Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

KCD: Domandina tecrîda li Îmraliyê israra di şer û aloziyê de ye

KCD’ê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyek da û diyar kir ku li cîhana ku mafên nifşên 3’yemîn tê axaftin de jiyana mafên bingehîn ên mirovan di talûkeyê de ne. KCD’ê destnîşan kir ku sedema bingehîn a krîza heyî tecrîda li ser Ocalan e û domandina tecrîdê, israra di şer û aloziyê de ye

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan a di navbera 10 û 17’ê kanûnê de tê pîrozkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:

“Erdnîgariya Rojhilata Navîn a Jeostratejîk û Jeopolîtîk ji bo dewlet û rejîmên antî-demokratîk cihê jiyanê ye. Li cîhana ku mafê nifşa 3’yemîn tê axaftin de jiyana mafên bingehîn ên mirovan di bin talûkeyek mezin de ye. Kirinên ku li dijî mirov, jin, zarok û li gel wê li hemberî dîrok, erdnîgarî û civaka ku li dergûşa mirovahiyê Mezopotamya yê dijîn tê kirin, ne mimkûne ku bên qebûlkirin.

Dema ku pergala hegomonîk a Kapîtalîzmê dikeve serdema krîzê; şer, mirin û bi koçkirinan re mafên mirovan tên binpêkirin. Di vê çerçoveyê de di roj û hefteya Mafên Mirovan de ji civakên cuda bertek û nerazîbûnên ku tên, dide xuyakirin ku rewşa heyî nayê berdawamkirin. Daxwaza gel a azadiyê ku bi Bihara Ereban dest pê kir, bi milyonan mirov daketin kolanan û asta ku têkoşîna gel ê kurd a sedsalan hatiyê, krîza heyî hêj kurtir dike û arasteyî çareseriyê dike.

Sedema bingehîn a krîza heyî tecrîda  li Îmraliyê ye

Li gorî me, sedema bingehîn a krîza heyî tecrîda ku li Girava Îmraliyê tê berdewamkirin e. Fikr û pêşniyarên birêz Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn û pirsgirêka kurd, sedema pêkanîna vê tecrîdê ye. Berdewamkirina tecrîdê rêbazên berdewamkirina vê kaosê ye.

Li Tirkiyeyê jî desthilatdariyê, bi hewla darbeya 15’ê tîrmehê firsenda avakirina rejîmeke li gorî dilê xwe bi dest xist. Ji ber vê yekê mafên demokratîk ên herî kêm jî ji hêla desthilatdariyê ve ji holê hatine rakirin.

Êrîşên bêpîvan ên AKP-MHP’ê

Pêkûtiyên li hemberî qada siyaseta demokratîk, binçavkirin, girtin û bi tayînkirina qeyûman xespkirina vîna gel, mafê meş, çalakiyên protestoyî û êrîşên bêpîvan pêkanînên faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ji van binpêkirinan a herî mezin û bêhiqûqî jî sepandinên li hemberî Kongreya me, pêkûtî û binçavkirin in. Desthilatdariyê bi pêkûtiyên ku li dijî civakê pêk tîne, welat veguherandiye qada rûniştandina darizandinê.

Ji ber domdariya şer û êrîşan, bûdçeya gel ji bo aboriya şer û qesrê tê veqetandin û gel ber bi xizanî û bêçareseriyê ve hatiye kaşkirin. Polîtîkayên qetilkirina sedan jinan a her sal, berdewamkirina pergala baviksalarî û rejîma heyî jî bi awayekî hevrast berdawam dike.

Ev sepandinên ku di van rojên ku mafê mirovan tê axaftin de bi seranserê xwe her yek binpêkirineke mezin e. Mixabin binpêkirina mafê mirovan ên ku di serî de li Girava Îmraliyê û li girtîgehên din tên meşandin nayên qebûlkirin. Berdewamkirina tecrîda li Îmraliyê, daxwaza berdewamkirina şer û kaosê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dê berpirsiyarê exlaqî, wijdanî, siyasî û hiqûqî ya tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin û hezaran girtiyên nexweş ên siyasî be. Li tu welatên cîhanê mînakeke weke tecrîda dijmirovî û pêkanînên dijhiqûqî ya ku li Îmraliyê tê meşandin, tuneye. Divê desthilatdar dev ji bêhiqûqiya ku li Girava Îmraliyê û li tevahiya girtîgehan pêk tîne, berde.

Bang kir

Bi boneya roj û Hefteya Mafê Mirovan, em bang li hemû saziyên neteweyî, navneteweyî û raya giştî dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîda tecrîda dijmirovî û vê pêkanîna sûcê şer, bikevin nava tevgerê. Her wiha em bang li hemû gelên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemû qadên jiyanê li dijî şêwazên mêtîngeriya berfireh derkevin, maf û hiqûqa mirovî di warê bingeha herêmî û navneteweyî de biparêzin û xwedî lê derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar