Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kartal: Divê gelê me sindoqan bernedin û rê nedin AKP dizyê bike

Kartal bang li gelê kurd û taybetî herêma Serhedê kir ku di 14'ê Gulanê de tevlî dengdanê bibin û faşîzma AKP-MHP’ê bi tevahî tune bikin û got: “Gelê me yê hêja divê sindoqan neterikînin û nehêlin desthilatdarî yek dengî jî bidize.”

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li gelê Kurdistanê kir û bi nêzîkbûna hilbijartinê re bi taybetî ji xelkê herêma Serhedê xwest ku AKP’ê di 14’ê Gulanê de têk bibe.

‘AKP li Zap Avaşîn Metînayê têk çûn’

Remzî Kartal got, “Hikûmeta AKP-MHP’ê ya bi serkêşiya Erdogan, derfetên dewletê hemû seferber kir û sîstemeke nû ava kir” û wiha dewam kir: “Her tişt xistin bin kontrola vê hikûmetê. Armanca wan ew bû ku îradeya gelê kurd bişikînin û destkeftiyên wan beralî bikin. Xwestin îradeya Rêber Apo û berxwedana gerîla bişikînin. Ji bo vê armanca xwe jî hin kurdên li ser xeta xiyanetê danîn kêleka xwe. Lê belê nekarîn bi ser bikevin. Ji ber ku Rêber Apo 25 meh in li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Her wiha bi çekên kîmyewî ji her alî ve êrîş birin ser gerîla. Ji 14’ê nîsana par û vir ve li gel her cûre êrîşan jî nekarîn bigihêjin armanca xwe. Li Zap, Avaşîn, Metînayê têk çûn. Di encama vî şerê dijî gelê me de bi temamî ketin destê mafyayê. Tirkiye ji ber vî şerî niha li ber krîzeke giran a aborî û siyasî ye. Herî dawî ji ber destwerdana bi derengî ya hikûmeta AKP’ê ya li herêmên erdhejê, bi hezaran mirov mirin. Rewşa AKP’ê bi vî rengî ye.”

‘Di vê hilbijartinê de divê em firsenda dizyê nedin wan’

Remzî Kartal anî ziman ku Tirkiye di nava krîzeke bi vî rengî de hilbijartinên 14’ê Gulanê pêk tîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Li gel van hemûyan, bi vê hilbijartinê re firsendên ji bo têkbirina rejîma faşîst afirîne. Ev yek wê ne tenê têkçûna AKP’ê be, di heman demê de wê vegera kurdan û hindikahiyên din li pêvajoya jiyaneke azad û demokratîk be. Ji bo Partiya Çepên Kesk bi xurtî tevlî meclîsê bibe divê gelê me bi îradeyeke mezin tevlî dengdanê bibe. Ne tenê bi xwe tevlî dengdanê bibe, di heman demê de derdor û dostên xwe jî tevlî bike. Her kes divê bi şev û roj bixebite. Ez bang li kurdan û tirkiyeyiyan dikim; divê bibin yek û di şeva 14’ê Gulanê de ewlehiya sindoqan pêk bînin. Çi dibe bila bibe divê em cihê xwe neterikînin. Em zanin ku di hilbijartinên derbasbûyî de bi hîle û komployan bûne desthilatdarî. Di vê hilbijartinê de divê em firsenda vê yekê nedin wan.”

‘Têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ya Serhedê divê dîrokî be’

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal kêfxweşiya xwe ya ji ber atmosfera Partiya Çepên Kesk û hêzên demokrasiyê anî ziman û got, “Atmosfera heyî gelekî erênî ye. Divê her kes vê yekê mezintir bike. Gelên me yên li bajarên kurdan û metropolan divê karên xwe bisekinînin û giraniyê bidin ser hilbijartinê. Atmosfera hatiye afirandin cihê kêfxweşî û hêviyê ye.”

Kartal bang li hilbijêrên li herêma Serhedê kir û got, “Bi taybetî bajarên Serhedê divê di vê demê de bi rola xwe rabin. Li van bajaran divê AKP nikaribe dengan werbigire. Bêgûman li bajarên din ên Kurdistanê hemûyan divê armanc bi heman rengî be. Lê belê li Wan, Colemêrg, Agirî, Îdir û Mûşê divê Partiya Çepên Kesk pêngaveke mezin biavêje.

Em zanin ku rejîma AKP’ê li ser xelkê me yê Wanê lîstikên mezin lîstiye. Gelê me ji bo tolê ji vê rejîmê hilîne divê bi xurtî tevlî Partiya Çepên Kesk bibe. Divê her 8 wekîlan werbigire, li Wanê AKP’ê têk bibe. Ev têkbirin jî divê dîrokî be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar