Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi şandek leşkerî çû Hewlêrê. Kazimî li Hewlêrê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Li gorî medyaya girêdayî Mesrûr Barzanî, di civînê de behsa êrîşên dawî yên DAIŞ’ê hatiye kirin. Hat gotin ku divê ji bo hemahengiya navbera pêşmerge û hêzên Iraqê de were xurtkirin.
Kazimî piştî serdana xwe ya Hewlêrê derbasî navçeya Mexmûrê ya girêdayî Mûsilê bû.
Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de DAIŞ’ê gelek caran êrîşî gundewarên derdora Herêma Mexmûrê kir. Di encama êrîşan de gelek pêşmerge û welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da bûn. HEWLÊR