Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

KCDK-E: Divê hemû kes bi ruhê seferberiyê tev li meşên 14’ê kanûnê bibe

KCDK-E’yê ji bo tevlêbûna meşên ku dê ji bo Rojava bi dirûşma ‘Meş û serî rakirina enternasyonalîst a ji bo Rojava’ di 14’ê kanûnê de bên lidarxistin, bang kir. KCDK-E’yê diyar kir ku divê hemû kes bi ruhê serferberiyê tev li meşan bibe

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî meşên ku dê di 14’ê kanûnê de ji bo Rojava bên lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Bi destpêkirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên di 9’ê cotmeha îsal a li ser Rojava re bi hezaran kes neçar man ku ji warên xwe koçber bibin û bi sedan sivîl jî hatin qetilkirin. Di êrîşên dewleta tirk a li ser erêkirina DYA û Rûsyayê re li herêmê didomin de, sivîl û zarok tên hedefkirin. Di komkujiya Til Rifatê de 8 zarok li ber çavên cîhanê hatin qetilkirin.

Hêz û dewletên navneteweyî ev komkujî ji nedîtî ve hat. Ev bêdengî tê wateya hevkariya sûc. Bi tanken Almanyayê û çekên welatên Ewropayê di qirkirina kurdan de tê bikaranîn.

Ji bo mezinkirina şoreşê xwedîderketin girîng e

Gelên cîhanê û hêzên navneteweyî bi zanabûna ku dixwazin qira gelê kurd bînin û şoreşa Rojava tasfiye bikin, di asta gerdûnî de xwedî li Rojava derdikeve. Ji ber vê ji roja yekê ve xwedî li Berxwedana Rojava derdikevin. Ji bo mezinkirina berxwedanê di asta navneteweyî de, ji her demê bêhtir şert û mercê vê heye ku di asteke navneteweyî de xwedî lê derbikevin. Cîhan bi nerazîbûnên xwe yên gerdûnî li gel Şoreşa Rojava û gelan e. Şert û mercên vê qonaxê bi tu demê re nayê qiyaskirin û ji bo bidestxistina serkeftinê jî ji her demê zêdetir derfet hene.

Cîhanê guh daye dengê wijdana xwe

Cîhanê guh daye wijdana xwe û bi Rojava re rabûye. Şoreşa Rojava ya ku dawî li DAIŞ’ê anî bûye hêvî ji bo wan jî. Tevgerên çep, sosyalîst, anarşîst, femînîst, ekolojîstan ên bi vê hêviyê û dîtina şoreşê daketin qadan, xwedîkerketina xwe didomîne.

Ji bo vê divê em berxwedanê bidomînin û pêşengtiyê jêre bikin. Cîhan tev ji bo me li ser pêyan e, pişta xwe dayîna vê berxwedana mezin dibe ne mimkûn e. Ji bo vê desteka gerdûnî biparêzin û bikin herdemî divê hê zêdetir kar bikin. Em ji bîr nekin ku dê ev berxwedan derbasî dîrokê bibe û encamên dîrokî bi xwe re bîne. Ji bo vê divê bê navber çalakiyan bidomînin.

Bang kir

Dê di 14’ê kanûnê de bi pêşengtiya Defend Rojava, Women Defend Rojava û Rîse Up for Rojava bi dirûşma ‘Meş û serî rakirina enternasyonalîst a ji bo Rojava’ meş bê lidarxistin. Em weke KCDK-E’yê di serî de bang li gele xwe, gelan, jinan, zarokan, tevgerên demokrat, rewşenbîr, çep-sosyalîst, her kesê dibêje mirov in dikin ku bi ruhekî çalakiyê ya bênavber dakevin qadan. Bang dikin ku her kes bi ruhê seferberiyê tevger bike, li her cihê lê ye ji bo meşa enternasyonalîst a gelên Ewropayê bibe seferber.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar