Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Karê ‘Polîsên Exlaqê’ hat sekinandin

Serhildana Rojhilat ku bi pêşengiya jinan berdewam dike hin encaman bi xwe re tîne; li gor Serdozgerê Giştî yê Îranê, karê ‘Polîsên Exlaqê’ ên Îranê hatiye rawestandin.

Serhildanên ku di meha îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber kuştina jina kurd a ciwan Jîna Emînî dest pêkiribûn, berdewam dikin. Serhildan êdî bi xwe re destkeftiyan tînin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (ÎRNA) der bas kir, karê ‘Polîsên Exlaqê’ ên Îranê hat rawestandin.

ÎRNA’yê di nûçeya xwe de ragihand ku Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cehfer Muntezrî di merasîmekê de bersiv da pirsa ‘Ji bo çi karên ‘Polîsên Exlaqê’ hat rawestandin’ û ev tişt got; “Tu peywendiya Polîsên Exlaq bi dadweriyê ve nîne, li heman cihê hatî damezrandin, biryara rawestandinê jî hatiye derxistin.”

Her wiha Serdozger Mihemed Cehfer Muntezrî di civîneke 1’ê kanunê de der barê serhildanan de ev tişt gotibû: “Parlamento û Desteya Bilind a Şoreşa Îslamî, pirsa hîcabê guftugo dikin. Tê payîn ku heta 15 rojên din encamên vê mijarê wê derbikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar