Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kardo Mihemed: Aloziya heyî metirsiyê dixe ser destkeftiyên Kurdan

Endamê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Kardo Mihemed, êrişa hêzên PDK’ê ya li ser gerîla û şandina hêzê li ser sinorê Rojava wek gefek li ser destkeftiyên gelê Kurd bi nav kir û got, ji bo derbaskirina vê metirsiyê pêwîstî bi diyaloga navxweyî heye

Navenda Nûçeyan

Endamê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Kardo Mihemed, têkildarî helwesta şerxwaz a PDK’ê ya li dijî Rojavayê Kurdistan û gerîla axivî.

Kardo Mihemed da zanîn PDK bi şandina hêzê li ser sinorê Rojava û herêmên gerîla, metirsiyê dixe ser destkeftên Kurdan û wiha got; “Li gorî me aloziyên vê dawiyê di navbera aliyên Kurdî de rû dide wê bi xwere pirsgirêkên mezin bîne. Wê di nava Kurdan de şer çêbe û bibe sedem tevayî destkeftên gelê Kurd tine bibin.”

Di derbarê rola yekîtiya parlementerên Kurdistanê ya ji bo aramkirina rewşê jî Kardo Mihemed got: “Wek Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê em hewl didin vê rewşa aloz aram bikin. Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê li gel KNK’ê pêşengtî kir ji bo zemînek ji diyalog û aştiya nava aliyên Kurdî re dayne. Divê çarçoveyê de konferansek bi tevilbûna gelek kesayetan li seranserî cihanê hate lidarxistin. Di konferansê de piştgiriyek gelek zêde ji bo diyaloga navxweyî hate nîşandan.”

Di derbarê helwesta PDK’ê ya ji bo asayîkirina rewşê de jî Kardo Mihemed da zanîn heta niha ew li benda bersiva PDK’ê ne ji bo danûstandin û diyalog pêkbê. Lê heya niha ti bersivek nehatiye.

Di dawiyê de jî Endamê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Kardo Mihemed, got: “Şer ne di qezenca ti aliyek de ye. Hewldanên KNK’ê yên ji bo pêkanîna diyalog û nêzîhevkirina partiyên siyasî yên Kurdî gelek giringe. Rêzgirtina li taybetmendiyên hevûdû û diyalog baştire ji bo gihiştina çareseriye armancên hevbeş.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar