Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

KASED li Sûrê  ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar dixe

KASED dê di navbera 29’ê îlonê û 5’ê cotmehê de “Festîvala Jinan a Sûfestê” li dar bixe.

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ku li Amedê xebatên çand, huner û wêjeyê bi rê ve dibe, dê di navbera 29’ê îlonê û 5’ê cotmehê de li navçeya Sûrê ya Amedê “Festîvala Jinan a Sûfestê” li dar bixe. KASED bi van çalakiyên hunerî dixwaze jinan li hev bicivîne. Di festîvalê de ji bo jin û zarokan dê şahî ango çalakî bên lidarxistin. KASED bi vê festîvalê dixwaze zimanên zikmakî bîne cem hev û armanc dike ku bîra dîrokî û çandeyî ya Sûrê biparêze.

Starta festîvalê sibê li Dêra Sûrp Gîragosa ermenan a li navçeya Sûrê bi konsera stranên kurdî û ermenî bê dayîn. Jinên hunermend di konserê de dê stranên kurdî û ermenî bistrên. Festîval roja damezrandina KASED’ê roja 5’ê cotmehê dê bi konserekî bi dawî bibe. Di çarçoveya festîvalê de wê du panel jî bi rêya zoomê bên lidarxistin.

Bernameya Sûrfestê ya ji aliyê KASED’ê vê bê lidarxistin wiha ye:

“* 29’ê îlonê: Hunermend Maral Ayvaz û Mizgîn Turan dê li Dêra Surp Giragosê konser li dar bixin. (18.00)

* 30’yê îlonê: Li avahiya KASED’ê ya li Sûrê ji bo zarokan dê Kargeha Çîrokan bê lidarxistin. (16.00)

* 1’ê cotmehê: Li avahiya Çand Ma ji bo zarokan dê kargeha “Lîstikên kuçeyan ên gelerî” bê lidarxistin. (16.00)

* 3’ê cotmehê: Bi beşdariya axivêr Meltem Avcil dê panela “Bandora hunerê ya li ser ciwanên koçber” bê lidarxistin. Li ser zoomê. (16.00)

* 3’ê cotmehê: Bi beşdariya etnomuzîkolog-nivîskar ED Emery dê panela “Di çarçoveya muzîka penaberan de muzîka kurdî” bê lidarxistin. Li ser zoomê. (17.00)

* 5’ê cotmehê: Bernameya dawî ya festîvalê; li Qonaxa Cemîl Paşa konsera Jin Ma û Performansa Koma Erbanê dê bê lidarxistin. Danasîna cil û bergên kurdî dê bê kirin.  (18.30)

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar