Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Kartal: Divê hemû gelê me seferber bibe

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û bang welatiyên li Ewropayê kir û got: “Ji bo bidawîkirina desthilatdariya AKP-MHP'ê, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û heta 9'ê Gulanê em seferber bibin."

Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan ên li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê, dengdana li derveyî welat beriya çend rojan destpê kir. Li Ewropayê ku Partiya Çepên Kesk xwedî potansiyeleke xurt a dengan e, karekî berfireh tê meşandin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji bo demokratîkkirina komarê ya li ser înkar û îmhayê ava bûye, hilbijartinên 14’ê Gulanê firsendeke, lewma jî bang li her kesî kir, ku ji bo Partiya Çepên Kesk seferber bibin.

Remzî Kartal anî ziman, hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartineke rêzê nîne û tespîteke bi vî rengî kir: “Hilbijartinên 2023’yan ji rêzê û asayî nîne. Hilbijartin di demeke girîng de tê kirin. 100 sal in li dijî kurdan polîtîkaya înkarê tê meşandin. Bi taybetî bi şerê 8 salên dawî re hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide îradeya gelê kurd bişikîne. Lê belê li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin hate kirin. Di encamê de jî siyaseta faşîst a ku li ser gelê kurd tê meşandin bi têkçûnê re rû bi rû ma. Di nava rewşeke bi vî rengî de em hilbijartinê dikin. Ev hilbijartin dikare bibe wesîle ku hikûmeta AKP-MHP ji aliyê siyasî ve tê qedandin. Ji ber vê yekê ji bo gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk hilbijartineke girîng e.”

‘Her kesên li Ewropa divê demildest biçin ser sindoqan’

Remzî Kartal bang li hilbijêrên li Ewropayê kir û destnîşan kir ku divê her kes seferber bibe: “Di vê hibijartinê de dengdan bi tenê têrê nake. Divê mirov li nava malan bigerin û qala girîngiya hilbijartinê bikin. Ji hilbijartinên beriya qat bi qat zêdetir divê em dengan werbigirin. Her wiha pêwîste em meclîsên xwe, sazî û rêxistinên xwe bixin nava liv û tevgerê û seferber bikin. Heta 9’ê Gulanê divê dest ji karê xwe berdin û tenê li ser hilbijartinê bisekinin. Ne tenê kurd, divê hemû hêzên demokratîk û komên mûxalîf li hev kom bibin û hilbijêran bi rêxistin bikin. Divê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em derfetên xwe seferber bikin û mirovan bigihînin cihên dengdanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar