Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî

KCD’ê bertek nîşanî tevlibûna PDK’ê ya di operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor da û wiha got: “Helwesta PDK’ê zerarê dide yekitiya neteweyî ya gelê kurd û xetereyê li ser pêşeroja gelê kurd çê dike.”

Tirkiye amadekariyan dike ku li derveyî sînor operasyoneke berfireh bide destpêkirin. Di heman demê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî amadekariyan dike ku beşdarî vê operasyonê bibe. Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke bertek nîşanî helwesta PDK’ê da.

Di daxuyaniyê de KCD’ê bal kişand ser rewşa şer a Rojhilata Navîn û wiha dom kir: “Şerê 3’yemîn ê Cîhanê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, di nava 20 salên dawî de carnan hêzên hegemon bi şêweyê wekaletê û carnan jî raste rast destwerdan li rewşê kirin û domandin. Ev rewşa pevçûnî niha jî bi destwerdana Rûsyayê ya li Ûkraynayê re kete asteke cudatir û eniyeke şer a nû vebû. Li rexekî mirin, nexweşî, koçberî, qirkirina xwezayê û qirkirinên civakî tên jiyîn û li rexa din jî bi kar anîna çekên nukleerî, kîmyewî û biyolojîk ketiye rojevê. Ev yek nîşan dide bê ka çavsoriya kar a modernîteya kapîtalîst çiqas hov dibe. Di encama bi kar anîna çekên kîmyewî û byolojîk de netewe dewletan gelek komkujî pêk anîn. Di 16’ê Adara sala 1988’an de desthilatdariya Baas li Iraqê bi destê Sedam Huseyîn çekên kîmyewî û biyolojîk bi kar anîn û di encamê de jin, zarok û ciwan jî di nav de zêdetirî 5 hezar kurd li Helebçeyê hatin qetilkirin. Ev komkujî di hafizeya dîrokê de weke rûreşiyekê cih girt.”

 Gel dev ji daxwazên xwe berneda

Bi domdarî Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê diyar kir ku li dijî daxwaza wekhevî, xwe bi xwe birêvebirin û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, li Iraqê gelek caran terora dewletê hat bikaranîn û daxuyanî wiha berdewam kir: “Rêveberiya Baasê bi zext û tundiyê hewl da pêşî li gelê kurd bigire lê nekarî bi qirkirinan jî pêşî lê bigire. Piştî van qirkirinên li Herêma Federal a Kurdistanê hatine kirin, têkoşîna gelê kurd destkeftiyên nû bi dest xistin. Piştî salên dûvdirêj îro jî li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek hate avakirin. Ev mînak bi tena serê xwe nîşan didin ku kesek nikare daxwaza edalet û wekheviyê ya gelê kurd jinedîtî ve bê. Dîrokê careke din nîşanî me da ku dibe bi rêbazên zext û tundiyê heta demekî daxwaza demokrasî, azadî û wekheviyê bê tepisandin û sekinandin lê kesek nikare asteng bike. Kîjan çekên kîmyewî, biyolojîk û yên cudatir tên bikaranîn bila bên bikaranîn lê nikarin bi qirkirin û tundiyê rê li ber têkoşîna demokrasî û edaletê bigirin.

 Ji bo statûyê têkoşîn divê

Bi kurd, ereb, tirkmen, êzdî, sunî û suryanan ve gelên Rojava; zext, hewldanên tunehesibandinê û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê derbas kirin û têkoşîna Sûriyeya demokratîk gihandin asteke din. Modeleke mînak ava kirin ku hemû çand, bawerî, nasname û ziman xwe tê de dibînin û bingeheke wekheviya gelan û demokratîk ava kirin. Ji bo Rojhilata Navîn bû pergaleke mînak. Lê belê di mijara yekitiya neteweyî de helwesta PDK’ê zerareke mezin dide gelê kurd. Ji ber peymanên ku di demên dawî de bi Tirkiyeyê re mohr kirine, pêşeroja çar parçeyên Kurdistanê xistiye xetereyê. Divê kurdên welatparêz û azadîxwaz û dostên wan li dijî vê yekê bihestiyar tevbigerin û bêyî ku dereng bibe, bikevin nava liv û tevgerê. Ji ber ku dewleta tirk li dijî statûya kurdan şer dike û hem destkeftiyên gelê kurd û hem jî pêşeroja wan di bin xetereyê de ye. Di esasê xwe de hewldan û qirkirinên bi vî rengî careke din nîşanî me didin bê ka yekitiya gelê kurd û têkoşîna ji bo bidestxistina statûyê çiqas girîng e.

Rizgarî: modela neteweya demokratîk e

Hem di pratîka Rojava û hem jî di şerê Ûkraynayê de dîsa xuya bû bê ka xwerêveberî û xweparastin ji bo gelekî çiqas girîngin. Trajediyeke gelên ku di navbera rêveberiyeke berhema naziyên faşîst û hêzeke mêtinger qirker de neçarî tercîhê tê kirin li holê ye. Tiştekî ku êdî bermahiyên împaratoriyên mêtinger, netewe dewletên faşîst û hêzên hegemon bikarin bidin gelan nema ye. Tekane rêya rizgariyê, neteweya demokratîk e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar