Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Karê dewletan xerakirin e

Milletek û civakek çiqas bi axê û xwezayê te têkiliyê dîne ew qas li pey xwe çandekê dihêle. Çiqas çandek kûr û dewlemend ava bike ew qas dibe xwedî nasname û hêz. Ji ber vê yekê milletên bi hezaran salan li ser heman axê dijîn xwedî çand û nasname ne. Di aliyê civakî û sincî de xurt in. Çiqas bi axê û xwezayê ve girêdayî bin, dikarin bi awayekî kolektif xwe bi rê ve bibin û zû bi zû serwerî û koletiyê qebûl nakin.

Dewlet ji bo karibe hebûna xwe berdewam bike û bibe hêz, divê berî her tiştî nifûseke koletî û xizmeta wê bikin hebe. Eger dewletek li ser axekê civakê nexe kontrol û xizmeta xwe nikare bibe dewletek xwedî hêz û serwer. Ji bo karibe wê civakê û wî milletî texê kontrol û xizmeta xwe, divê berî her tiştî wî-ê ji axa wê qut bike. Bêcih û bêwar bihêle. Dema em li serdema qraliyet, împaratorî û avakirina dewletan dinerin, ev rastiya koçberî û sirgûnê derdikeve pêşberî me.

Dema ku qraliyet û împaratoriyek axekê dagir dike; berî her tiştî bi niştecihê wir re peymanê çêdike. Şertê “An tê serwerî û fermandariya min qebûl bike, an jî tuyê koçber bibî” li wan ferz dike. Dema em li rûpelê dîrokê binerin û şerê di navbera kraliyet, împaratorî û dewletan de dinerin, desthilata bi hêz her tim ji bo serweriya xwe bêtir bi hêz bike û berdewam bike, li gorî berjewendiyên dewletîbûnê nêzî niştecihê herêmê dibin.

Dema em li nîv sedsala dawî binerin em dikarin vê rastiyê bêtir şênber bibînin. Li Afganistanê bi dehan salan şer pêş ket. Yên nekarîbûn li ber xwe bidin û serwerî qebûl nekirin bere xwe dan Îran, Tirkiye û Ewropayê. Bi milyonan afganî ji cih û warên xwe koç bûn.

Di salên 1990’î de dewleta tirk xwest kurdên ku li azadiyê digerin dîsa bike kole û serê wan bitepisîne. Cerdevanî li wan ferz kir. Yên ku serwerî û koletiya dewletê qebûl kirin bûn cerdevan. Yên ku serweriya dewletê û koletî qebûl nekirin jî gundê wan hatin şewitandin û sirgunî metrepolan kirin.

Em li Şengalê binerin. Civaka êzidî bi 74 fermanan re rû bi rû maye. Çima ji ber serweriya dewletan û koletiya dewletan qebûl nake. Dewlet ji bo wê bi xwe ve girê bidin û têxin xizmeta xwe, li ser wan Peyman û planan çêdikin. Herî dawî netew dewleta Tirkiye-Iraq û yên Ewropa bi hev re çeteyên DAIŞ’ê ava kirin û bardan ser civaka êzidî. Em vê mînakê li Efrîn, Serêkaniyê îro li Duhok, Amêdiyê û Zaxo dibînin. Kurdên ku bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn, ji bo bi çand, ax û nasnameya xwe ve girêdayî ye, koletiya dewletê qebûl nake. Ji bo koletiya dewletê qebûl nake, dewlet nikare bi hêsanî li ser vê axê serweriyê bike. Dewlet ji bo karibe li ser vê axê serweriyê bike, bi tang, top, balafiran êrîşî vê erdnîgariyê dike.

Ji bo karibe serweriya axê bike berî her tiştî şer pêş dixe. Bi rêya şer koçberî û penaberiyê pêş dixe. Tiryak, fihûşê pêş dixe. Çeteyan pêş dixe. Dema em li 50 salên dawî binerin em dibînin ku şer di çi astê de kûr dibe. Em dibînin ku dewlet bi hevre şer nakin. Dewlet bi civakê re şer dikin. Dewlet bi hevre peymanan çê dikin û bi hevkariya hev gel û niştecihê wê axê koçber dikin. Bi taybetî di sala 2024’an de em dibînin ku di navbera Tirkiye, Iraq û Hikûmeta Başûr de dîplomasî zêde pêş dikeve. Tirkiye ji Iraqê ne bêzar e. Iraq jî ji dagirkeriya Tirkiyeyê ne bêzar e. PDK jî ne ji Iraqê û ne jî ji Tirkiyeyê bêzar e. Hemû jî ji gelê Behdînan, Duhok û Amediyê bezar in. Ji ber vê yekê gefan li 600 gundên herêmê dixwin ku gundên xwe warên xwe vala bikin û biçin. Dema koçber bibin dê ji çand û zimanê xwe dûr bikevin. Dema koç bikin dê ji aboriya xwe stargehên xwe dûr bikevin. Dê mohtacî dewletê Ewropa bibin. Dewletên Ewropa jî dê wan li hemberî Tirkiye û Iraqê wekî amûr bikar bîne.

Ji bo en encama vê yekê bêtir şênber bibînin em bi hev re li hinek daneyên Rêxistina Koçberan a Navneteweyî binerin. Rêxistina Koçberan a Navneteweyî her ji 5 salan carekê rapora rewşa koçberan parve dike. Dema em li daneyên raporê yên 50 salên dawî dinerin, em dikarin bibêjin ku li cîhanê aramî tune şer heye. Em ji salên 1970’î heta 2022’î em çend daneyên raporê parve bikin. Di sala 1970’î ye 84.5 milyon, di sala 1975’an de 90.4 milyon, di 1980’î de 102 milyon, 1990’î de153 milyon, di 2000’i de 173,2 milyon, 2010’i de 221 milyon, 2020’an de 280.6 milyon û di sala 2022’an de li tevahiya cîhanê 281 milyon milyon mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Ev nîşanî me dide ku sal bi sal koçberî û penaberî zêde dibe. Her sal bi deh hezaran penaber li ser sînoran tên kuştin û bi deh hezaran mirov di deryayê de diqeniqin. Ne Neteweyên Yekbûyî mafên wan diparêze, ne jî tu dewlet mafê wan diparêze. Yên li ser sînoran û di deryayan de dixeniqin av û av diçin.

Ji ber li cîhanê penaberî zêde bû û li ser pişta dewletên din bûn bar, Neteweyên Yekbûyi bi boneya rê li pêşiya  penaberiyê bigirin di 20’ê  Hezîrana 2001’ê de wekî Roja Penaberan a Cîhanê îlan kir û xwest rê li pêşiya penaberiyê bigire. Lê ji ber şer zêde dibe, koçberî û penaberî jî zêde dibe.

Di 2022’an de li tevahiya cîhanê 281 milyon milyon mirov ji cih û warên xwe koçber bûn.Di sala 2021’an de 89,3 milyon mirov bi zorê ji cih û warên xwe koçber bûn.

Di şerê navbera Rûsya û Ukrayna de herî kêm 6 milyon mirov ji cih û warên xwe koçber bûn.

Li Tirkiyeyê jî sal bi sal koçberî zêde dibe. Di 2016’an de 69 hezar û 326 mirovan koç kir. Lê di 2022’an de 139 hezar û 531 mirovî koçî dervê welat kirin. Di navbera salên2016-2022’an de dema em li daneyan koçberiya di navbera Tirkiye û welatên cîran de dinerin, em dibînin ku herî zêde ji Iraq, Afganistan, Îran, Sûriye Tirkmenistanê mirovan koçî Tirkiyeyê kiriye. Li gori daneyên TUÎK’ê di sala 2023’an de jî 714 hezar û 579 kesan cih û warên xwe terk kirin.

Li gorî Federasyona Bilind a Penaberên Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê îsal 38 hezar welatiyan koç kirine. Li tevahiya Iraqê 75 hezar welatî koç kiriye.

Ev dane nîşanî me didin ku şerê li Cîhanê her ku diçe gur dibe. Ev şerê dewletan ê li hemberî gel e. Îro êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî bi armanckirina valakirinê ye. Dixwaze civak û gelên xwedî çand, xwedî nasname û berxwedêr bi hukmê zorê ji cih û warên wan koç bike. Li şûna niştecihê herêmê çeteyên ku her tim di xizmeta dewletan de şer dike û koletiya dewletan dike li wir bi cih bike. Dixwaze demografiya herêmê biguherînin û çeteyên wekî DAIŞ, Haşdî Şahbî, OSO, El Nusra, Dîfa El Watanî, Ceyş El Wetenî, El-Hemze, Sultan Silêman Şah, Sultan Mûrad hwd li vir bi cih bikin. Çawa ku demekê JÎTEM, Hîzbî Kontra pêş xistin niha jî bi van çeteyên girêdayî dewletê li dijî gelê herêmê şer pêş dixin û dixwazin gelê herêmê warê xwe terk bike û ji dewletê re bihêle. Lê çiqas gel li ax, war û çanda xwe xwedî derkeve, dê ew qas karibe li nasname û vîna xwe xwedî derkeve. Çiqas karibe li vîna xwe xwedî derkeve dê ew qas karibe xwe biparêze.

Nûçeyên Têkildar