Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Buroya Peywendiyan a Navenda Giştî ya DBP’ê têkildarî bûyerên siyasî yên dawî û êrîşên hewayî yên dewleta tirk daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û da zanîn ku Tirkiye dixwest li bajarê Hesekê DAIŞ’ê dîsa zindî bike lê ev armanca wê hasil nebûye. Ozturk diyar kir ku piştî têkçûna vê armancê, Tirkiyeyê vê carê jî bi hemwextî bombe li Mexmûr, Şengal û Dêrikê barandiye û wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin, wargeha Mexmûrê di bin mîsogeriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Wan jî daxuyanî dan. Ev êrîş nayên qebûlkirin.”
Ozturk bal kişand ser hevdîtina serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re û ev tişt anî ziman: “Birêz Barzanî demeke kurt piştî êrîşan bi serokkomar re hevdîtin kir. Divê gel û partiyên Başûr vê rastiyê baş bibînin; ya ku niha tê kirin, dijminatiya li kurdan e. Xelkê Mexmûr, Şengal û Rojava bedel dan û DAIŞ’ê têk birin. Heke hûn îro van hevdîtinan bikin, wê demê em jî wê bibêjin ev êrîş bêyî we nehatiye kirin û hûn jî şirîkên vê êrîşê ne. Wê li Dêrik, Mexmûr û Şengalê komkujî bên kirin lê hûn ê rojek piştre biçin bi êrîşkaran re hevdîtinê bikin. Ev, nayê qebûlkirin. Hevkariya bi dijminên kurdan re wê tiştekî bi we nede qezenckirin. Di vir de ya girîng, seknekî hevpar e. Em tenê dikarin bi van seknên hevpar tiştekî bi dest xwe ve bînin. Em careke din van êrîşan şermezar dikin. Hewce ye sazî û dezgehên navdewletî jî li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin.”
Armanc tunekirina destkeftiyên Kurdistanê ye
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî da zanîn ku Tirkiye ji van êrîşan armanc dike ku destkeftiyên kurdan têk bibe û ev nirxandin kir: “Bi taybet jî Mexmûr, Şengal û Dêrik hatine hilbijartin. Ji ber ku van navendan li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dan. 21 caran bombe li Şengalê barandine. Armanca ji vê êrîşê, temamkirina fermana 74’emîn e. Lê belê xelkê Şengalê ji bo pêşîlêgirtina fermana 74’emîn dê li ber xwe bide û serî netewîne. Em bi gelê Şengalê re ne û van êrîşan şermezar dikin.”
Bi domdarî jî Aydenîz bi bîr xist ku di êrîşên 2014’an ên DAIŞ’ê de xelkê Mexmûrê Hewlêr parast û wiha got: “Ev destkeftiyekî kurdistanî bû. Lewma bi vê êrîşê, destkeftiyên kurdistanî armanc hatiye girtin. Her wiha DAIŞ’ê têkçûna xwe ya duyemîn li Dêrikê jiya bû. Sedema hedefgirtina Dêrikê jî ev e. Yên ku digotin ‘Kobanê dê bikeve’, 10 rojek berê xwestin DAIŞ’ê li Hesekê dîsa zindî bikin. Lê ev plan têk çû û bi van êrîşan xwestin tola vê têkçûnê hilînin. Di serdemeke ku çar parçeyên Kurdistanê ber bi statûyê ve diçin de, Tirkiyeyê bi vê êrîşê hewl da tişta ku DAIŞ’ê nîvco hiştibû temam bike. Em dîsa dibêjin ku dê têkoşîna gelê kurd bidome û heta ev destkeftiye mayînde dibin jî wê bidome. Di heman demê de em 121 şehîdên li Hesekê ku ji bo mirovahiyê şehîd bûyîn jî bi rêzdarî bi bîr tînin.”
‘Em li dilê Kurdistanê bang dikin’
Herî dawî jî Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek axivî û ev tişt anî ziman: “Îktîdara AKP-MHP li ber têkçûnê ne. AKP dê nekare xwe ji vê têkçûnê rizgar bike. Em li dilê Kurdistanê Amedê bang li gelên Tirkiyeyê dikin, pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Neçareserkirina vê pirsgirêkê bi xwe re xizanbûna gel û kedkaran tîne. Êrîşên heyî me neçar dike ku bi hêzên demokrasî û azadîxwaz ên Tirkiyeyê re têkoşîneke hevpar ava bikin. Tenê heke em yekitiya xwe ava bikin dikarin bi ser kevin. Em ê bi vî rengî bersiva van êrîşan bidin.” AMED