Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

KCDK-E: Bi dengê te lîstika dîktatoriyê dikare bê têkbirin

KCDK-E'yê bi wesîleya hilbijartinan diyar kir ku Ji bo Partiya Çepên Kesk bila her kes dengê xwe bide û got: "Heta 15'ê Gulanê bi ruhê seferberiyê em berê xwe didin hilbijartin û serkeftinê. Bi dengê te lîstika dîktatoriyê dikare bê têkbirin."

Di daxûyaniya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hate gotin, “Li dijî zext, zilm, înkar, komkujî û qirkirinê, ji bo bidawîkirina dîktatoriyê em 14’ê Gulanê bikin fînal, ji bo dengdanê seferber bibin.”

Di dewama daxûyaniyê de hate gotin, “Erdogan ê dijminê gelan, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku xwe ji xwîn, tundî û nijadperestiyê xwedî dike, li ber hilweşînê ne. Ji bo têkbirina vê desthilatdariya dijminê jin, zarok, ciwan, extiyar, teqawît, kedkar, bêkaran, heta êvara 9’ê Gulanê em li her tax, kolanan seferber bibin û hilbijêran bigihînin cihê dengdanê. Xemsarî divê nebe. Ji ber ku bi vê hilbijartinê re ya wê bi dîktatoriyê qirkirin dewam bike, yan jî bi dengê xwe em ê biratiya gelan pêk bînin.”

‘Her dengekî nehatiye bikaranîn xizmetê ji dîktator Erdogan re dike’

KCDK-E’yê got, “Em ji bîr nekin, her dengekî nehatiye bikaranîn xizmetê ji dîktator Erdogan re dike. Bi navê KCDK-E’yê em banga xwe dubare dikin, ji bo di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, divê civak, navendên me, saziyên me yên baweriyê, rêxistinên me yên jin û ciwanan, welatparêzên me seferber bibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Bi dengekî her tişt diguhere. Bi dengê te lîstika dîktatoriyê dikare bê têkbirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar