Karwaneke HêzÊn Koalîsyona Navdewletî ya li Dijî DAIŞ’ê ji Til Temirê derbasî navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî bû
Karwaneke Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê ku çend roj berê piştî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê baregehên xwe vala kiribûn, ji Til Temirê derket û berê xwe da navçeya Eyn Îsayê. Hat zanîn ku karwan ber bi navçeya Sirînê ve çû.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku karwan ji erebe, panzer û cepilxaneyan pêk dihat. Her wiha li ser rêya M4 a navdewletî û derdora navçeya Eyn Îsayêyê jî leşkerên rûs û hêzên rejîmê dewriye avêtin. GIRÊ SPÎ