Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

KCD, HDK DBP û HDP: Divê gel ji şerxwazan re bibêje ‘rawest e’

KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tu rewabûna dagirkeriyê nîne û bang li gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê kirin ku pêşî li şer bigirin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî êrîşeke gengaz dewleta tirk ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî bi tevlêbûna hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu,  hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan û gelek welatiyan hate dayîn.

Daxuyanî ji hêla hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ve hate xwendin. Koçyîgît di serî de bi bîr xist ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah de li dijî gelê kurd şer tê plankirin û ev yek tiştekî rasthatî nîne. Koçyîgît di berdewamê de jî Koçyîgît gotina Ocalan a dawî ku di got; ‘Dixwazin di navbera kurd û tirkan de şerekî derxînin’ bi bîr xist û wiha dom kir: “Birêz Ocalan bi lêv kir ku heke şertên wî bên başkirin dikare di hefteyekê de pevçûnan bi dawî bike. Lê xuyaye ku ev îktîdara ku dixwaze hemû destkeftiyên kurdan ji holê rake, siyaseta şer û dagirkeriyê pejirandî ye.”

Bi domdarî jî wiha hat gotin:

“Îktîdara AKP’ê rewabûna xwe winda kiriye. AKP li ber têkçûnê ye. Ji bo nixûmandina krîza navxweyî, hewl dide şerekî herêmî derxîne. Tu rewabûnekê vê dagirkeriyê nîne. Ji bo ku xwe li hundir rewa bikin, tezkereya şer anîn meclisê. Hemû partiyan jî erê kir. Nêzikatiya li dijî gelê kurd, nêzikatiya înkar û îmhayê ye. Lê ev nêzikatî mîna duh îro jî dê li hemberî gelê kurd û gelan winda bike. Ji Rojava heta niha her tim peyamên aştî û biratiyê tên. Gelên Rojava xwişk, bira û dostên gelên Tirkiyeyê ne. Tişta tê fikirîn bi wijdan û exlaqî nayê qebûlkirin. Dê ev şer û êrîş aramiya herêmê têk bibe. Dê ev şer ji DAIŞ, El Qaîde û çeteyên din re bibe firsend. Divê hemû gelên Tirkiyeyê ji îktîdara şerxwaz re bibêje ‘raweste.’

Banga li raya giştî kirin

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû parazvanên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, kedkar, rêxistinên jinan û hemû aliyan dikin ku werin û em bi hev re pêşî li vî şerî bigirin. Em hemû sazî û dezgehên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û aştiyê, vedixwînin ku piştgiriyê bidin gelên Rojava yên li dijî DAIŞ’a hov serkeftin bi dest xistin. Piştevanî xurtir dike.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar