Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCD: Hişmeniya Komkujiya Sêwasê kir û DAIŞ yek e

Kongreya Civaka Demokratik (KCD) bi minasebeta 26’emîn salvegera Komkujiya Sêwasê ya di 2’ê Tîrmeha 1993’yan de pêk hat daxuyanî da û diyar kir ku darizandina kesên komkujî kirine nêz e û wiha got: “Hişmendiya yên li Sêwasê komkujî kir û DAIŞ’a ku mirov bi saxî şewitandin yek e.”

Di 2’ê Tîrmeha 1993’yan de dema Şahiya Pîr Sultan Abdal li Otela Madimak a Sêwasê pêk hatibû, ji aliyê komek olperestên paşverû ve 33 kesên rewşenbîr, nivîskar û 2 personelên Otelê di otela Madimakê de hatibûn şewitandin. 26 sal di ser komkujiyê re derbas bû. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta rojê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de KCD’ê bal kişand ser komkujiyên ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatine û wiha got: Dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe de li ser gelên Anatolya û Mezopotamyayê polîtîkayên qirkirin û pişaftinê yên herî tarî û qirêj meşandin. Ji van komkujiyan yek jê Komkujiya Sêwazê ya di 2’ê Tîrmeha 1993’yan de li otela Madimakê 35 kes ku di nav de rewşenbîrên elewî jî heye bi awayekî zindî lê hatin şewitandine. Komkujiya Sêwazê ya ku berdewama pêkanîn û polîtîkayên pişaftin, qirkirin û komkujiyan e, di bingeha xwe de li hemberî gelan, baweriyan, îbadetxaneyan, çandan, hafiza û hebûna wan pêk hatiye. Di encama polîtîkaya avakirina yek civakî komkujiya Sêwazê pêk hat û hişmendiya faşist “herkes tirk e, her kes misilman e, her kes sunî ye, her kes zilam e” ev sedsal in tê meşandin xistin meriyetê. Bi komkujiyên Dêrsim, Gurgum, Çorum, Gazî, Gezî, Roboskê û bi wêrankirina bajar û navçeyên wekî Sûr, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Şirnex û hwd. bi hezaran jin, zarok, ciwan, kal û pîr ên li kolanan û di jêrzemînan de bi awayekî hovane hatin qetikirin. Bi van komkujiyan ev polîtika hatiye zêdekirin û kûrkirin.”

‘Hesabdayîna vê komkukujiyê nêzîk e’

KCD’ê bi berdewamî bal kişand ser hişmendiya ev komkujî kiriye û ev tişt anî ziman: “Hişmendiya ku komkujuya Sêwazê pêk anî, bi tifaqa AKP-MHP’ya faşîst derket pêşberî me. Kujerên ku komkujiya Sêwazê pêk anîn û çeteyên DAIŞ’ê yên ku mirovan zindî şewitandin xwedî heman hişmendiyê ne û êdî derket holê ku ev her du alî jî ji bîrdoziya dijminatiya mirovahiyê, nîjadperestî, faşîst xwe xwedî dikin. Li ser vê komkujiyê bîst û şeş sal derbas bûn û ligel vê yekê jî hêj rû bir û nehatine û ev jî nêrîna bloka faşîst a îktîdarê bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Em 26’emîn salvegera komkujiya Sêwazê bi tundî şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku yên çavên xwe ji vê komkujiyê re girtine, yên ku wan teşwîq kirine, hemû aliyên tarî û qirêj li hemberî mirovahiyê, dad û hiquqa gerdûnî bên darizandin û rojên ku hesabê vê komkujiyê bidin nêzîk e.”

Pêwistî bi bilindkirina têkoşînê heye

KCD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî bal kişand ser têkoşîna li dijî faşîzêm û wiha got: “Divê hemû hêzên demokrasiyê diparêzin li hemberî dîktatoriya faşîst li dora demokrasiyê kom bibin û têbikoşin. Bersiva herî di cih de ya li hemberî komkujeran ev e.  Em di baweriya ku hewceyiya lezgîn a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ev e û em hemû kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên demokrasiyê bi minetdarî bi bîr tînin. Em ê nirx û emaneta wan a demokrasî, edalet û azadiyê û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê tu carî komkujya Sêwazê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin!” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar