PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin

[masterslider alias=”ms-17″]

[masterslider alias=”ms-17″]

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta Cejna Remezanê cejna hemû alema îslamê û gelê Kurd pîroz kir û got: “Em dixwazin cejn ne tenê bi pêşniyazan, di pratîkê de jî li gorî wate û naveroka xwe bê pîroz kirin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta Cejna  Remezanê peyamek weşand û cejna hemû alema îslamê û gelê Kurd pîroz kir. KCD’ê di peyamê de wiha got: “Em cejna Remezanê ya alema Îslamê û hemû gelên xwe pîroz dikin û dixwazin bibe wesîleya aşitî, aramî û demokrasiyê. Di tevahî meha Remezanê de bê hiqûqî, binpêkirin û mirin qet ranewestiyan. Pêkûtî û binçavkirinên li hemberî Kurdan, siyasetmedar û jinan ligel meha Remezanê ji roja bapêşa coronayê destpêkirî heta îro bê navber berdawemkir.”

‘Xizan bêtir xizan, dewlemend bêtir dewlemend bûn’      

KCD’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Di vê meha pîroz de hejmara xizanan zêde bû, dewlemend hêj dewlemend xizan jî hêj bêhtir xizan bûn. Di vê mehedê li hêlekê mirovan ji ber baweriya xwe li hêla din jî hin mirovan ji bo azadiya xwe rojî girt. Lê mixabin bi awayekî xemgînî em dixwazin bibîr bixin ku mirovên ji bo azadiya xwe rojî girtin di vê meha pîroz de jiyana xwe ji dest dan. Civakê rojiya xwe pevnexist. Ligel ku rojiya pîroz bidawî bû jî hêj mirovên ciwan ji bo azadiya xwe di rojiya mirinê de ne. Ji bo windahiya can zêde nebe divê daxwazên mirovên di rojiyê de ne bicih bên û bigihêjin tenduristiya xwe.  Di vê wateyê de çûyîna rewşa Tirkiye ne çûyinek ji xêrê re ye. Çûyina niha sînorê exlaqî, siyasî û hiqûqî ji holê radike û didome. Hîmên civakî û dîrokî yên gel ji bingehê vê diheje. Ji bo gelên me ji vê kaosê rizgar bibin em ê di vê mijarê de mil bi mil têkoşîna xwe berdewam bikin. Wekî hemû raya giştî dizanê talûkeya bapêşê li tevahî cîhanê didome. Em hêj neketine pêvajoya asayî, lê mixabin tê xwestin ku civak hînî bapêşê bê kirin. Bi wesîleya cejnê em careke din pêwistiyê bi bangê dibînin. Divê gelê me mesafeya xwe ya fizîkî biparêze. Di tevahî cejnê de divê gelê me di serî de li mesafeya fizîkî baldar be, ji ziyaret, mevlut û xwarinên giştî dûr bisekinin. Ji ber ev mijar ji bo tenduristiya gelê me rewşek jiyanî ye divê hevdîtinên bi vî rengî demeke din jî bên taloqkirin.”

Bila bibe wesileya aştî û aramiyê       

KCD’ê herî dawî cejna hemû gelê  Kurd û alema îslamê pîroz kir û got: “Wekî Kongreya Civaka Demokratîk di serî de em Cejna Remezanê ya gelê Kurd û hemû civakan pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîleya aşitî û aramiyê. Em dixwazin cejn ne tenê bi pêşniyazan, her wiha di pratîkê de jî li gorî wate û naveroka xwe bê pîroz kirin. Ji ber pêdivî û afirandina hedefa me ya civaka demokratîk û aştiyane em bi biryar in ku têkoşîna xwe berdewam bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar