Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrîşî me kir

Karkerên ji Mêrdînê çûn gundên Bazlamaç û Kayalar ên girêdayî navçeya Çekerek ên Yozgatê û xwestin di daristanê de bixebitin. Di 18’ê tîrmehê de keyayan ‘baca rê’ ji karkeran xwestiye û bi vê hincetê êrîşî karkerên kurd kirin. Ev karker ji navçeya Dêrika Mêrdînê çûne wir. Ewilî komek biçûk êrîşî karkeran dikin cendirme êrîşê disekinînin. Paşê li ser navtêdana 18 keyayên wan gundan, şêniyên gundan dicivin û êrîşî karkeran dikin. Qeymeqamiyê bi hinceta ‘em nikarin ewlehiya wan bigirin’ hin karkeran ji navçeyê derxist û şandin Mêrdînê û hin karkerên man jî derbasî Çorûmê cem xizmên xwe li wir karkeriya çandiniyê dikin bûn. Hin karkerên li wir man jî hat zanîn ku vedigerin Mêrdînê.

Karkeran behsa êrîşê kir û diyar kirin ku ew ji ber êrîşê mexdûr bûne û ji karê xwe bûne.

Îrfan Çagûr ê karkerê daristanê da zanîn ku ew her sal li cihên cuda kar digirin û ew ji Dêrikê çûne. Çagûr anî ziman ku roja ewil keyayan ji wan re ji bo konan eraziyên kesên din wek eraziyê wan be kirê kirine û piştî ku erazî yên hin kesên din derketin keyayan vê carê kirê ji wan daxwaz kir û da zanîn ku keyayan ‘baca rê’ ji wan xwestiye û dema ew vê bacê red dikin êrîşan dest pê kiriye.

‘Li Dêrikê bûya dê dewletê êrîşî me bikara’

Çagûr diyar kir ku her çiqas leşkeran xwest êrîşkar belav bibin jî lê belav nebûne û ev tişt anî ziman: “Helbet tiştek ku dewletê bikira hebû. Lê nekirin. Em 13 malbat mexdûr bûn. Nêzî 300 hezar lîre zirara me bû. Heke ev bûyer li welatê me pêk bihata dê wisa nebûya. Dewletê jî piştgirî da êrîşkaran. Heke li Dêrikê êrîşek wiha bibûya dê bi bombeyên gazê û ava şid me belav bikirina. Lê li vir wisa nekirin. Armanca wan jî ew bû em ji wir derkevin. Em jî dixwazin li Mêrdînê bixebitin lê ji ber nebûna kar em ji neçarî çûn wir. Lê mixabin ev hat serê me.”

‘Kurdbûn bes e’

Ji karkeran Mehmet Can Dûrgût jî destnîşan kir ku êrîş bi awayeke organîzeyî pêk hatiye û wiha got: “Ji ber em kurd bûn êrîşî me kirin. Derbarê êrîşkaran de di warê hiqûqî û yasayî de tiştek nehat kirin. Haya rayedaran ji me hebû. Keyayan navtêdanê li 42 gundan kirin û êrîşî me kirin. Em bi zehmetî ji lîncê rizgar bûn. Me keda xwe li wir hişt û vegeriyan welatê xwe. Ev êrîş li ber çavê dewletê pêk tê lê tiştek nakin. Heke tu li wir mêrdînî bî bes e. Wir veguherandine Teksasê. Tişta li me kirin navê wê zilm e.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar