Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KCDK-E: Bi ruhê seferberiyê em biçin ser sindoqan

KCDK-E bal kişand ser progandaya bloka faşîst a bêmorali dide ava kirin û got: “Em bang li we hemû gelan dikin ku, çawa me di hilbijartina serokkomariyê di tûra yekem de hilbijartina dîktator Erdogan asteng kir, em di tûra duyemîn de jî ji bo têkbirina wî seferber bibin.” 

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê daxûyaniyek da. Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî feraset û gefên li ser hawirdora hilbijartinê ya li dijî kurdan û her wiha desteserkirin û hîleyên li nêzî hezar sindoqan di hilbijartinan de hatiye kirin, Erdogan di tûra yekemîn de bi ser neket û ev tişt hate gotin, “Divê pir zelal bê dîtin ku ekîba faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku vê hilbijartinê bi her cure polîtîkayên nîjatperestî û dijminahiya kurd pêk bîne stratejiyeke taybet daye meşandin. Armanca sereke ya vê stratejiyê ew e ku di tûra 2’yem de li hemberî mûxalefetê bêmoralî, bêhêzî, bêhêvî û kirina dijminê hev ji bo veguhertina hilbijartinê di berjewendiya xwe de, tê meşandin.”

Di daxûyaniyê de wiha hat gotin: “Tevî zêdetirî 7 milyon hilbijêrên ku neçûne ser sindoqan, milyonek dengên nederbasdar, dengên kesên ku li herêmên erdhejê di bin xirbeyan de mane bikar anîn, li bajarên Kurdistanê sindoqên dengdanê hatine desteserkirin, astengî û bi sedan deng hatine dizîn jî derdixe holê ku dîktator Erdogan bi rastî bi ser neket û winda kir.

Her çend dîktator Erdogan û ekîba wî hewl dan bi komkirina hemû hêzên xwe yên mîlîtarîst ser sindoqan encamê bigirin jî, nekarîn bi ser bikevin.

‘Faşîzma tirk dixwaze bi şerê taybet gel ji sindoqan dûr bihêle’

Aşkere ye ku ji bo bêmoralkirina kesên demokrasî û azadiyê dixwazin, ji bo şikandina berxwedana wan a tûra duyemîn, ya jî ji bo afirandina ruhekî ku tu wateya çûyîna ser sindoqan nîne, hewldaneke taybet heye. Ji ber vê yekê meylên xeternak ên ku Partiya Çepên Kesk rexne dikin û banga îstîfakirina li rêveberan dikin, li ser platformên medyaya dîjîtal bi awayekî zelal têne dîtin.

Divê em bibînin ku eniya faşîst bi psîkolojiya têkçûnê stratejiyek dişopîne ku tûra 2’yemîn bi dest bixe. Bi rastî jî dîktator Erdogan baş dibîne ku nikare bi ser bikeve. Ji ber vê sedemê weke çareya dawî desteserkirina sindoqan dest pê kir. Hemû gelê me, rewşenbîr, şoreşger, demokrat, yên li dijî sîstemê derdikevin, yên dibêjin êdî bes e û yên guhertinê dixwazin dizanin ku tu têkoşîn bi hêsanî bi ser nakeve.

‘Ji bo têkbirina bloka faşîst em seferberî radigînin’

Zimanê nefretê û nîjadperestiya li dijî kurdan ku ev sed sal in dewam dike, wê têra rizgarkirina dîktator Erdogan ji têk çûnê neke. Bi baweriya ku em ê teqez bi ser bikevin, em ê Erdogan têk bibin. Me pêşiya hilbijartina dîktator Erdogan girt, niha jî em ê bi dîktator Erdogan bidin winda kirin! Bi dirûşmeya ku me di tûra yekem de asteng kir û di tûra 2’yemîn de em ê têk bibin, bi moral û motîvasyona ku bi hev re di guherînê de israr bikin em dibêjin seferberî.

Divê gelê me yê welatparêz vê firsendê û pêvajoyê baş bikar bînin, bi morelek û motîvasyonek bilind bi erka xwe rabin û hemû kesên neçûne ser sindoqan, biçin deng bidin.

Em amade ne ku jin, ciwan û pîr, di her warê jiyanê de, li bajar, tax, dibistan, kar, mal, seferber bibin. Em bang li we hemûyan dikin ku, çawa me di hilbijartina serokkomariyê di tûra yekem de hilbijartina dîktator Erdogan asteng kir, em di tûra duyemîn de jî ji bo têkbirina wî seferber bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar