Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCD û DBP’ê serdana malbata Şenyaşar kir

Şandeya KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ li dar dixe kir û şandeyê wiha got: “Daxwaza we ya edaletê daxwaza me ye jî.”

Şandeya ji hevserokê Kongreya Kongreya Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir pêk dihat çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên 17 roj in li ber Edliya Rihayê çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ li dar dixin. Şandeyê di dorpêça polîsan de serdana malbatê kir û diyar kir ku ji bo zextên li ser malbatê zêde nebin ew bi nûnerî hatine serdanê.

Emîne Şenyaşar qala tiştên hatine serê wan ji şandeyê kir û wiha got: “Dewlet li ku ye? Ji bo lawê min 150 sal ceza dixwazin. Em li vir rûdinên mudaxileyî me dikin. 17 roj in dixwazin me ji vir rakin. Bila dîmenên komkujiya li ber nexweşxaneyê derxin holê, em ê jî ji vir rabin. Heqe qeydên komkujiyê derkevin holê wê sûcdar jî derkevin holê.”

‘Berê bimirim dixwazim Fadilê xwe bibînim’

Emîne Şenyaşar dermanên vedixwe ji çenteyê xwe derxist û nîşanî Salîha Aydenîz da û wiha got: “Ji bo ez rakevim dermana vedixwim. Çavên min ji ber niqresê berdidimê kor bûn. Êdî halê me ku em ê sebir bikin nemaye. Berî ez bimirim dixwazim Fadilê xwe bibînim.”

‘Heta dawiyê em li ba we ne’

Salîha Aydenîz, dilxweşiyê li Emîne Şenyaşar kir û ev tişt anî ziman: “Em heta dawiyê li ba têkoşîna we ya mafdar in. Hûn li vir rûdinên, haya me ji we heye. Ji bo zextên zêdetir li ser we nakin em li vir li ba we rûnanên. Lê dilê me bi we re ye. Daxwaza we ya edaletê daxwaza me ye jî. Ev bêedaletî û dijminî nayê qebûlkirin. Ev dijminahiye. Ne tiştekî din e.”

‘Helbet dê rojekê edalet were’

Emîne Şenyaşar got ku êdî hêvî û baweriya wan bi edaletê nemaye ku were. Li ser vê yekê hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî wiha got: “Ji bo her kesî helbet dê rojekê edalet were. Em heta dawiyê li ba têkoşîna we ne.”

Şandeyê piştî serdanê ji parêzerê malbatê Hidayet Enmek agahiyên derbarê dozê de wergirtin.

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbatê di dorpêça polîsan de didome. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar