Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Katalonya amadekariya naskirina Rêveberiya Xweser dike

Herêma Xweser a Spanyayê Katalonya, amadekariyê dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bike. Partiyên hikûmet û muxalefetê bi vê armancê pêşnûme biryarek pêşkêşî parlamentoyê kir

Navenda Nûçeyan |

Di salvegera 9’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û piştgiriya ji her alî ve, pêşnûme biryarek pêşkêşî Parlamentoya Katalonyayê hat kirin.

Ji Koma Parlamentoyê ya Escurra Republicana (Çep a Komarger) Ruben Wagensberg Ramon, ji Junt Per Catalunya (Yekitî ji bo Katalonyayê) Çalakiya Derve ya Koma Parlamentoyê, ji Komîteya Hevkarî û Zelaliyê Francesc de Dalmases i Thio, ji En Comú Podem (Em dikarin bi hev bikin) Çalakiya Derve ya Koma Parlamentoyê, Ji Komîteya Hevkarî û Zelaliyê Susanna Segovia Sánchez, ji CUP (Namzetiya Yekitiya Gel) Eulàlia Reguant i Cura pêşnûme pêşkêşî parlamentoyê kirin.

Hikûmeta Katalonyayê ji partiyên Çep a Komarger û Yekitî ji bo Katalonyayê pêk tê. CUP jî li derveyî hikûmetê piştgiriyê dide pêşnûmeyê. En Comú Podem jî tevî Podemos weke koalîsyoneke çep li muxalefetê tev li bûye.

Di pêşnûme biryarê de ya ji aliyê van çar partiyan ve hat amadekirin, derveyî herêmên din ên Sûriyeyê bal tê kişandin ser rewşa cuda ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pêşnûme bi sernavê ‘Pêşnûme biryara Katalonyayê ya li ser soza di mijara jinûve avakirina Kurdistanê de’ hat amadekirin.

Konfederalîzma demokratîk

Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku li bakur-rojhilatê Sûriyeyê, gelê kurd tevî ereb û hindikahiyên din ên xiristiyan bi hev re dijîn û wiha hat gotin: “Ji şoreşa li Rojava çareseriyeke aştiyane afirî û li ser bingeha şaredariya azad a li Rojhilata Navîn jiyaneke bi hev re û demokratîk ava bû.”

Di pêşnûmeyê de hat bibîrxistin ku ev proje parçeyek ji doktrîna siyasî ya konfederalîzma demokratîk e ku ekolojiya civakî diparêze û femînîst e. Hat ragihandin ku ev proje bi rêya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye birêxistinkirin û wiha hat dewamkirin: “Di navbera Katalonya û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de ji aliyê tevgerên civakî û civaka sivîl a Katalan ve tevneke xurt û nêz piştevaniya enternayonalîst heye.”

Heyeta Katalonyayê serdana Rêveberiya Xweser kiribû

Nûnerê kurd ê li Spanyayê Eyyup Dorû diyar kir ku meha hezîranê dema ku bi serokê parlamentoyê û dîwana serokatiya parlamentoyê re hevdîtin kirin, ev pêşnûme ket rojevê.

Piştî vê hevdîtinê, di 22’ê hezîranê de heyetek ji parlamenterên Katalonyayê serdana Rêveberiya Xweser kir. Parlamenter Lulia Regovat û Robin Wagensberg, endama meclisa Barcelonayê Laura Breeze di nava heyetê de bûn.

Piştî vegera heyetê, bi îmzeya partiyên muxalefet û hikûmetê pêşnûme hat pêşkêşkirin. Pêşkêşkirina vê pêşnûmeyê jî weke sembolîk li salvegera Şoreşa Rojava rast hat anîn.

Di pêşnûme biryarê de îşaret bi Plana Bingehîn a Hevkariya Pêşveçûnê ya sala 2019-2020’î hate kirin ku berê hatibû qebûlkirin û hate destnîşankirin ku herêma Katalonyayê divê girîngiyeke taybet bide gelên kurd, sahravî û filistînî.

Pêşnûme biryar

Komên Katalan gotin ku ji ber yekê divê rêveberiyên Katalan bi Kurdistanê re tevgerek dostaniyê ya nû teşwîq bike. Di pêşnûmeyê de ku ji bo naskirina Rêveberiya Xweser pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin, ev pêşniyar tên kirin:

1- Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe dispêre konfederalîzma demokratîk weke kirdeyeke siyasî hebûna wê qebûl dike û saziyên katalan bi vê rêveberiyê re têkiliyên saziyî datînin.

2- Li Rojhilata Navîn li ser bingeha şaredarî, femînîzm û ekolojiya civakî potansiyela konfederalîzma demokratîk destnîşan dike ku çareseriya jiyaneke hevpar, demokratîk û aştiyane ye.

3- Katalonya bi sazî, civaka sivîl û welatiyên xwe, hem ji bo tevlibûna li jinûve avakirina herêmê, hem avakirina madî ya welêt, hem jî pêşwazîkirina penaberan bi rengekî demkî û mayinde, tevna piştevaniyê ya biratiyê bi welatiyan re teşwîq dike.

4- Bang li hikûmeta Generalitat de Catalunya dike ku ji bo avakirina vê tevna piştevaniyê, desteyeke ji îradeyên cuda, sazî û civaka sivîl ava bike.

Dê li Ewropayê bibe biryareke nû

Ji ber ku pêşnûme biryar bi piştgiriya piraniya endamên parlamentoyê hatiye pêşkêşkirin, tê payîn ku teqez bê qebûlkirin. Lê belê ji ber ku pêşnûme hîn nû hatiye pêşkêşkirin, di mijara dengdanê de hîn demeke diyarkirî nîne.

Nûnerê kurd Eyyup Dorû anî ziman ku ger pêşnûme biryara li ser naskiarina Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê qebûlkirin dê li Spanya û Ewropayê bibe biryar û gaveke nû.

Li herêmên din ên otonom dê hewldanên bi heman rengî hebin

Dorû diyar kir ku dema Katalonyayê Rêveberiya Xweser bi rengekî fermî nas kir, dê saziyên katalan hemû karibin bi rengekî fermî li her qadê têkiliyê bi saziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re deyne.

Dorû destnîşan kir ku ji bo pêşnûmeyek bi heman rengî pêşkêşî parlamentoyên herêmên otonom ên Bask û Valensiyayê bê kirin, dê bikevin nava hewldanan û destnîşan kir ku piştgiriya partiyên siyasî yên xwedî nêrînên cuda yên li Katalonyayê, wê bandorê li herêmên din jî bike û wiha got: “Ji aliyê siyasî ve wê bandora xwe hebe. Wê bandorê li herêmên cuda yên otonom bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar