Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kawayê Hesinkar û Newroz

Cejna Newrozê li xaka Mezopotamyayê bi hezaran sal in tê pîrozkirin. Newroz a ku bûye mizgîniya hatina bihar û azadiyê, ji bo gelê kurd xwedî wateyeke mezin e. Newroz ji Kawayê Hesinkar heya bi Kawayê Hemdem ji bo gelê kurd bûye vejîn û ala ya azadiyê.

Newroz an jî “Cejna Newrozê”, cejneke biharê ye ku ji aliyê gelê kurd, gelên îranî û gelek gelên din ve her sal di 21’ê Adarê de tê pîroz kirin. Hema bibêje hemû dîroknas hemfikir in ku Newroz ji Kurdistan-Îranê derketiye. Newroz ji aliyê kurdan ve wekî kevneşopiyeke berxwedan û vejînê bênavber tê pîrozkirin. Newroz, di mîtolojiya kurdî de li dora serîhildanekê teşe girtiye û bi sedan salan ev naveroka wê hatiye parastin. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cih digire. Newroz ku di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin, ji bo gelan tê wateyên cuda; “Roja nû” , “Nûjîn” , “Hatina biharê” , “Roja ewil a salê” û “Cejna vejînê”…

Newroz ku di hemû zarava û devokên kurdî de ji bilî cudahiyên biçûk ên etîmolojîk wekî “roja nû” û di hin çandan de jî wekî “jinûvezayîn”, “bihar”, “roja yekem a salê” û “vejîn” hatiye binavkirin. Newroz, ji Kurdistanê li erdnîgariyên wekî Îran, Iraq, Sûriye, Efxanistan, Belûcistan, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Gurcistan, Qazaxistan, Qirgizistan, Kosova, Makedonya, Ozbekistan, Tacîkistan, Tirkmenistan, Tatarîstan, Gagauzya û Yakûtyayê ku ji Kurdistanê belav bûye û her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin.

Destana û mîtolojiya Newrozê

Newroza ku li erdnîgariyeke wisa berfireh û bi sedsalan e tê pîrozkirin, kengî û çawa çêbû? Pêşketina etîmolojîk a peyva Newrozê çawa peyda bûye? “Nava Roaca” li gorî zimanê Avestayî yê kevn Newroz e. Li gorî zimanzanan, ziman zindî ye û ev pênase guheriye. Di zimanê Hînd-Ewropî de dengên ”z-c-j” bi hevdu re diguherin. “Nava” bû “New” yanî “Nû” û “Roaca” bû “Roz” yanî “Roj”. Di zaravayê kirmanckî yê kurdî de “Nava”, “Newe” û “Roaca” bûne “Roj/z/c”. Di zaravayê kurmancî û soranî de “Nava” bûye “Nû” û “Roaca” bûye “Roc/j”. Wateya vê peyvê “roja nû” ye. Newroza ku beriya niha ji du peyvan yanî ji “Nava Roaca” pêk dihat, piştî demeke dirêj li gorî xwezaya ziman û civakê veguherî peyvekê. Pêşî bi pehlewî bû “Noroz” û piştre bi kurdî bû “Newroz.”

Li gorî çavkaniyên dîrokî, Newroz xwe disipêre sala 612 a Beriya Zayînê (BZ), ji têkoşîna di navbera Qralê zalim Dehaq û Kawayê Hesinkar de û her wiha nîqaş hene ku dibe ku Destsana Newrozê beriya vê dîrokê be. Li gorî mîtolojiya kurdî, Qral Dehaq li Nînovayê (Mûsila îroyîn û derdora wê) ya Împaratoriya Asûriyan ku li erdnîgariya Mezopotamya (Kurdistana îro) hebûna xwe didomîne. Qral Dehaq bi nexweşiyekê dikeve û du birînên mîna maran li ser her du milên wî xuya dibin. Ev nexweşiya ku bijîşkên di bin fermana Dehaq de nizanin wê bi çi awayî teşhîs bikin û derman bikin, roj bi roj pêşde diçe. Dehaq, gefa kuştinê li bijîşkên di bin fermana xwe de dixwe. Bijîjk ji Dehaq re dibêjin ku divê her roj mejiyê du ciwanan li birînên xwe bide. Li ser vê pêşniyazê Qral Dehaq fermanê dide leşkerên xwe û her roj mejiyê du ciwanan di birînên xwe de dide da ku jiyana xwe bidomîne.

Serhildêrê destpêkê: Kawa

Li gorî hin çavkaniyên nivîskî, aşpêjên kurd ên ku li qesra Dehaq, ji her du ciwanên ku ji bo Dehaq tên şandin yekê dişînin serê çiyayan û li şûna mejiyê wî jî mejiyê bizinan di birînên wî didin. Di hin çavkaniyan de malbat ji bo parastina zarokên xwe, diçin çiyayên Kurdistanê. Hejmara kesên ku ji ber zilma Dehaq direvin hatine asteke ku dikarin serî rakin. Serkêşê serhildanê aşkere bûye: Hesinkarê kurd ê bi navê Kawa. Ji ber zilma Dehaq, zarokên Kawa ji dest çûne. Kawa hem ji bo zarokên xwe yên mayî û hem jî ji bo zarokên kurdan biparêze dest bi tevgerekê dike. Di bin serokatiya Kawa de gelek kes xwe birêxistin dikin û amadekariya serîhildanê dikin. Kawa planekê çêdike û li benda derfetê dimîne. Rojekê leşkerên Qral Dehaq tên ku zarokên Kawayê Hesinkar bibin. Kawa, ji leşkeran re dibêje, “Hûn herin ez ê zarokên xwe bi destên xwe bînim û bi qurbana qralê xwe bikim.’ Ji ber vê yekê leşker matmayî vedigerin û çîrokê ji Qral Dehaq re dibêjin. Dehaq jî matmayî dimîne û li benda Kawa dimîne. Kawa çakûçê xwe hildigire û tevî zarokên diçe qesra Qralê Zalim Dehaq.

Pîrozbahiya xelasbûna ji dehaq an

Qral Dehaq bi dîtina Kawayê Hesinkar ku tevî zarokên xwe ber bi wan wî ve tê, kêfxweş dibe. Kawa zarokên xwe tîne ber lingên Qral Dehaq. Ji bo ku zarokên xwe bikuje çakûçê xwe bilind dike û ji nêz ve li serê Qral Dehaq dixe û wî dikuje. Paşê diçe ser banê qesrê û agir pê dixe. Serhildêrên ku li benda agirê Kawayê Hesinkar in, êrîş dikin û qesrê digirin. Kurd dibînin ku Kawa bi ser ketiye, li çiyayên tê de agir pêdixin û serkeftina Kawayê Hesinkar pîroz dikin. Kurdên ku xilasbûna Dehaq weke “rojeke nû” ango “Newroz”ê dibînin, her sal vê rojê bi pêxistina agir pîroz dikin. Ew roj 21’ê Adarê ye ku bûye roja remza bexwedan, serhildan û azadiyê.

Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan

Newroza ku di gelek berhemên nivîskar û rewşenbîrên weke Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Alî Bedirxan, Serokê Serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa, Pîremêrd û Cegerxwîn de jî cih digire, piştî salên 1980’yî wateyên polîtîk ên cuda lê tên barkirin. Li dijî “Dehaqên nû” “Kawayên Hemdem” derketin holê. Di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de bi hezaran kurd li Zindana Amedê bi awayekî giran hatin îşkencekirin û rastî pêkanînên ji derveyî mirovahiyê hatin. Gelek kes di van îşkenceyan de seqet man û jiyana xwe ji dest dan. Lê belê Mazlûm Doganê ku weke “Kawayê Hemdem” ê serdema me tê binavkirin, di 21’ê Adara 1982’yan de, roja Newrozê, li dijî tirkkirin û îşkenceyê, bi çalakiya xwe ruhekî nû dide Newrozê. Agirê Dogan, careke din ji bo gelê kurd bû hêvî. Zekiye Alkan, di sala 1990’î de, Rahşan Demîrel di sala 1992’yan de, Ronahî û Berîvan di sala 1994’an de bi şewitandina bedena xwe li dijî zilmê ev hêvî zîndî kirin.

‘Her Der Newroz Her Dem Azadî’

Di salên 1990’î de bi sed hezaran kes dest bi herikîna qadên Newrozê kirin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên hêzên siyasî yên wê serdemê çalakî li dar xistin û her kolan bi agirê Newrozê ronî kirin. Hewldanên dewletê yên ji bo tasfiyekirina Newrozê ku bi girseyî bû û bi kevneşopiya berxwedanê teşe girt, tu encam negirtin. Vê carê jî Newroz veguherand “Nevruzê”, got ev cejna tirkan e û dest bi propagandayên berfireh û pîrozbahiyên “dewletî” kir. Polîtîkayên hikûmetê encam negirtin. Di salên 1990’î de gelê kurd tevî qedexe û astengiyan jî li qadên Newrozê daxwazên xwe yên ji bo azadiyê qîriyan. Piştî salên 2000’î bi milyonan kes li qadên Newrozê kom bûn. Gelê kurd ruhê siyasî yê her serdemê qîr kir û doza çareseriya demokratîk kir. Gelê kurd ku her sal bi dirûşmeyên cuda li dora agirê berxwedanê govendê digerîne, îsal jî armanc dike ku bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” qadên Newrozê tije bike û daxwazên xwe biqîre.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar