Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KBDH: Jin li her derî li dijî heman dijminî têdkoşin

KBDH'ê ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser jiyana jinan gefeke û got, "Heta ku faşîzm û serweriya mêr têk bibin, têkoşîna me wê dewam bike."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li jinên têkoşer ên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê û hemû nasnameyên zayend ên bindest hat pîrozkirin û weke KBDH’ê bi coş hat silavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li cografyayên cuda; li Ewropa, Latîn Amerîka, Rojhilata Navîn, Îran, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyeyê jinên ji neteweyên cuda li dijî heman dijminî, li hemberî qedexeya kurtajê, xizanî, talankirina ked û bedenê, li hemberî desthilatdariyên faşîst, şerê emperyalîst, dagirkerî, tecrîd û serweriya mêr nîşan dan ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîn dikare bê meşandin.

Faşîzm û serweriya mêr bi polîtîkayên şer, dagirkerî, krîza aboriyê û zayendîperestiyê li her qadê jinan dorpêç dike. Faşîzma AKP-MHP’ê bi talankirina destketiyên jinan, bi polîtîkayên muxafazakar ên neo-lîberal hewl dide malbatê xurt bike. Bi taybetî li dijî jinan tundiya patriyarkal, destavêtin, destdirêjî, kuştin û rizandina civakî zêde dibe.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîtîkayên talankarî û dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê yên li ser Şoreşa Rojava bênavber dewam dikin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta tirk a faşîst û bi serweriya mêr, bi rêya dadgeriya xwe tecawizkaran, kujeran diparêze, lê belê jinên ku xwe diparêzin ceza dike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo parastina kiryarên tundiyê bi saziyên xwe yên qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê bûn yek.”

KDBH’ê ragihand, ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi sîstema xwe ya zordar û zilmê paşerojekê nade jinan û destnîşan kir ku ev desthilatdarî li ser mafê jiyanê yê jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê gefeke mezin e. Mîna beşên din ên civakê, jin jî li hemberî zêdebûna êrîşan ji têkoşînê venagerin. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ku şênberiya dijminatiya li jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê ye, jin bi heman daxwazê serî hildidin.”

‘Di 8’ê Adarê de li qadan bin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê vê sîstema mêtingeriyê teqez têk bibin û li dijî faşîzm û kapîtalîzma patriyarkal banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Bi vê armancê jî bang li hemû jinan hat kirin ku li her devera cîhanê di 8’ê Adarê de dakevin qadan û ev tişt hat gotin: “Li dijî sîstema bi serweriya mêr a li cîhanê, Rojhilata Navîn, Tirkiye û bakurê Kurdistanê em ê bi raperîn, hêrsa xwe heta ku dijmin bi rengekî topyekûn têk bibin, faşîzm û serweriya mêr têk bibin, têkoşîna xwe dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar