bi vî rengî de wê hîn bi wate be ku gelê kurd û dostên wan ên Tirkiyeyî li gel demokratan li Amedê ne bi deh hezaran lê bi beşdariya bi sed hezaran kesî mîtîngekê lidar bixin. Çalakiyên bi vî rengî hem ji bo peyamek ji cîhanê re bê dayin gelekî bi wate û hêja ye, hem jî ji bo destpêkirina sala duyemîn a kampanyayê wê bibe destpêkeke xurt. Ji xwe çi li welêt çi jî li derveyî welêt divê em bi çalakiyên hîn girseyî xwedî li Rêber Apo derkevin. Eger em vê bikin hingî asta azadiya fîzîkî dikare pêk were. Ji bo vê jî divê her kes li ser vê bingehê tevbigere.

Dewleta tirk 7 sal in ji bo başûrê Kurdistanê dagir bike operasyonan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Encama van 7 salan çi ye? Beriya niha rayedarên dewleta tirk digotin, ‘Kilîd wê meha Mijdarê temam bibe’. Ji bo Mijdarê demeke kurt ma, lê belê li qadê şerekî giran dewam dike. Di vê der barê de dixwazin çi bibêjin?

Beriya her tiştî vê bibêjim: Di qonaxa pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de gerîla jî wê bi rola xwe rabe. Wê xwedî li vê sekna xwe derkeve ku dewam dike. Weke ku we jî got, beriya 7 salan, yanî di sala 2017’an de li başûrê Kurdistanê piştî ku bi pêşengiya PDK’ê refeandûm hate kirin, dewleta tirk biryara dagirkirina başûrê Kurdistanê da. Weke hincet jî PKK nîşan da, lê belê dewleta tirk li gorî berjewendiyên xwe û ji bo karibe li Kurdistanê kontrola xwe misoger bike pêwîstî pê dît ku herêmên stratejîk ên başûrê Kurdistanê dagir bike. Belê, dibe ku sedemeke wê PKK be, lê belê ew bi giranî bi rengekî stratejîk nêzîk dibin.

Em li hemberî vê yekê radibin. Ya rast, me hêvî dikir ku hêzên Başûr qet nebe piştgiriyê bidin. Lê belê di vê mijarê de rewş li ber çavan e. Em bi tenê ma bin jî bi rengekî dîrokî em li ber xwe didin. Bi taybetî 4 salên dawî berxwedana gerîla bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Lewma hin gavên taktîkî hatin avêtin. Şerê li qadê yê xwe dispêre tîmên pispor û berxwedana li tunelan, her wiha pisporiya di gerîlatiyê de ruhê fedaî yê Apoyî bilind kir. Her wiha heta astekê serwerî li ser teknîkê çêbû, hate pêşvebirin. Li ser vê bingehê berxwedaneke gelekî dîrokî tê kirin.

Dewleta tirk li hemberî me bi tena serê xwe şer nake. Bi çekên modern ên serdemê ku ji çar aliyên cîhanê peyda kiriye li dijî me şer dike. Bi vê jî namîne; li hemberî me çekên qedexekirî bi kar tîne; gazên kîmyewî bi kar tîne. Her wiha NATO jî piştgiriyê dide wan; PDK pê re tevdigere; Iraq rê dide, piştgiriyê dide. Niha jî El Nûsra anîne; wan jî tevlî şer dikin. Bi vî rengî piştgiriyê didin dewleta tirk. Cerdevanên li bakurê Kurdistanê anîne û ew jî li gelek deveran bi cih bûne, bi vî rengî tevlî şer dikin. Li gel van hemûyan, dewleta tirk a ku gelekî pesnê xwe dide heta niha nekariye encama dixwaze bi dest bixe. Rast e; hin herêm dagir kriine lê belê li her derê berxwedan û şer heye. Yanî wan navê Kilîdê li van êrîşan kirin; dibêjin wan herêm kilîd kirine û meha Mijdarê wê kilîdê bigirin. Vaye meha Mijdarê hat; demeke kurt ma. Berevajî vê yekê ew li Zapê kilîd bûne. Niha li ser wê disekinin bê wê kilîdê çawa vekin. Yanî 4 sal in dewleta tirk nizane bê wê Çemê Zê çawa kontrol bike. Ev yek bi tena serê xwe têkçûna wan e. Li ber Çemê Zê dema ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Girê Cûdî agir berdan baregehên wan, hevrêyeke YJA Starê gotibû ‘Agir kete dilê Enqereyê’. Bi rastî jî agir ketiye dilê Enqereyê. Ji ber vê yekê asta fermandarên xwe hemû guhertin. Bi esasî têk çûn.Ev rewş têkçûna wan nîşan dide. Lê belê divê derdorên bêalî jî vê piştrast bikin. Em dibêjin, ew têk çûne; ew jî dibêjin ew serketî ne. Li gel ku ewqas piştgirî li pişta wan heye, ewqas teknîk li ber destê wan heye, artêşek bi vî rengî heta niha nekariye li Zapê kontrolê bi dest bixe. Niha alîkariyê ji PDK’ê dixwaze; dixwaze li derdora Dêralokê rê çêbike, li ser vê bingehê dixwazin hêza me dorpêç bikin, li aliyê din jî bi kontrolkirina rê ji aliyê PDK’ê ve di ser xeta Balîndayê dixwaze aliyê Barzan kontrol bike. Bi vî rengî gelek rê û rêbaz dan ber xwe, lê belê heta niha nekariye encamekê bi dest bixin.

Şerê ku em niha dikin ne tenê şerê parastina başûrê Kurdistanê ye. Belê, ev şer li başûrê Kurdistanê tê kirin lê belê ne tenê xwedî vê wateyê ye. Ev şer şerê parastina tevahiya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em vî şerî weke berxwedaneke pîroz dibînin. Eger dewleta tirk li vê derê bi ser bikeve wê bixwaze tevahiya gelên herêmê bixe bin kontrola xwe. Lewma ev şer ji bo herêmê gelekî girîng e. Em li pêşiya armanca Osmaniya Nû ya tifaqa AKP-MHP-Ergenekon-Kizil Elma dibin asteng. Me ev projeya wan niha li Zapê xitimandine. Û şer jî bi vî rengî dewam dike.

Li dijî van êrîşên dewleta tirk ne tenê li Başûr, her wiha li Bakur û li her derê em li ber xwe didin. Îro li bakurê Kurdistanê, li serê her çiyayî, li zindanan, li kolanan, li her derê li dijî mêtingerî û qirkeriya tirk berxwedanek heye. Ji ber vê yekê di serî de gelê Başûr em ji gelê Kurdistanê û hemû gelên herêmê dixwazin ku piştgiriya me bikin. Ji ber ku ev berxwedan berxwedaneke mafdar e, di cih de ye, pîroz e û girîng e. Eger ev berxwedan nebûya dewleta tirk wê bi konsepta xwe ya şoven li ser serê gelê kurd û gelên herêmê bibûya belayekî mezin. Em îro li ber vê radiwestin.

Dema dawî li herêmê şerek heye û dibe ku ev şer hîn bêhtir belav bibe. Di vê qonaxa girîng de wê stratejiya kurdan çawa be?

Rast e, şerek heye û herêm dikele. Diyar e ev rewş wê dewam bike. Guman heye ku şer hîn bêhtir belav bibe. Bêguman ev rewş wê bi xwe re hin guhertinan jî bixe rojevê. Ji ber ku aliyên vî şerî dimeşînin, ji bo herêmê ji nû ve dîzayn bikin vî şerî dimeşînin. Ev rewş bi xwe re hin derfetan jî diafirîne, lê belê li gel vê yekê aliyên wê yên xetere jî hene. Di demeke bi vî rengî hesas de pêwîstiya gelê kurd herî zêde bi yekîtiya neteweyî heye. We li stratejiya neteweyî pirsî, lê belê niha weke netewe stratejiyeke me ya hevpar nîne. Lê belê divê em teqez stratejiyeke neteweyî ava bikin. Weke gelê kurd eger em dixwazin li ser vê xakê bi rengekî azad, wekhev û serbixwe bijîn, teqez di vê dema dîrokî de divê em xwedî stratejiyeke hevpar bin. Û niha dijminên me herî zêde li ser vê mijarê disekinin. Yanî dewletên mêtinger ji bo kurd nebin yek û nebin xwedî stratejiyeke hevpar di nava gelek hewldanan de ne. Ji ber ku eger yekîtiya neteweyî neyê pêkanîn û stratejiyeke hevpar a ku her kes pê ve girêdayî ye neyê afirandin, çawa ku di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de di dîzaynkirinê de gelê kurd li derve hate hiştin û eciqandin, tenê qirkirin bû para gelê kurd, niha jî di şerê cîhanê yê sêyemîn de wê kurdan li derve bihêlin. Karakterê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji şerê cîhanê yên beriya niha cuda ye. Ev şer ketiye nava hev û li demê belav bûye; di nava xwe de timî tê dîzaynkirin û wê hîn bêhtir dewam bike. Yanî di vê demê de weke kurd eger em dixwazin xwedî cihekî bin, li herêmê bibin xwedî îrade û hebûna xwe dewam bikin, beriya her tiştî divê em xwedî stratejiyeke neteweyî bin. Niha li herêmê hêza ku herî zêde li ber kurdan radibe dewleta tirk e. Hikumeta ku niha li Tirkiyeyê desthilatdar e, desthilatdariyeke ji rêzê nîne. Ev desthilatdarî di nava sîstema Tirkiyeyê de ji rastgiriyê heta çepgiriyê li ser bingeha dijberiya li kurdan bûye yek, desthilatdariyeke Tûranî ye. MHP, Ergenekon, Kizil Elma û AKP ji bo kurd nebin xwedî maf, ji bo kurd li herêmê nebin xwedî cihekî tifaq kirine. Stratejiya wan ev e.

PDK a ku dibêje ez partiyeke Kurdistanê me, bi van dijminên har ên kurdan tevdigere, hevkariyê bi wan re dike. Ev yek felaketeke mezin e. Ev tiştekî ji rêzê nîne. Şaşitiyeke gelekî mezin e. Ev yek tê wateya teqandina hewldana afirandina stratejiyeke neteweyî. Lewma divê tavilê dest ji vê şaşitiyê berdin. Ji bo vê jî divê gelê me, derdorên welatparêz li hemberî vê yekê helwestê nîşan bidin, rexne bikin. Yanî divê dest ji vê yekê berdin. Ev polîtîka ne tenê zerarê dide vê demê. Na; ev siyaseta ku PDK niha dimeşîne zerareke cidî û mayinde dide paşeroja gelê kurd. Vê yekê li cihekî binivîsînin. Hevkariya bi dewleta tirk re dişibe wê yekê ku bi hirçekî bikeve nava hundirê heman çiwalî. Ne diyar e ku hirç wan kengî bifetisîne. Lewma ev yek mijareke gelekî girîng e. Em dixwazin ku dest ji vê yekê berdin. Ji ber ku dewleta tirk ne tenê li dijî PKK’ê ye; dewleta tirk dijberê destketiyên kurdan hemûyan e. Tiştekî din heye ku bala min dikişîne; dewleta tirk ji xwe re cih çêdike, çeperan xurt dike û amadekariyên welê dike ku bi rengekî mayinde li herêmê bi cih bibe.PDK jî heta ku jê tê alîkariyê dide vî karê dewleta tirk; bi her awayî piştgiriyê dide wan, rê dide wan. Her wiha ji bo xurtkirina çeperên wan piştgiriyê dide; parastina wan dike; cihekî vala hebe wê derê dadigire. We xêr e? Gelo ev ji bo çi ye? Ev yek nayê fêhmkirin. Eger ew li vir bi cih bibin, wê ti carî ji vir dernekevin û neçin. Dewleta tirk xwe ji başûrê Kurdistanê venakişîne. Dibêje, ‘Ji bo beralîkirina xeteriyên li ser xwe, ez hatime’. Gelo mebest ji xeteriyê çi ye? Yek PKK ye, ya din jî statuya Kurdistanê ye. Ma Tayyîp Erdogan beriya niha ev yek negot! Lewma wê ji vir neçin. Û her tim wê li ser serê kurdan bibe zextek; wê qadên stratejîk kontrol bike. Ev yek li pêş çavan e, lê belê weke min got, timî alîkariyê bi van dagirkeran re dikin. Tenê rêyek heye ku dewleta tirk ji vir biçe. Ew jî berxwedana gerîla ye. Ji ber vê yekê girîng e ku gelê me piştgirgiyê bide vê berxwedana pîroz. Berxwedana niha ya gerîla nîşan da ku ev yek dikare bê kirin.

Banga me li partiyên welatparêz, saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedarên serbixwe ye: Di vê demê de divê em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Yên ku xwe nedin ber vê yekê bila neyên; yên tên jî divê teqez yekîtiya neteweyî pêk bînin. Ev hewldan hewldaneke stratejîk e û divê em teqez pêk bînin. Divê êdî dest ji têkiliyên taktîkî û siyaseta taktîkî bê berdan. Weke kurd divê em ji bo xwe qadekê ava bikin. Ji ber vê jî divê li hev kom bibin, siyasetekê biafirînin û stratejiyeke neteweyî diyar bikin. Pêwîstiyeke mezin bi vê heye. Banga me ji bo vê ye. Û li dijî mêtingeriya tirk em li her devera Kurdistanê li ber xwe didin. Li başûrê Kurdistanê jî em ê berxwedanê dewam bikin. Ji ber vê jî banga me di serî de li xelkê me yê hêja yê Behdînanê ye; her tişt li pêş çavên wan diqewime; kî li dijî vî dijminê zalim, li hemberî çekên modern bi îradeyeke ji pola şer dike, gelê me dibîne. Em hêvî dikin ku gelê me wê piştgiriyê bide berxwedana pîroz a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Di şexsê xelkê me yê Behdînanê de em banga piştgiriyê li gelê me yê başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê dikin. Berxwedana ku em dikin ji bo paşeroja kurdan hemûyan e, ji ber vê jî em daxwaza piştgirî û hevkariyê ji hemû hêzên welatparêz dikin. Banga me li gelê me û siyasetmedarên welatparêz bi vî rengî ye.

Wisa dixuyê ku şerê di navbera Îsraîl û Ereban de her ku diçe wê mezintir bibe. Hûn vî şerî çawa şîrove dikin?

Em dikarin wiha bêjin: Beşek şerê di navbera Ereban û dewleta Îsraîlê de ye. Ji ber ku hedefa esas Îran e. Li herêmê şereke ku tam salekin tê meşandin, heye. Bi rastî jî ev şer dilê mirov dişewitîne. Ev şerê ku tê meşandin ne li gorî qanûnên şer e. Destpêkê ez bêjim; em li dijî vî şerî ne. Hingî ku ev şer bi vê rêbazê bê meşandin, ti çareseriyê bi xwe re nayîne, tenê wê dijminatiya di navbera aliyan de kûr bike. Di serî de gelên Fîlîstîn, Lubnan û Îsraîlê ji vî şerî zirar dibînin; gelên herêmê zirar dibînin, êş dikişînin.

Rêbaza pêngava Hamasê ya ku navê Tufana Aksa lê hatibû kirin, şaş bû. Dîsa, rêbaza êrîşên Îsraîlê ya li hemberî Xeze û Lubnanê jî şaş e, ne rast e. Di şerên ku bi vê rêbazê tên meşandin de, kesên ne di nava şer de, yanî sivîl, zarok û jin jiyana xwe ji dest didin û ev jî pir bi êş e. Weke min gotî ti çareseriyê bi xwe re nayîne.

Herêma Rojhilata Navîn herêmeke ku ji şaristaniya mirovahiya re malûvanî kiriye. Mirovahiyê destpêkê li vê herêmê xwe nas kiriye, şaristanî bi pêş xistiye. Her 3 olên semawî, ji vir derketine. Gelên xwedî çanda qedîm û pirreng, li vir jiyan e. Gelek bawerî, ol û netewe hene. Lewma, bi zîhniyet û polîtîkayên netewe-dewlet û olperest-mezhebperestiyê pirsgirêkên vê herêmê nayên çareserkirin, berevajî wê dijberiyan hîn kûrtir bike. Li gorî paradîgmaya Rêber Apo hemû netewe û bawerî divê hevdû qebûl bikin. Di netewe û baweriyan de cudahî dewlemendiya herêmê ne. Divê kes kesî qirk neke, kes êrîşî kesî neke. Ev gel, bi hezaran salan li vê herêmê bi hev re jiyan e. Lewma, paradîgmaya Rêber Apo avakirina jiyaneke azad a li ser esasê wekhevî û azadiyê ye. Formula Rêber Apo, çareseriya esasî ya pirsgirêka li herêmê ye. Lewma em li dijî vî şerî ne û demildest divê ev şer bê rawestandin, divê dawî li kuştina zarok, jin û sivîlan were. Nêzîkatî û fikra me ev e.

Destpêkê şêwirmendê Erdogan, piştre Numan Kurtulmuş û herî dawî jî Tayyîp Erdogan got, ‘Piştî Lubnanê çavê Îsraîlê li Tirkiyeyê ye.’ Gelo para rastiyê û armanca esas a vê gotinê, çi ye?

Rejîma AKP-MHP’ê siyaseteke sixte dimeşîne. Armanca wan, ne sekinandina xwîn û şer e, hîn bêhtir pêşketina şer e. Lewma tahrîk dikin. Ew dixwazin Îsraîl û Îran şer bikin û ew jî ji vê yekê sûd werbigirin. Siyaseta ku Tayyîp Erdogan niha dimeşîne, wiha ye. Yanî xwe weke alîgirê Fîlîstîn û Ereban nîşan dide, lê belê wiha nîne. Hesabên wî li ser alema Ereb hene.

Gotina “Çavê Îsraîlê li Tirkiyeyê ye” bi temamî derew e, lê armancek wê heye. Bi vê yekê re hem dixwaze rojevê biguhere, hem jî bigihêje armancên xwe.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê têkildarî du mijarên esas, tirseke cidî dijî:

Ji vane ya yekem; DYA-NATO pêşengiya pêvajoya ku li herêmê tê meşandin, dike. Tirkiye jî dibêje, “Çima bi rêya min nayê kirin? Çima bi destê Îsraîl û ereban pirsgirêkên herêmê tên nirxandin? Ez jî heme, ez jî endamekî NATO’yê me.” Nerazîbûna wî û zimanê wî yê tund ê li hemberî Netenyahu, ji ber vê yekê ye. Yanî ditirsin ku ji derveyî projeyên li hemberî herêmê, bên hiştin.

Tirsa wan a duyemîn jî, ji kurdan e. Ewane dibêjin, “ev ji derveyî min tê pêşxistin. Gelo di dîzayna nû de wê cih bidin kurdan? Eger cih bê dayîn, wê demê ev xeter e.” Yanî kurdan weke xeterî dibînin. Bi esasî tirsa wan ev e. Lewma di panîkê de ne.

Ya din jî, timî dixwaze rojevên nû biafirîne. Niha jî dixwaze ji van şertan sûd wergire û Sûriye û Îranê jî tevlî tifaqa dijberiya kurd a ku bi Iraq û PDK’ê re kirî, bike. Erdogan dixwaze zemînê tifaqeke dijberî kurd ava bike. Lewma dixwaze li başûrê Kurdistanê xwe mayînde bike; beşekî Rojava dagir kiriye û dibêje, “ez ê dagirkeriyê bidomînim.” Dewleta tirk dibêje “Kurdistaneke ku pêş bikeve ji bo me astengî ye, wê bibe sedemê biçûkbûna me” û di bingehê hemû tirsên wê de ev heye. Lewma tiştên wiha dibêje. Niha meclîs rûniştineke girtî lidar dixe, lê belê ez nafikirim ku ev ê bi meclîsê re bê axaftin. Weke dewlet di asta teng de van mijaran nîqaş dikin. Tirsa wan a esas ev e. Yanî di vê dema nû de, diyare ku dixwazin li ser dijminatiya kurd siyasetê bimeşînin.

Li Tirkiyeyê li aliyekê nermbûn heye; herî dawî Bahçelî destê xwe ji endamên DEM Partiyê re dirêj kir û merheba dayê, lê belê li aliyê din birçîtî û xizanî heye û ekonomî her diçe xirabtir dibe. Yanî ev hikûmet hingî tengav dibe, dixwaze rojevê biguhere. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?

Pir aşkere ye; desthilatdariya AKP-MHP’ê tengav bûye, ji ber ku planên wan bi ser neketin. Beriya 10 salan dema bi rê ketin planên wan ên esas, ew bû ku di doza kurd de bi ser bikevin, PKK’ê têk bibin, başûrê Kurdistanê dagir bikin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser tasfiye bikin. Lewma mesrafên mezin kirin, lê belê bi ser neketin. Lewma pirsgirêkên aborî zêde bûn. Li hemû Tirkiyeyê birçîtî heye. Meseleya wan a esas, ev e. Raste, xwestin rojevê biguherin, ji bo xwe zemînê ava bikin. Lewma divê mirov zêde wateyê li merhebaya ku dayîn DEM Partiyê bar neke, zêde mezin neke. Hetta hin kes dibêjin, “gelo wê pêvajoyeke nû destpê bike?” Tiştek wiha nîne. Divê ti kes xeyalên wiha neke. Ew hîna her roj kurdan dikujin û bi cih dibin; şerek heye, li ser Rêber Apo tecrîd heye. Lewma tiştek wiha nîne. Lê belê Tayyîp Erdogan dixwaze muxalefetê li gorî xwe dîzayn bike. Hetta dixwaze destê xwe heya nava wan dirêj bike û bilîze; dixwaze muxalefetê dudil bike. Gotinên muxalefetê yên weke normalbûnê û hin nêzîkatiyên wê yên têkildarî vê yekê, zemînê ji vê re çêdike. Lê belê ev desthilatdarî tengav bûye, dixwaze xwe ji vê tengaviyê rizgar bike; hewldanên wî di vî alî de ne, divê mirov vê yekê wiha fêm bike. Bi gotineke din, divê muxalefet bi van lîstokan nexape. Ev pir girîng e, ev lîstokek e.

Îro li Tirkiyeyê birçîtî heye, mirovên ku meaş werdigirin jî birçî ne. Berê eger kesek memûr yan jî karkerê dewletê bûya, êdî ji wî/ê re “dewlemend” dihat gotin. Niha mirovên ku di nava dewletê de dixebitin, neçarin ku karekî duyemîn bibînin. Kedkar hemû birçî ne. Mirov di sînorê birçîtiyê de meaş werdigirin. Rojeva esas ev e.

Ev jî di encama çi de çêbû? 10 sal in hemû dahatiyên Tirkiyeyê ji şer re mezaxtin û encam jî wernegirtin. Binêrin, Mehmet Şîmşek weke rizgarkerekî anîn ser aboriyê, kirin Wezîrê Xezîneyê. Ev kes, rast nêz nabe, rast naaxive. Ev kes, di esasê xwe de kurdekî Kercewsê ye, lê ji koka xwe hatiye qutkirin. Diyare ku, di zarokatiyê de li dibistanan bi cih kirine û dayîne xwendin, bi vî rengî ji kok û heqîqeta xwe hatiye qutkirin, hatiye mankurtkirin. Mankurtbûn ew e ku mirov ji heqîqeta xwe dûr bikeve. Kesekî ku ji heqîqeta xwe hatibe qutkirin, heqîqeta xwe nezane nikare ti tiştî bêje. Sokrates dibêje, “xwe nas bike.” Rêber Apo jî dibêje, “xwe naskirin, bingehê hemû zanînan e.” Lewma Mehmet Şîmşek ê ji rastiya xwe hatî dûrkirin, rast nêz nabe. Eger li gorî heqîqetê tevbigeriya wê gotiba, “hingî ev şer hebe, ev ekonomî sererast nabe.”

Binêrin, ev 10-11 sal in û vir ve rejîma AKP-MHP’ê nêzî 100 hezar leşkerên bi pere girtiye. Niha artêşa nîzamî ne di şer de ye, artêşa bi pere di şer de ye. Niha ev 100 hezar kes bi meaşê zêde vî şerî dimeşîne. Li gel vê JOH û POH jî heye. Ev jî maaşek zêde digirin. Ji bo tevgerê van mesrafê ku tê dayîn jî hesab bikin. Li gorî berê çiqas zêdetir pere tê xerckirin? Ji bo asta vê masrefê baştir were fêmkirin, ez dikarim bîlançoyekî wî ya biçûk jî bêjin. Di 9 mehên navbera mehên Çilê û Îlonê de dewleta tirk tenê li Herêmên Parastina yên Medyayê 2541 caran bi balafirên şer êrîşên hewayî pêk anîn. 777 caran jî bi helîkopteran êrîş kir. Yanî bi giştî 3318 caran êrîşên hewayî pêk anîn.Bi çekên wek hawan, tank, top û obûsan jî 71 hezar û 27 caran êrîş kir. Malîyeta her cepxaneyê ku bi kar tînîn heye; mesrefê rakirina her balafir û helîkopterê heye. Tenê obusek 5 hezar dolar mesrefê wî heye. Mesrefê xwarin, anîn û birin, bicihkirina her laşkerekî tînin vir heye. Van hemûyan dema tînin gel hev mesrefekî muazam derdikeve holê.

Ev şer tenê li başûrê Kurdistanê nayê jiyankirin. Li Bakur jî hema hema her roj operasyon heye; ev hemû bi pereyê çêdibin. Li Rojava jî şer heye. Ji Îdlîbê heta Serêkaniyê her roj bombebaran çêdibin. Her roj li Efrîn û Şehbayê bombebaran çêdibin. Xebatên MÎT’ê yên sîxûrtiyê hene, ev hemû bi pereyê dibin. Tirkiye hemû dahatiyên xwe ji şer re xerc dike. Ji ber vê tevî ku Tirkiye welatekî dewlemende jî niha li Tirkiyeyê mirovên birçî hene. Vê rastiyê kes nabêje. Partiya muxalefetê ya herî mezin CHP jî nabêje. Yanî dibêje rojeveke Tirkiyeyê ya birçîbûnê heye, lê nabêje çima welatiyên vî welatê dewlemend birçîne. Ev hemû ji ber mesrefên şer e û di şer de jî bi ser neketin. Tecrîta li ser Rêber Apo ji ber vê girîng e. Niha gel ji bo vê têdikoşe. Heger ev tecrît rabe û Rêber Apo azad bibe, wê mesref hemû ji holê rabin. Wê çaxê dibe ku aboriya Tirkiyeyê rast bibe.

Dibe ku Mehmet Şîmşek di hin mijaran de pispor be, lê rastiyê nabêje. Tevî ku vê dizanin nabêjin. Ev jî dizanin ku heta ev mesrefên şer û leşkerên bi pere xilas nebe aboriya Tirkiyeyê rast nabe. Lê belê gelên Tirkiyeyê, karker-kedkar û gelê kurd jî divê vê bizanin. Rojeva esasî ev e, lê AKP-MHP her rojevê diguherîne, her carî manevra dike û dixwaze ser bigire. Rastî ev e. Yanî şer e, di encama şer de jî mesrefê ku çêdibin birçîbûna civakê ye.

Berê li hemberî sîxûr û cerdewanan banga we çêbûbû. Piştî vê bangawaziya we cerdewan çûyîna operasyonan red kirin. Niha rewş çawa ye, di vê mijarê de hûnê tiştekî bêjin?

Dewleta tirk û dewletên ku Kurdistan dagir kirine, hewl didin di nav civaka kurd de sîxûrtiyê pêş bixin. Şerê taybet, sîxûrtî, fûhûş û hişbir di nav civakê de zêde tê pêşxistin. Di encama vê de di civakê de yozbûn pêş ketiye, li derveyî exlaqê civakê tiştekî çêbûye. Mesela di ragihandinê de hin agahî hebûn; li Tirkiyeyê di nav mehekî de 42 jin hatine kuştin, mirina 20’ê wan bigûman in û ev jî dibe ku ji aliyê zilaman ve hatibin kuştin. Îro li Tirkiyeyê li hemberî jin dijmintî pêş dikeve, li hemberî jin êrîş hene, xetere heye, tecawiz heye. Her wekî din li hemberî zarokan jî êrîş hene. Narîna biçûk çima hat kuştin? Narîn ji ber fealiyetên şerê taybet ên di encamê li ser gundekî çêkir de hat kuştin û îro jî kujerê wê nayê zelalkirin. Ev, nîşan dide ku pergala şerê taybet xerabûnek exlaqî çêkiriye û civakê ber bi kendalê ve dibe, xetere ava dike û lumpenîzm pêş dixe. Hatine xalekê wiha ku di nav dehan kesan de li kolanê êrîşî jinan tê kirin.

Sedema van hemûyan kiryarê rêjîma AKP-MHP’ê ye. dixwazin sîxûrtiyê û di gelê kurd de bênirxbûnê pêş bixin. Heger kesek biçe derdorê xwe gilî bike, sîxûrtî bike di wî/ê de tu nirx namîne. Fûhûş jî tê wê wateyê. Ji bo kes tevlî PKK’ê nebe di nav civakê de hişbir tê belavkirin, fûhûş û sîxûrtî pêş dixin. Niha tu lê meyze dikî, di civaka Tirkiyeyê de jî ev astekî de hatiye belavkirin. Hinek jî giştî ye. Sîxûrtî li Kurdistanê zêdetir e, lê li Tirkiyeyê jî heye. Ev nîşan dide ku pergala faşîst xitimî ye. Ev pergala şerê taybet nîşan dide.

Ji bo cerdevanan me bangawaziyek rast kir. Me bihîst ku hinek îtîraz dikin. Em nas dikin, kurd in. Piraniya wan jî xwedî li kurdbûna xwe derdikevin. Jixwe banga me ji bo wan bû. Nexwe ji bo yên ku bûne sîxûr û kontra û xwe rezîlkirine tu bangawaziya me nîne. Lê ji bo kesên neçarî bûne cerdevan dubare bangawaziya me heye. Meyze bikin, dewleta tirk tenê li bakurê Kurdistanê ne, li hemberî başûrê Kurdistan û Rojava jî dixwaze êrîşên operasyonel bidomîne. Mesela niha ji bo nobet bigirin 800 cerdevan anîne başûrê Kurdistanê. Ev ê ku ez dizanim e, dibe ku hêjmar zêdetir jî be. Li gel vê taybetî aliyên xeta Qaşura, cihê ku dibêjin Berwarî Bala çeteyên El-Nusra anîne. Ji çeteyên Suriyeyê, ji çeteyên El-Nusrayê, cerdevanan herkesî tîne û dike nobetdar ku leşkerên xwe yên bi pere jî bişîne cihekî din û êrîşê kurdan bide kirin. Ji ber vê bila cerdevan tenê li derdora gundê xwe nobetê bigirin û li wir tevbigerin. Kes ji vê re tiştek nabêje. Lê belê pêwîste tevlî operasyonan nebin. Pêwîste tevlî operasyonên li bakurê Kurdistanê çêdibin nebin. Yanî, pêwîste her cerdevan bizane ku ji bo koka kurdan biqelînin û siyaseta qirkirinê bimeşînin diçin Rojava û başûrê Kurdistanê. Ji ber vê pêwîste tu kes tevlî operasyonên hundir û derveyî sînor nebe. Helbet, ji hemû cerdevanan re banga me ya esasî di aliyê çek berdanê de ye. Ew meaş ne pêwîste. Pêwîste xwe xera nekin. Pereyê ku li ser xwîna keç û peyayê kurdan tê ji wan re ne pêwîste. Ew pere wek jehrê ye, pêwîste qebûl nekin û tevlî tu operasyonê nebin. Ji hemû cerdevanan re banga me ev e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar