PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KCD’ê ji bo Rojava bang li çar parçeyên Kurdistanê kir

KCD’ê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir. KCD’ê da zanîn ku komplo îro bi hewlda dagirkirina Rojava re didome û wiha got: “Li dijî hewla dagirkeriyê ya dewleta tirk em bang li her çar parçeyên Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê dikin ku dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin gelê Rojava.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi munasebeta salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya 1998’an a li dijî Rêberê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD’ê diyar kir ku komplo bi qasî ku ji bo gelên kurd û tirk bi hev bidin şerkirin, bi vê komployê pêşeroja gelên Rojhilata Navîn jî hedef hate girtin. KCD’ê da zanîn ku qewimînên îro van pêşdîtinan piştrast dike.

Daxuyaniya KCD’ê wiha dom kir:

“Di 9’ê cotmehê de xwestin hêviyên gelê kurd ên azadî û demokrasiyê ji holê rakin û gelên kurd û tirk bikin neyarên hev. Bi pêşdîtin, hestiyarî û berxwedêriya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan, planên qirêj ên hêzên navneteweyî û herêmî ku dixwestin bi komploya navneteweyî pêk bînin, vala hatin derxistin. Pergala serdest a Tirk û hikûmetên wê bi înkarkirina gelê kurd û israra bêçareseriyê, hêj bêhtir rê li ber kûrkirina pirsgirêkê vedike. Bi taybetî piştî pêvajoya çareseriyê ku hate bidawîkirin û piştî hewla darbeya 15’ê tîrmehê bi îlankirina OHAL’ê re bi derxistina KHK’yan di asta binçavkirin, girtin, şerê çekdarî, pêkûtiyên li ser çapemeniyê, civîn, meş, astengiyên li pêş mafê ragihandin û azadiya fikre jiyana rojane jî aniye asta nekişandin û fetisandinê. Sepanên OHAL’ê niha jî didomin û pêkûtiyên li dijî muxalefet û siyaseta demokratîk berdewam in.

Dijminatiya li dijî kurdan

Geşedanên weke pirsgirêka kurd û pergala ne demokratîkbûyîna siyaseta Tirkiyeyê, di esasê xwe de di bi armancên Komploya 9’ê Cotmehê ve girêdayî ne. Hikûmeta AKP’ê bi domandin û girankirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û afirandina kaosê re nîşan dide ku bê çawa gelê tirk û kurd ber bi tarîtiyê ve dibe. Komploya navneteweyî îro jî didome û tê rojanekirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê ku bi mehane bi awayekî psîkolojîk, dîplomatîk, siyasî û leşkeri bingehekê amade dike re nîşan dide bê ka komploya navneteweyî veguheriya ye kîjan astê. Bi dagirkirina Rojava re hewl tê dayîn ku bi milyonan penaberên ku koçî Tirkiyeyê bûne li axa kurdan bicih bikin. Ev hewl û daxwaz nîşan dide bê ka dijminatiya li hemberî kurdan di kîjan astê de ye.

Dê hewlda dagirkeriyê vala bê derxistin

Gelê kurd wekî duh dê îro jî li hemû qadan li hemberî înkar, dagirkerî û komployê têkoşîna xwe bidomîne. Çawa ku komplo bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re li Rojava hate têkbirin, hewla faşîzma AKP-MHP’ê ku dixwaze Rojava dagir bike û demografyaya herêmê biguherîne jî dê bi alîkarî û piştevaniya raya giştî ya cîhanê, gelên Tirkiye, Sûriye û kurdên li 4 parçeyên Kurdistanê re dê vala bê derxistin. Kurd, ereb, suryan, ermen û gelên hwd. ku di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de (HSD) hatine cem hev, xwedî wê tecrubeya têkoşînê, bawerî û rêxistinkirinê ne ku hewla dagirkirina Rojava vala derxînin.

Bang

Bi vê baweriyê, em careke din Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê lanet dikin. Ji bo vala derxistina hewla dagirkirina Rojava; em di serî de bang li gelê kurd ên li 4 parçeyên Kurdistanê, raya giştî ya cîhanê, Tirkiye û Sûriyeyê dikin ku di şexsê Rojava de bi tevahî gelên Sûriyeyê re di nava piştevaniyê de bin û li hemberî şer dengê xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar