Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Karwan Enwer: Azadiya rojnamegeran tê qetilkirin

Sekreterê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya Liqa Silêmaniyê Karwan Enwer diyar kir ku ji bo bêdengkirin û çavtirsandina rojnamegeran, Wedat Hisên qetil kir û wiha got: “Mixabin rojnameger niha bi fîzîkî nayên qetilkirin, lê azadiya wan tê qetilkirin.

Nûçegihanê Rojnewsê yê Herêma Behdînanê Wedat Hisên di 13’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê çeteyên PDK’ê ve hat revandin û piştre bi awayek hovane hat qetilkirin. Sekreterê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya Liqa Silêmaniyê Karwan Enwer derbarê azadiya rojnamegeriyê ya li Herêma Kurdistanê û êrîşên li ser rojnamegeran axivî.

Karwan Enwer wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ger em cîhana rojnamegerî û azadiya ramanê û rojnamegeriyê li herêmê bi Tirkiye û Îranê re bidin ber hev, Herêm di warê azadiya xwepêşandan û rexneyê de gelek li pêş wan e. Lê ger em Herêma Kurdistanê ya niha û ya berê bînin berhev, mixabin niha gelek paşketîtire. Salên herî baş li başûrê Kurdistanê, salên navbera 2005-2012’an de bû. Lê piştî nexweşketina Mam Celal, bi şêweyek berçav medya û azadiya raman û rexneyê li Kurdistanê paş de gav avêtin. Divê kurd di warê azadiya çapemeniyê de bi awayekî azadtir bixebitin. Divê em ji xwe dîktatoriya medyayê ava nekin. Li gorî raporên navneteweyî yên li ser Herêma Kurdistanê hatîn belavkirin, di dema borî de ji Herêmê re digotin; ji rojnamegerî û azadiya raman re wek mêrgek şîne. Lê niha ew azadiya wê demê niha ji ber sedemên navxweyî û derveyî, paşketiye. Heman kesên ku ji herêma me re digotin ‘mêrgek şîn’, niha ji herêma me re dibêjin ‘jîngehek metirsîdar û tirsnak’.”

Karwan Enwer li ser rêjeya azadiya ramanê li gorî deverên li Herêma Kurdistanê ev agahî parve kir: “Li Herêma Kurdistanê du deverên xebatê hene, ew jî yek Silêmanî û ya din jî Hewlêr û Dihok e. Li Silêmaniyê rewşa aborî gelek xirabe, lê azadiya rexnekirin û ramanê û mijarên girêdayî jinan gelek baş in. Berevajiyê vê, li her du parêzgehên din (Hewlêr û Dihokê) rewşa aborî gelek baş e, lê azadiya gotin, raman û mijarên girêdayî jinê xirab e. Tişta ku li Hewlêr û Dihokê diqewime, bi taybetî li Behdînanê, nêzîkî 50 heta 70 rojnameger û çalakvanên sivîl hatine girtin û hinek ji wan jî hatine mehkûmkirin. Ew jî cara yekê ye ku ji ber azadiya gotin, nivîsandin û weşanê welatî tên cezakirin.”

Li Hewlêr û Dihokê azadiya çapemniyê tuneye

Karwan Enwer bal kişand li ser qetilkirina rojnamegeran li Herêma Kurdistanê û wiha pêde çû: “Li Herêma Kurdistanê heta niha 5 dozên rojnamegerên li Herêma Kurdistanê hatin qetilkirin hene, ew jî; Wedat Hisên, Serdeşt Osman, Şêx Star, Kawe Germiyanî û Soran Mame Heme ne. Mixabin heta niha tenê kujerê Kawe Germiyanî hatiye girtin û cezakirin. Yên din ku li sînorê Hewlêr, Kerkûk û Dihokê qewimîne, kujerên wan nehatine girtin. Wedat Hisên jî yek ji wan rojnamevanane ku kujerê wî nehatî girtine. Beşek kesên li vir û li wir, ji bo çavtirsandina rojnamevanan, bêdengkirina dengê rojnamevanan û azadiya raman, her wiha tirsandina azadiya rexnekirinê ev rojnamevan qetilkirin. Lê wan dîtin ku bi vê kiryar û qetlên wan, Wedatek tê qetilkirin li pey wî de pêncî Wedat serî radikin.”

Karwan Enwer qala revandin û cezakirina rojnameger Silêman Ehmed jî kir û wiha got: “Ger Silêman Ehmed sûcdar be, divê bi dadgehek aşkere were darizandin û sûcên wî were belavkirin. Ger rojnamager e, divê li gorî yasaya karê rojnamegeriyê nêzîkatî li gel were kirin. Ger teror be, divê li gorî yasaya terorê nêzîkatî li gel were kirin. Lê em dibînin ku rojnameger e û mixabin li gorî yasayek din a Iraqê nêzîkatî li gel tê kirin. Heta niha nizanim tometa li ser Silêman Ehmed çi ye û çima 3 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.”

Sekreterê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya Liqa Silêmaniyê Karwan Enwer wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Herêma Kurdistanê tiştekî bi navê raya giştî tuneye ku tiştek bi navê raya giştî nebe, wê demê tiştekî bi navê medya dijîtal çêdibe. Medya dijîtal tenê pirsgirêkan derdixîne holê, nikare bandorek cidî bike û xelkê bîne daxîne kolanan û raya giştî bixe tevgerê. Paşguhkirina van mijaran zirarê dide navûdengê Herêma Kurdistanê. Mixabin rojnameger niha bi fîzîkî nayên qetilkirin, lê azadiya wan tê qetilkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar