Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Karayilan: Ruhê berxwedanê ji niha ve mizgîniya azadiyê daye

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan Hefteya Lehengiyê û berxwedana grevên birçîbûnê, hilbijartinên xwecihî nirxand. Karayilan wiha  got: “Ruhê berxwedanê ku di şexsê Leyla û Nasiran de tê nîşandan, mizgîniyê dide ku ev têkoşîna azadiyê dê bi ser bikeve.”

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan ji Medya Haberê re axivî, Hefteya Lehengiyê, çalakiyên greva birçîbûnê û hilbijartinên xwecihî nirxand.

Karayilan bersiva da pirsên rojnameger Çinar Goktaş. Karayilan di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Di şexsê hevrê Egîd de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minetdarî silav dikim. Soz û biryardariya ku me daye wan dubare dikim. Hefteya Lehengiyê li hêzên têkoşer, jinan, gelê me û ciwanan pîroz dikim. Hefteya Lehengiyê di dîroka me ya têkoşînê de xwedî cihekî girîng e.”

Karayilan di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven didome û ev tişt anî ziman: “Berxwedan veguheriye pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’. Bi nêzîkbûna Hefteya Lehengiyê re vê berxwedana mezin di şexsê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Ûgûr Şakar de lehengên nû afirand. Bi vî rengî ev pêngava berxwedanê hîn bi wate bû. Veguherî pêngavekê ku bi fedayîbûnê geş bûye. Lewma ji niha ve bingeh ji serketinê re afirandiye.”

Karayilan destnîşan kir ku di şexsê fermandarê gerîla Derwêş, Hawar, Welat, Arnos û Sîseran de ku şopdarên fermandar Egîd bûn, aşkera bû ku xeta Egîdan li nava ciwan û gerîlayên Kurdistanê çawa tê temsîlkirin. Mûrat Karayilan anî ziman, xeta Mahsûm, Mazlûm û Zîlanan li Kurdistanê êdî bûye bingeha fedayîbûnê û diyar kir ku berxwedêra welatparêzan a di greva birçîbûnê de radixe pêş çavan ku ev ruhê fedayî êdî girseyî bûye û ev sekn temînata serketinê ye.

Ruhê berxwedanê ji niha ve mizgîniya azadiyê daye

Karayilan destnîşan kir ku ger mirovên ku di oxira wê de canê xwe dikare feda bike hebe, hingî ew doz teqez bi ser dikeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tê wê wateyê ku ew doz xwedî bingeheke qewîn a dîrokî û rojane ye. Xwedî nêrîneke felsefîk û îdeolojîk e ku rê li ber wê kelecanê vedike. Ji xwe ev ruhê ku ji aliyê Mazlûman, Egîdan ve hate afirandin, li nava kadro û sempatîzanên me bûye rastiyek. Ruhê berxwedanê ku îro di şexsê Leylayan, Nasir Yagizan de tê kirin mizgîniya serketina têkoşîna azadiyê ye. Şêweyê sekna serketinê ye. Eşkere ye ku pêngav wê berfirehtir bibe û bi ser bikeve.”

‘Dê meşrûiyeta wan nemîne’

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan di hevpeyvînê de bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdogan û Bahçelî dîtin ku sîstema wan a dîktatorî dê bi vê hilbijartinê re bikevin rewşeke metirsîdar. Dîtin û fêhmkirin; ger di bin 50 ji sedî de dengan bi dest bixin, dê ev sîstem bibe mijara nîqaşê, dê meşrûiyeta wan nemîne û dawî li wan bê. Lewma ketine nava tirs û fikarê. Ev pêvajo ji xwe re kirine pêvajoya man û nemanê. Bi vê armancê pîvanên exlaqî hemû binpê kirin. Bi binpêkirina qanûnên xwe re dixwazin teqez encamekê bi dest bixin, ji ber ku zanin ger encama dixwazin bi dest nexin dê dawî li wan bê. Ya rast, zerarê didin bingeha jiyana bi hev re ya gelan, dijminatiyê dixin nava gelan. Bi hestên mirovan dilîzin, îstîsmar dikin, şovenîmzê li nava civakê sor dike û bi vî rengî dixwazin dengan bi dest bixin. Lewma hilbijartinê ji bo xwe weke meseleyeke man û nemanê dibînin û di çarçoveya dijminatiya li gelê kurd propaganda hilbijartinê dikin.”

Bahçelî ji rewşê kêfxweş e, ji ber ku AKP tevlî MHP’ê bû

Karayilan destnîşan kir ku alîgirên yekîtiya Tirkiyeyê, hêzên demokratîk, hunermend, nivîskar divê pêşî li vê polîtîkaya metirsîdar a AKP, Erdogan û Bahçelî bigirin û ev tişt anî ziman: “Ber bi zinêr ve dehf didin. Yên ku cihêkariya herî mezin dikin ew in. Di nava civakê de rê li ber dijberiyê vedikin. Tiştekî wan ê ku bidin civakê nemaye. Xitimî ne. Lewma xwe avêt hembêza MHP’ê. AKP a ku dema avabûnê êdî nîne, ya heyî MHP ye. Ev hevkarî jî ne demkî ye, heta dawiyê ye. Tiştekî stratejîk e. Bahçelî ji rewşê gelekî kêfxweş e, ji ber ku êdî AKP tevlî wan bûye.”

‘Ji bo kuştina kurdan deng ji kurdan dixwazin’

Karayilan diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê, Erdogan di her mîtîngê de gefê li gelê kurd dixwe û wiha got: “Dixwaze îradeyê desteser bike. Pêwîste gelê me bi vê zanibe û xwedî helwest be. Welatparêz ji xwe zanin wê çi bikin, divê bixebitin. Divê were zanîn bê çima dengan dixwazin. Ew dibêjin, ‘Deng bidin ku em jî Qendîlê, Şengalê bikin goristan’. Ji bo kuştinê dengan dixwazin. Dengdana ji bo wan dengdana hevkariya li komkujiyê ye. Mirovên xwedî dîn û wijdan divê nebin hevparê vî sûcî. Bi rengekî vekirî û fermî dibêjin; em ê şer bikin, em ê êrîşî Rojava bikin, em ê êrîşî başûrê Kurdistanê bikin. Ji xwe ji bo şer bikin deng dixwazin.”

Divê kurdekî bi tenê jî deng nede AKP-MHP’ê

Karayilan diyar kir ku divê tu Botanî, tu kurdistanî, tu demokratên Tirkiyeyî deng nede AKP-MHP’ê û got ku cerdevan jî vê zîhniyetê baş nas dikin, lewma divê deng nedin wan. Karayilan anî ziman, divê karsaz, rûspiyên civakê, reîsên eşîran vê rastiyê bibînin û piştgiriyê nedin vê zîhniyeta nîjadperest.

Neçûna ser sindoqan tê wateya dengdana ji bo AKP’ê

Ji bo dengdana li metropolên Tirkiyeyê jî Karayilan wiha got: “Gelekî şaş e ku bê gotin, ‘namzetê me nîne, lewma pêwîstî pê nîne ku em biçin ser sindoqan’. Neçûna ser sindoqan, nedana dengan tê wateya dengê ji bo AKP’ê. Lewma divê tu carî nêzîkatiyeke bi vî rengî nebe. Şaş e. Ne girîng e ku kî bê hilbijartin, ya girîng ew e ku pêşî li belavbûna pêla faşîst were girtin. Divê mirov li dijî pêla desthilatdariyê, ya faşîzmê bisekinin. Hin hêzên mûxalîf hene ku ne pêwîste illehî bi wan re tifaqek hatibe kirin. Di çarçoveya helwesteke şoreşger û demokratîk de ya divê were kirin divê bê kirin.”

Pêngava gerîla dê rê li ber encamên girîng veke

Karayilan herî dawî pêngava gerîla ya sala nû nirxand û wiha got: “Erdogan di gelek mîtîngan de got, ‘Me li Cûdî, Tendurekê ew tepisand’. Di wê demê de jî çalakî hatin kirin. Hem li Cûdî, li Serhedê hem jî li Gabarê derb xwarin. Îsal ji bo gerîla saleke girîng e. Der barê jinûve avabûnê de biryar hate wergirtin. Ji bo afirandina xeta gerîla ya serdema nû asteke girîng heye. Gavên girîng ên pratîkî tên avêtin ku nîşan didin wê gerîla pêngavê xurt bike û bibe gerîlayên serketinê. Ev yek wê di pratîkê de bê dîtin.”

Karayilan endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê Baran Serhat ku di encama êrîşeke hêzên dewleta tirk de şehîd bû, bi bîr anî û anî ziman ku dê xwedî li bîranîna fermandar Baran derkevin. Karayilan herî dawî bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan kir ku bi baweriya serketinê berê xwe bidin çiyayên azad. BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar