Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin

KCD’ê û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin û destnîşan kirin ku divê gelê kurd bi ruhê Kobanê li ber xwe bide û rê li ber peymanên nû yên wek Lozanê bigire û divê kurd li ser esasê şoreşê yekitiya xwe ava bikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rasthatina salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî belav kir û Şoreşa Rojava pîroz kir.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:  “Şoreşa Rojava ya ku bi berdelên giran û bi têkoşineke bêhempa pêk hat ev 11 sal in rêya me ronî dike, têkoşîna ku bi pêşengiya gelê kurd û bi taybetî bi pêşengiya jinan pêk hat li dijî hovîtiya DAIŞ’ê nirxên mirovahiyê, li dijî dagirkirina axa Rojava, li dijî desthilatdaran bercewendiyên gelan parast. Ji ber vê yekê ye ku Şoreşa Rojava bala hemû cîhanê dikişîne û ji bo gelên bindest jî bûye mînaka jiyana serbixwe. Şoreşa Rojava nîşan da ku rêya çareseriyê ya li Rojhilata Navîn rêya sêyemîn e, Şoreşa Rojava nîşan da ku avakirina jiyaneke wekhev a hevpar a gelan pêkan e. Şoreşa Rojava ya ku li dijî zihniyeta yekperest pirrengiyê diparêze îro bi êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst re rû bi rû ye. Ev rejîma faşist a ku siyaseta xwe li ser dijminatiya gelê kurd ava dike bi her awayî êrişî destkeftiyên gelê kurd ên li her deverî dike.

Axa Kurdistanê bi peymana Lozanê hat parçekirin û di nav gelê kurd de sînor hatin avakirin lê gelê kurd bi ruhê berxwedana Kobanê van sînoran ji holê rakir, li hawara hev çûn, bi yek dilî xwedî li Rojava derketin. Şoreşa Rojava di heman demê de hêviya avakirina yekitiyê ye, ji ber vê yekê divê gelê kurd ji bo ku rê li ber peymanên nû yên wek Lozanê bigre, bi ruhê Kobanê xwedî li bercewendiyên xwe derkeve û destkeftiyên xwe biparêze.

Şoreşa Rojava li dijî hovitiyê nirxên mirovahiyê parast ji ber vê yekê divê hemû cîhan û mirovahî xwedî li Şoreşa Rojava derkeve, ji bo mayîndebûna şoreşê di nav hewldanan bin û berpisyariyên xwe bi cih bînin.  Em wek KCD’ê careke din Şoreşa Rojava silav dikin û diyar dikin ku têkoşina me ya ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd wê bidome.”

DBP: Şoreşê yekitiyê afirand

Partiya Herêmên demokratîk jî têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî belav kir û şoreşê li gelê kurd û gelan pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye: “Şoreşa Rojava ya ku gelên bakurê Sûriyê li hember hovîtiya DAIŞ’ê û zîhniyetên ku bi hemû hêza xwe bûne şirîkê vê hovîtiyê, îro 11. sala xwe li dû ve dihêle. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên ereb, tirkmen, sûryanî, ermenî û hemû netew û baweriyan yekitiyeke siyasî û jiyaneke hevpar afirand. Ev şoreş, li cîhanê weke pergaleke alternatif hate pejirandin û bi pêşengiya jinan bilind bû, ji bo hemû gelan bû hêviya jiyaneke birûmet.

Îro di serî de desthilatdariya faşist a AKP-MHP’ê erîşên mezin li dijî şoreşa Rojava û hemû axa kurdan pêk tîne. Hêzên ku naxwazin şerê li ser axa Kurdan ti caran biqede, ligel hemû astengî û êrîşan dîsa jî nikarin ev berxwedanê rawestînin. Li dijî van êrîşên ku destkeftiyên gelê kurd ji xwe re kiriye hedef divê gelê kurd helwesteke hevbeş nişan bide, bi taybetî di sedsala Peymana Lozanê de divê gelê kurd yekitiya xwe ava bike ku careke din di nav gelê kurd de sînor neyên avakirin. Îro gel dixwazin ku bi hev re di nav aşitiyê de bijîn. Dixwazin şer bi dawî bibe û bi rêya sêyemîn hemû pirsgirek bên çareserkirin. Daxwaziya me jî ew e ku bi rêya muzakereyan ve çareserî pêk were. Şoreşa Rojava ne tenê têkoşîna aşitî û azadiya gelê kurd e. Ev şoreş, şoreşa hemû gelên ku li herêmê jiyan dikin e, şoreşa azadiya baweriyan û aşitiyê ye.

Em têkoşîna û şoreşa Rojava ya ku li Rojhilata Navîn hebûna jiyaneke cûda da ber me, pergala rêya sêyemîn damezirand û em ên ku vê şoreşê pêk anîn silav dikin. Baweriya me ew e ku, li erdnagariya Kurdistanê, li Anatolya û Rojhilata Navîn de bi têkoşina aşitî û demokrasiyê em dikarin hemû pirsgirekan çareser bikin. Li hember politikayên şer ên ku rêya çareseriyê digre, bi baweriya çareseriyê em berxwedana gelan silav dikin û em bang dikin ku hemû şoreşger û hêzên demokratîk xwedî li vê şoreşê derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar