Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

KCD, TJA, DBP û HDP: Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe

KCD, TJA, DBP û HDP'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û xwestin tavilê bi dawî bibe

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bal kişand ser cezayên dîsîplînê yên qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi parêzeran û 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatê re ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birin û wiha got: “Tirkiye êdî li ser mekanîzmaya dewletê bi rê ve naçe. Ji ber tecrîdê pirsgirêka demokrasiyê heye. Israra di tecrîdê de astengiyeke herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê ye. Beşên civakî, muxalefet û her kesên ku demokrasiyê ji xwe re esas dibîni, divê li dijî tecrîdê têbikoşe. Li dijî tecrîdê, civata navneteweyî û CPT jî xwedî berpirsyariyê ye. Divê vê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Aydenîz diyar kir ku li gorî peymanên navneteweyî tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: “Bêdengiya li hemberî vê yekê jî hevpariya li vî sûcî ye. Em zanin ku qedexeyên hevdîtinê yên ji bo 6 mehan û 3 mehan li gorî hiqûqê nehatiye dayîn. Tecrîdkirina Birêz Ocalan ku ji bo gelê kurd tê wateya jinûve bûyînê, navê dijminatiya li gelê kurd e. Divê tavilê dest ji polîtîkaya tecrîdê bê berdan.”

Her wiha Aydenîz destnîşan kir ku agahînegirtina ji tenduristî û ewlehiya Ocalan gelê kurd xistiye nava tirs û fikaran û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan rêbereke ku bi milyonan mirovî jê re gotine, ew îradeya me ye. Ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.”

Berdan Ozturk: Ocalan ruhê gelê kurd e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku hikûmeta Tirkiyeyê ya desthilatdar piştî tecrîdê biryara şer da û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê bi tecrîdê biryara şerê qirêj da. Tecrîd di nava tecrîdê de pêş dikeve.  Rakirina tecrîdê, ji bo aştî, demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê pir girîng e.”

‘Ocalan vîna gelê kurd e’

Ozturk bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyeyê û di Rojhilata Navîn Birez Ocalan ji bo aştî û demokrasiyê aktorekî siyasî yê gelek girîng e. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiya li dijî Ocalan li gorî vê yekê be. Ocalan ji bo gelê kurd nirxekî sembole, Ocalan ne şexse vîna gele Kurd e.”

Ozturk di berdewama axaftina xwe de helwesta rêxistinên mafên mirovan rêxne kir û wiha lê zêde kir: “Rêxistinên mafên mirovan bêdeng in. Li dijî îşkenceyê nasekinin. Ev durûtiye. Ev nayê qebûlkirin.

Ocalan bedena bê ruh bi ruh kir

Berdan Ozturk rol û girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd jî bibîr xist û wiha bi dawî kir: “Tu kes nikare gelê kurd û Ocalan ji hev qut bike. Divê Tirkiye hiqûq û zagonên xwe pêk bînin. Hêzên navdewletî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) li hemberî tecrîdê bêdeng in. Tecrîd di nava tecrîdê de pêş dikeve. Yên li hemberî tecrîdê bêdeng in. Yên ku zagona mafên mirovan û tecrîde nivîsîne, îro li dijî tecrîdê bêdeng in. Bêdengiya tecrîdê şirîkatiya tecrîdê ye. Em dibêjin durist bin û durûtiyê nekin. An dîroka kurdan baş nizanin, an jî nizanin ku Birêz Ocalan ruhê gelê kurd e. Laşê kurdan hebû. Lê di nava wî laşî de ruh tune bû. Beden bê ruh nikare bijî. Di dîrokê de ji bo tecrîd bi dawî bibe gelek caran girevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Hevseroka me Birêz Leyla Guven 200 rojan ket çalakiya greva birçîbûnê. Em carek din dibêjin Birêz Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e. Tecrîd şaşî ye, xeletî ye. Em carek din dibêjin vê şaşî û vê xeletîyê nekin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar