Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

KBDH’yê banga seferberiya şoreşger kir

KBDH'ê bi daxuyaniyekê banga seferberiya çalakiyan li milîsên KBDH'ê kir û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li eniyên KBDH'ê rêxistinî bibin û şer bikin.”

Navenda Nûçeyan

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) ji bo sala nû daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan bi kenên serfiraziyê, bi xurtkirina cebilxaneya têkoşînê ketine sala 2021’an.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna azadiyê ya jinan bi rengekî xurt sala 2020’an pêşwazî kiriye, têkoşîna wan a polîtîk bi rengekî zindî dom kiriye û wiha hat diyarkirin: “Di têkoşîna çekdarî de li çiya û bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê em gerîla û hêzên milîsan li Rojava û Şengalê şoreşa jinan parast û di şer û jiyanê de tim li pêş bûn.”

Bi berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ew bi ser ketine ku li dijî êrîşên giran ên faşîzm, mêtingeriyê ku bi serweriya mêr re bûne yek bibin hêza pêşeng û wiha hat domandin: “Ev serkeftina me ji şoreş û berxwedana me ya dîrokî, ji şehîdên me, ji girtîyên me, ji xaka şoreşê ya azadîxwaziya jinan a Rojava û Şengalê û gerîlayan, ji milîsên me, ji tevgera me ya jinan a yekbûyî tê. Haziriya me ya ji bo şoreşa dawî, ya ji bo serfiraziya civaka bêyî cihêtiya zayendî, ji van kokên şoreşger zîl dide û qam dide.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku sala 2020’an ji artêşa TC’ê ya dagirker, otoyên polîsan û nobedarên kuçeyan, ji amûrên muhîmata leşkerî, fabrîkayên zengînan, wesayitên wan, ji mekanên weqfên tecawizê yên AKP-MHP’ê bi çek û sabotajan hesab pirsîne, yekîneyên wan ên polîtîk leşkerî yên jinan li dijmin dane û wê dîsa li dijmin bidin.

Her wiha KBDH’ê bang li milîsên xwe kir ku bi seferberiya şoreşger rabin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bang li hemû jinan dikin ku di çalakiyan de, di hevrêtiya jinan de, di têkoşîna yekbûyî de li eniyên KBDH’ê rêxistinî bibin û şer bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar