PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Katî Pîrî: Yekîtiya Ewropa hêzê dide otorîteriya Erdogan

Raportora Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî diyar kir ku jiber bêdengiya Ewropayê Erdogan hêzê digire û wiha got: “Yekîtiya Ewropayê hêzê dide otorîteriya Erdogan. YE çiqasî bêdeng bimîne wê Erdogan ew qasî tiştên di dilê xwe bike, ji ber vê jî divê li Parlementoya Ewropayê em dengekî bilind derxînin.”

Parlementera Hollandayê ya li Parlementoya Ewropayê û raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî li ser  polîtîkayên Tirkiyeyê, dijberiya kurdan, çalakiyên greva birçîbûnê, nêzîkatiya Yekitiya Ewropayê ya li pêşberî Tirkiyeyê ji rojnameger Alî Guler re axivî. Katî Pîrî diyar kir ku AKP Tirkiyeyê ber bi krîzan ve dibe. Pîrî destnîşan kir ku Tirkiye tu carî di warê çapemeniyê de nebû welatekî azad û bi sed hezaran kes hatine girtin. Pîrî diyar kir ku AKP nikare li Tirkiyeyê guherînekê bike û ew ji mûxalif û aliyên demokratîk hêvîdar e. Pîrî bang li Tirkiyeyê kir ku bila daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê were qebûlkirin.

Pîrî di axaftina xwe de derbarê rexneyên tund ên li ser Tirkiyeyê û daxwaza sekinandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re ev tişt anî ziman: “Parlementoya me pênc sal in van gotinan diyar dike. Di warê budçeyê de jî em dikarin biryarê bidin. Ji bo ku Tirkiye xizmeta penaberan bike di çarçoveya peymana YE-Tirkiyeyê de 6 milyar eûro hatiye şandin. Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevnegere, em ê fonan bidin sekinandin. Em dixwazin Tirkiye di qanûna antîterorê de hin reforman bike. Di meha hezîranê de Serokên YE wê bicivin. Di vê civînê de dê banga sekinandina muzakereyan a Parlementoya Ewropayê jî were nîqaşkirin. Parlemento dixwaze muzakereyên bi Tirkiyeyê re were sekinandin. Lê divê li Konseya YE’yê jî serokên welatan deng bidin. Sermesele serokê Macaristanê Vîctor Orban û serokê Polonyayê naxwazin Erdogan hêrs bikin, ev serok dixwazin peyama penaberan were domandin.”

‘Bêdengiya Yekîtiya Ewropayê hêzê dide otorîterıya Erdogan’

Pîrî li ser rewşa Tirkiyeyê rawestiya û ev tişt anî ziman: “Tirkiye di warê çapemeniyê de tu carî ne azad bû. Heke em li 10 sal berê û li niha binihêre, em ê bibînin ku rewş xerabtir bûye. Bi sed hezaran kes hatine girtin. Me dît ku gelek parlementerên HDP’ê hatine girtin. Navê vî tiştî tu carî ne demokrasî ye. Ez 5 sal in raportora Tirkiyeyê me lê min aliyên erênî nedît. Di hilbijartina dawîn a herêmî de me dît ku civak êdî piştgiriyê nade AKP’ê. Ji bo ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk, pêdivî bi guherînekê heye. Gelek serokên welatên Ewropayê diyar dikin ku ew naxwazin zextan li ser Tirkiyeyê bikin lê ez li dijî van polîtîkayan im. Bêdengiya YE hêzê dide otorîteriya Erdogan. YE çiqasî bêdeng bimîne dê Erdogan ew qasî tiştên di dilê xwe bike, ji ber vê jî divê li Parlementoya Ewropayê em dengekî bilind derxînin. Xetên jêneger ên bingehîn ê YE jî heye û me di sala 2017’an de diyar kir. Ji ber ku parlementer, rojnameger û kesên wekî Osman Kavala hatin girtin. Me diyar kir ku divê muzakere werin sekinandin. Di meha cotmehê de ez çûm Amedê û sedema çûna min jî ev bû ku li ser Parlementoya Ewropayê em piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş û endamên HDP’ê yên ku hatine girtin.”

Daxwaza çalakgeran ji bo çareseriyê ye

Pîrî li ser berxwedana grevên birçîbûnê jî axivî û ev tişt got: “Ez daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê fêhm dikim. Dixwazin, hikumeta tirk hurmetê nîşanî destûra xwe ya bingehîn bide. Di vir de peyama herî girîng jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê ye ku Parlamenta Ewropa û Yekîtiya Ewropa jî piştgiriya wê dikin. Pirsgirêka heyî pirsgirêkeke bi dehan salan e ku gelek mirovan jê êş kişandine. Li Tirkiyeyê yekane rêya ber bi demokrasiyê, jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê ye. Em hemû zanin, pêwîsteya her du aliyan bi pêvajoya aştiyê heye. Bi dîtina min, peyama çalakgerên greva birçîbûnê jî ev e û ev peyam bi rastî jî gelekî girîng e. Ev peyam di heman demê de daxwaza piraniya endamên parlamentê ye.”

Katî Pîrî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê bi bîr xist û wiha got: “Ger ez ji nû ve ji bo heman pozîsyonê werim hilbijartin, dixwazim pêşengiyê ji destpêkirina pêvajoya polîtîk re bikim, ev gelekî girîng e. Ne diyar e ku careke din bibim raportora Tirkiyeyê ya na. Lê dikarim garantiya vê bidim, ez di kîjan pozîsyonê de bim jî ez ê dest ji vê pêvajoyê bernedim.” STRASBOÛRG 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar