Karwaneke sivîlan ên ku li Serêkaniyê di bin dorpêça hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê de mabûn, gihişt Hesekê
Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê, gelek welatiyên sivîl û welatiyên birîndar li Serêkaniyê di dorpêçê de mabûn. Çend saet berê jî ji bo derxistina welatiyên sivîl, birîndar û şehîdan ên li Serêkaniyê, komeke ekîbên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd derbasî Serêkaniyê bûbûn.
Li gorî agahiyan, konvoyeke sivîlan ên li Serêkaniyê ji navçeyê derket û gihişt Hesekê. Ambulans jî bo dermankirina birîndaran berê xwe dan nexweşxaneyê. HESEKÊ