PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Karkeriya zarokan roj bi roj zêde dibe

Sekreterê Giştî yê Navenda Giştî ya Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê Firat Çîçek destnîşan kir ku îstîsmarkirina li hemberî zarokan û karkeriya zarokan pir zêde bûye û got ku Tirkiye li gor divêtiyên Peymana Mafên Zarokan a NY’yê tev nagere

Li gorî rapora ‘Xebata Kûrewî ya Derbarê Zarokên Azadiyên Wan Hatine Binpêkirin’ a Neteweyên Yekbûyî (NY), li cîhanê azadiyên 7 milyon û 2 hezar zarokan hatine binpêkirin. Her wiha di raporê de tê gotin ku 35 hezar zarok li deverên pevçûnî, 19 hezar zarok jî tevî dayikên xwe di girtîgehan de dimînin.

Sekreterê Giştî yê Navenda Giştî ya Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê Firat Çîçek diyar kir ku ev daneyên NY’yê pir girîng in û got ku binpêkirina azadiyan tenê nayê wateya ‘ji azadiyê hatine mehrûmkirin’, ev di heman demê de tê wateya ku mafên bingehîn, mafê perwerdehî, hêwirandin, bawerî hwd. hemû tên binpêkirin.

Çîçek destnîşan kir ku Tirkiyeyê di 9’ê Kanûna 1994’an de Peymana Mafên Mirovan a NY’yê îmze kiriye, lê belê ev peyman hîn jî tam rûneniştiye û wiha domand: “Ji ber pevçûnên li Sûriyeyê, zarokên ji bo parastineke demborî hatin pirsgirêkên wan zêde bûn. Bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû man. Hîn jî dimînin. Nexasim jî îstîsmarkirina zarokan û karkeriya zarokan pir zêde ye. Jixwe wezaretên têkildar jî aşkera kirin ku herî zêde zarokên penaber tên îstîsmarkirin. Temenê karkeriya zarokî heta 6 salan jî diçe. Ev karker herî zêde li tekstîlan dixebitin. Ev rewşeke xeternak e.

Tirkiye peywira xwe bi cih nayne

Her wiha Çîçek da zanîn ku li Tirkiyeyê ji sala 2014’an ve daneyên derbarê van zarokan de nayên aşkerakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çimkî dewlet dizane, gava van daneyan aşkera bike divê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Ji ber pêk nayne daneyan aşkera nake. Ji bo girtîgehên zarokan jî em dikarin vî tiştî bibêjin; li Tirkiyeyê ji bo rewşa zarokên di girtîgehan de, em dikarin bêjin eynê wekî rewşa fîlmê Dûvar ê Yilmaz Guney e. Mafên zarokan bi peymana NY’yê veguherî saziyekê. Tirkiye di sala 1994’an de pir xwe neda ber sê xalên vê peymanê yên di warê çandî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî. Li cîhanê peymana herî zêde hatiye îmzekirin ev peyman e. 1996 dewletan îmze kiriye û gotiye ‘ez mecbûr im zarokên li dewleta xwe biparêzim.’ Tirkiye jî ev peyman îmze kir. Lê divêtiyên wê bi cih nayne. Ji bo pêşîgirtina li îstîsmar, tundî û karkeriyê tevdîran nagire.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar