Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kaya: Ceza li kujerên jinan ên AKP’î, polîs û çawişan nabirin

Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, destnîşan kir ku ji ber polîtîka û pêkanînên siyasî ya desthilatdariyê kuştina jinan zêde bûne û wiha got: “Endamên darazê gelek mafên bingehîn ên jinan binpê dikin. Hele dema mijar dibin polîs, çawîş an jî AKP’yî. Mixabin politikaya bêcezakirinê li hember van tê pêk anîn."

Navenda Lêkolînê ya Qada Sosyo-Polîtîk, di rapora xwe ya li ser daneyên di navbera 1’ê çileyê-31’ê kanûna 2023’yan de di çapemeniyê de hatî parvekirin, aşkera kir ku 385 jin hatine qetilkirin, 310 jin jî biguman jiyana xwe ji dest dane.

Parlementera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Adalet Kaya, têkildarê kuştina jinan axivî. Kaya diyar kir ku zêdebûna kuştina jinan û zêdebûna mirina bi guman a jinan, demeke dirêj di rojeva wan de ye û wiha got: “Bi derbasbûna her salê re li gorî sala borî cînayeta jinan zêde dibe. Qet nebe her roj jinek li vî welatî tê qetilkirin. Polîtîkayên ku li vî welatî rê li ber kuştina jinan vedikin hene. Bi taybetî di van salên dawî de desthilatdarî bi pêkanînên xwe yên bêperwe rê li ber van kuştinan vedike.”

‘Xebatkarên cemaweriyê bandorek mezin kir’

Kaya, anî ziman ku ji ber ji aliyê desthilatdariyê ve tedbîrên parastin û pêşîgirtinê nayên girtin, kuştina jinan her ku diçe zêdetir dibe û got, “Li ser vê yekê rêziknameyên qanûnî hene. Weke ku hûn jî dizanin, vê desthilatdariyê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Vê rewşê hem li ser zîhniyeta civakê hem jî li ser xebatkarên cemaweriyê bandorek mezin kir. Îro li Tirkiyeyê qanûneke bi hejmara 6284’an heye ku tê de tê gotin dewlet û saziyên wê neçar in jinan ji tundiyê biparêzin. Mixabin îro qanûn ji aliyê van saziyan ve bi cih nayê anîn. Polîtîkaya tundî û şer a ku desthilatdarî ev demeke dirêj e pêş dixîne, bandorê li civakê dike. Li aliyê din, îdeolojiya tirk-sûnî bi rengekî aşkera û vekirî li her derî bilav bûye. Ev hemû bi rastî jî bi axaftinên nîjadperestî, olperestî û zayendperestî li ser civakê hin bandoran ava dikin. Ev rewş hem tundiya li welat zêde dike, hem jî cesarete dide mêran.”

‘Endamên darazê gelek mafên bingehîn ên jinan binpê dikin’

Kaya, diyar kir ku ji ber tundiyê qadên ku jin bikaribin serî lê bidin hatine girtin û wiha domand, “Êdî ji bo serlêdana jinan cih nehiştine. Dema ku em li raporên ku şîrketên lêkolînê û saziyên jinan par ve kirine binêrin em dikarin vê rastiyê bibînin. Bi taybetî li Kurdistanê bi polîtîkayên qeyûm re, hemû saziyên pêşîgirtina li tundiya ser jinê hatin girtin. Xebatên ku em ji bo jinan pêk tînin jî tên krîmînalîzekirin û hewl tê dayîn ku asteng bikin. Ji ber vê jin nizanin dê serî li ku derê bidin. Polîtîkayê necezakirinê derdikeve pêş. Mesele ne tenê sûc û ceza ye. Li salonên dadgehê, em bûn şahidê rûniştinên ku jiyan, jiyana taybet, ramanên siyasî û avahiya malbatê ya jinên ku hatine kuştin an jî rastî tundiyê, tên darizandin. Endamên darazê gelek mafên bingehîn ên jinan binpê dikin. Hele dema mijar dibin polîs, çawîş an jî AKP’yî. Mixabin politikaya bêcezakirinê li hember van tê pêk anîn.”

‘Stûnên bingehîn ên paradîgmaya me ya bingehîn in’

Kaya, da zanîn ku ji bo parastina gel û azadiya wan divê wezareta jinan bê avakirin û wiha dewam kir, “Divê wezareteke welê hebe ku jin li her qada jiyanê ya civakî bi hêz bin û li qadên siyasî û civakî karibin xwe bêhtir bi hêsanî îfade bikin. Divê ev wezaret bandorê li wezaretên din bike. Her wiha hewceye jin li ser birêxistinkirina hemû guhertinên zihniyetê yên ku weke tundiyê xwe nîşan dide xebatê bimeşîne. Rêveberiyên herêmî yek ji stûnên bingehîn ên paradîgmaya me ya bingehîn in. Me berê mekanîzmayên di nava rêveberiyên xwe yên herêmî de ji bo bicihanîna tedbîrên pêşîgirtin û parastinê pêk anîbû. Bi Rewşa Awarte re hemû saziyên ku van xebatan dikirin hatin girtin û li gel qeyûman bi temamî ji holê hatin rakirin. Li şûna wê sitargeh û ocax hene, lê jin êdî baweriya xwe bi wan nayînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar