Şer, alozî, nexweşî û krîz bîst salên dawî jî bi êş û elemên mirovahiyê berdewam kirin.
Êrîşên hewayî yên 11‘ê Îlona 2001´ê, şerê Afganistan û Iraqê. Dûv re karesata tsûnamiyê ya 2004´an li okyanûsa Hindê, di vê felaketê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Hilweşîna New Orleansê bi bahoza Katrînayê di 2005´an de, krîza aborî ya cîhanî ya 2008´an, karesata tsûnamiyê ya di 2011´an, di serî de li Tûnis, Misir, Lîbya û Sûriyeyê têkoşîna civakan a li dijî desthilatdaran, pêşketina DAIŞ´ê di sala 2014´an de, karesata mirovî ya penaberan a li Deryaya Navîn (Med) ku ji 2015‘an û vir ve jî berdewam e û rewşa guhertina avhewayê (îklim).
Ji bilî pevçûn û şerên navxweyî yên li seranserê cîhanê, herî dawî jî pandemiya koronayê ya bi navê “Sars-CoV-2” mirovahî xist bin bandora xwe. Heya van kêliyan zêdeyî 1,5 milyon mirov ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane. Li gor statîstîkên UNÎCEF‘ê epîdemiyê li welatên wekî Afganistan, Bangladeş, Burkina Faso, Komara Demokratîk a Kongoyê, Lîbya, Sûdana Başûr, Ukrayna û Venezûelayê rewşa awarte ya demdirêj girantir kir. Ji ber sedemên şer li Sûriye û Yemenê ango li van her du welatan nezikî 17 milyon zarok hewceyî alîkariya mirovî bûn. Di 30 salên dawî de hejmara karesatên girêdayî avhewayê sê qat zêde bûye. Ev ewlehiya xwarinê tehdît dike, kêmbûna avê zêde dike, mirovan neçar dike ku ji malên xwe derkevin û metirsiya pevçûn û rewşa awarte ya tenduristiya giştî zêde dike.
Yên ji vê pandemiyê herî zêde bandor bûn jin û zarok in. Ev rewş heya kengî wê berdewam bike û bi derziya vîrûsa koronayê ev pevajo wê çiqas zû derbas bibe hîn ne diyar e.
Ya diyar ev e ku vê pandemiyê bi xwe re krîz hîn zêdetir kir. Tê texmînkirin ku li dora 36 milyon zarok ji ber pevçûn, şîdet û karesatan koçber bûne. Li gor daneyên weqfa Save the Children (Zarok Parastina Zarokan) li seranserê cîhanê nêzî 11 milyon zarokên di bin 5 salî de ji ber birçîbûnê li ber sînorên mirinê ne. Birçîbûn di nav zarokan de li seranserê cîhanê her diçe zêde dibe. Li 11 welatên Afrîka, Karayîp, Rojhilata Navîn û Asyayê zarok di bin xetereya birçîbûnê de ne. Wekî din, metirsiya xelayê li Yemen û Sûdana Başûr berdewam dike. Li gor raporê, rewşa ku berê li van welatan krîtîk bû bi epîdemiya koronavirusê hêj girantir bû.
Covîd-19 bandoreke mezin li jiyana hemû mirovan kir. Ji aliyek nexweşî, ji kar derketin, ji aliyê din birçîbûn di hêla din de perwerdeya dibistanan. Li gor tê texmînkirin li zêdeyî 60 welatan karûbarên rojane yên ji bo zarokan hatin astengkirin, dibistanên ji ber Covîd-19’ê hatine girtin hîn jî li seranserê cîhanê li dora 250 milyon xwendekarî bandor dike. Bi milyonan zarokên di temenê dibistanê de hewl didin ku xwe bigihînin sîstema perwerdeya ji dûr ve, lê belê di vir de jî gelek neheqî derketin holê, ji ber ku li her dera cîhanê zarok xwe nikarin bigihînin înternet, teknolojî û materyalan ji bo perwerdeya xwe bidomînin.
Bêîstîqrariya aboriyê di heman demê de karûbarên bingehîn têk dibe û rîska şîdeta navmalê û zayendîparêz zêde dike. Malbat di hêla aborî de xwe nagihîne dawiya mehê. Ev jî jiyanê hîn dijwartir dike.
Ka bêjin civak li hember vê rewşê çi dike?
Anna Frank dibêje: Çima divê mirov birçî bimînin dema ku li deverên din ên cîhanê xwarina zêde xerab bibe? Yan jî çima mirov ewqas bêhiş in? Ez bawer nakim ku şer tenê ji hêla hezên mezin, serdestan û kapîtalîstan ve tê kirin. Na, civak jî şer dixwaze! Heger ne wisa bûya wê demê her kes rabûya ser piyan û li hember wan xerabiyan derketana. Di mirov de hewesek tunekirinê heye, hewesek kuştinê, kuştin û hêrsbûnê heye û heya ku hemû mirovahî, bêîstisna, tû li metamorfozê neke, her tiştê ku hatiye avakirin, hêşînkirin û mezinkirin dê dîsa were qutkirin û wêrankirin, wê hingê ji nû ve wê dîsa dest pê bike”.
Jiyan bi kesayetan dest pê dike yê ew jî tu yî, ez im, em in…