Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kaya: Sakîne Cansiz rolmodela têkoşîna jinan e

Gonul Kaya ku hevaltiya wê ya bi Sakîne Cansiz a di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hate qetilkirin re kevn e wiha got: “Ew jineke evîndara azadiyê, evîndara têkoşîna afirandina mirovê azad bû.”

Yek ji pêşeng û qadroyên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Parîsê Fransayê hat kuştin.

Gonul Kaya ya di sala 1998’an de Sakîne Cansiz nas kir û demekî dirêj pê re hevaltî kir, hevrêya xwe Sakîne Cansiz ku jê re dibêje “Jineke evîndara azadiyê bû” vegot.

Kaya, diyar kir ku ewilî Cansiz di sala 1998’an de di civînekê de nas kir. Kaya, têkildarî dîtina Cansizê ya ewil de wiha got: “Em bi kelecan bûn ku heval Sakîne nas bikin. Ew jî ji bo me nas bike bi kelecan bû. Naskirina hevalên nû ew gelek keyfxweş dikir. Ji axaftina wê sohbeta wê ya bi me re, bersiva dida pirsên me diyar bû. Min ji wê roja ewil ku me hev nas kir ve hezkirin, eleqeya heval Sakîne ya li hember hevrêyên wê, parvekirin û hewldanên wê dîtin. Di wê de enerjî, coş û keyfxweşiya vê qet xelas nebû.”

Kaya, anî ziman ku Cansiz li Kurdistanê efsaneyeke û wiha berdewam kir: “Efsane gelemperî rastiyeke ku ‘berê hatiye jiyîn û xelas bûye’ penase dike. Lê Sakîne, ev rastî ‘weke efsaneya dijî’ guhert. Di eslê xwe da îspat kir ku her jin di jiyana xwe da efsaneçêker e. Her tim bi zindîkirina xwe, hedefgirtin, bi hest û hişmendiyeke mezin û bi çalakiya xwe ev nîşan da. Bi cesaret, şoreşgerî, lêgerîn û şerê xwe nîşanî me da ku dikarin derkevin derveyî jiyana bi sînoran hatiye diyarkirin.”

‘Afîrîner bû’

Kaya qala dilnizmiya Cansiz kir û wiha got: “Yek ji damezrînerên destpêkê yên jin ên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û bi berxwedana xwe mohra xwe li dîroka têkoşînê xist. Cihê wê ji herkesê cudatir bû lê wê ev qet bi me neda hîskirin. Di sohbeteke me de dema hevalekê qala wê dikir ku şoreşgereke çendî mezin e,  min li heval Sakîne nêrî. Rûyê wê sor bû, gotinên pesindayînê ew da bû şermê. Serê xwe hinekê daxist û bi kesê got ‘ne heval em mezin nekin, esas xwediyên berxwedanê Mazlûm û Kemal in.’ Bi awayekî dem dirêj ji me re vegot ku divê em çawa nêzî berxwedanê bin. Bi herkesê re têkiliya fikir û dil ava kir, şopa xwe hişt. Min rojekê nebihîst ku ji zehmetiyên dijiyan û bêderfetiyan gilî kir. Kêmasî rexne dikirin lê gilî nedikir. Têkiliya vê bi azadiyê re heye. Ew jineke evîndara azadiyê, evîndara têkoşîna afirandina mirovên azad bû. Girîngiyê dida perwerdehiya jinan bû. Hevala Sakîne mînaka vê ya herî baş li Zindana Amedê nîşan da. Li aliyekê berxwedaneke bêhempa daye li aliyê din bi jinên di zindanê re jiyaneke birêxistinî ava kir û dijmin di vê noxteyê de têk bir.”

Kaya, anî ziman ku Cansiz tu caran neketiye nava şaşitiya ‘min li ber xwe da, azad bûm’. Kaya, bi lêv kir ku israra di têkoşînê de karaktera wê ya bingehîn bû û wiha pê de çû: “Jina ku azadiyê dixwaze divê zana, birêxistinkirî û têkoşer be. Divê ji welat, ax, dîrok û çanda xwe hez bike. Divê sekin, axaftin û meşa wê li gorî rêgez û exlaqê azadiyê be. Heval Sakîne xwedî vê helwestê bû. Tu mêr nikarin bi awayekî ji rêzê nêzî jineke wiha bibin. Ji xwe civakeke azad ku bi jinan re hatiye avakirin jî destûrê nade vê yekê.”

‘Sakîne rolmodela têkoşîna jinan e’

Kaya diyar kir şerê Sakîne Cansiz xwe dispêre vê xeta berxwedanê ya 5 hezar salan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevala Sakîne ne tenê bi mêtingeriya ku Kurdistan dagir kiriye re, di heman demê de bi kesayetiyên mêtinger ên di civaka kurd de hatine afirandin re jî di nava şer de bû. Di hevala Sakîne de ev şer ewqas bi hêz e her çiqas êşê bikişîne jî dibêje ‘jiyana min ev e’, ev jî di wê de azadiyê ava dike. Dibêje ‘ev şer nebe ez nikarim bijîm.’ Ji bo vê jî heval Sakîne pêşenga biryardariya me ya jiyan, têkoşîn û azadiyê ye, abîdeya me ya xweşikbûnê ye, rol modêla me ye.”

Kaya, anî ziman ku berxwedan, sekin û têkoşeriya Sakîne Cansiz bandoreke diyarker li ser jiyana jinên kurd kiriye û wiha domand: “Nîşanî me daye ku ka em çi bikin, çawa bijîn çawa şer bikin. Em ji Sakîneyan hîn bûn ku divê em çawa bibin şopdarên Çîçek Selcan, Azîme Demîrtaş, Rahîme Kahraman, Hanım Yaverkaya, Sûltan Yavûz, Besê Anuş ku di têkoşîna azadiyê ya kurd de dîrok afirandine. Em teşwîqî şoreş, civakîbûn, siyaset, têkoşîna bîrdozî, avakirina jiyaneke felsefî û hunerî kir û cesareteke mezin da me.”

 ‘Komkujî li dijî helwesta xeta jinan hate kirin’ 

Kaya bi bîr xist ku komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê di demeke dîrokî de rû da û der barê armanca komkujiyê de ev tişt anî ziman: “Yek ji armanca kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê girêdayîna wan a xeta aştî û berxwedanê ya Abdullah Ocalan bû. Hêza bingehîn a tevgera azadiya kurd li ser piyan dihêle ev sekne. Ya ku xwestin bikujin bû ev sekna jinan. Zimanê mekanizmaya dewletê girêdayî zor û tundiyê ye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo kuştina her sê hevalan wiha gotibû ‘Kuştina heval Sakîne 2’yemîn Komkujiya Dêrsimê ye.’ Di serhildanên Koçgirî, Agirî, Zîlan û Şêx Seîd de gel hatiye qirkirin. Xwestin bi Dêrsimê re vê bidawî bikin. Lê ruhê Dêrsimê di kesayeta heval Sakîneyê de zindî bûye. Ji ber mezinahiya vê têkoşînê ji ber tirsa ji vî rûhî komkujî pêk anîn.”

 ‘Em ê şerî mezin bikin’

Kaya, got ku “Ronîkirina komkujiya Parîsê, cezakirina faîlan, girêdayî encamên di pirsgirêka kurd de derkevin holê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Helbet kujer hesaba vê komkujiyê napirsin. Ji ber vê yekê weke heval Sakîne em ê weke damezrînerên rast ên heqîqet, edalet û hezkirinê xwe bi rêxistin bikin û şerê xwe mezin bikin. Peymana civakî ya jiyaneke nû ku xwe dispêre rizgariya jinan tê qebûlkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bicihanîn. Jiyaneke nû tê avakirin. Jinên enternasyonal ji bo vê avakirinê tên û navê xwe dikin ‘Sara’. Têdikoşin, bi hezkirin şerê xwe mezin dikin. Heval Sakîne, dîrok, ked, hezkirin, xeyal û xweşikahiya şer a jinan ku bi hezaran salan de di tarîtiyê de tê hiştin gihand nifşên piştî me. Perspektîfa azadiya jinan a sedsala 21’emîn ew e ku li ser xeta Zîlanan, Berîtanan û Sakîneyan bijîn, li ber xwe bidin û jiyana azad ava bikin. Jin êdî li bendê namînin ku şoreşek pêk were û mafên wan bên dayîn. Dibin şoreş bi xwe. Civak êdî tev li şoreşa jinan dibe. Ji ber vê yekê Sakîne, Fîdan, Leyla, Emîne zêde dibin û dijminên azadiyê diqehirînin û dê vê yekê bidomînin jî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar