Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCDK-E: Em 12’ê Mijdarê rabin ser piyan

KCDK-E'yê got, "12'ê mijdarê em bi ruhê yekitiya neteweyî rabin ser piyan û li dijî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî tev li meşan bibin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de wiha hat gotin: “Dewleta tirk a mêtinger bi polîtîkayên komkujî û qirkeriyê yên li Kurdistanê dixwaze encamê li hemberî têkoşîna azadiyê bi dest bixe. Li gel rê û rêbazên xwe yên qirêj, her wiha tevî piştgiriya hevkarên xwe jî nikare li hemberî gerîlayên azadiyê bi ser bikeve. Lewma jî artêşa tirk a dest bi xwîn serî li rêbazên herî qirêj dide.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dewleta tirk bi çekên kîmyewî yên li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê li dijî mirovahiyê ye, dixwaze encamê bi dest bixe. Gerîlayên azadiyê bi berxwedana xwe paşeroj û rûmeta gelê Kurdistanê diparêzin. Bi berdêlên giran, bi fedakarî û lehengiyeke mezin paşeroj û nirxên me diparêzin. Gerîlayên azadiyê mêtingeriyê têk dibin.

Roj roja xwedîderketina li vê berxwedana mezin û rawestandina bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk e. Li hemberî êrîşên topyekûn ên dewleta tirk berxwedan wezîfeyeke neteweyî ye.

Me heta niha bi çalakiyan karîbû bala raya giştî bikişînin ser mijarê jî ji bo bidawîkirina van êrîşên komkujiyê divê hîn bêhtir xwedî lê derkevin. Saziyên kurdistanî bi civînekê biryar dan ku li hemberî mezinahiya metirsiyê, ji bo xwedîderketineke hîn mezintir 12’ê mijdarê li derveyî welat weke roja greva neteweyî îlan bikin. Yanî 12’ê mijdarê wê kes neçe kar, kargehên xwe venekin, mîna dema Kobanê li her derê bi ruhê seferberiyê li qadan li ber xwe bidin û ji bo saziyên pêwendîdar bixin nava liv û tevgerê daxwazên xwe bînin ziman.

Ji bo vê jî ji extiyaran heta bi zarokan, jin, ciwan, bakurî, başûrî, rojavayî, rojhilatî, êzidî, misilman, elewî, xiristiyan divê her kes bi ruhê yekitiya neteweyî her derê bikin qada serhildanê û seferber bibin. Li gel dost, hêzên pêşverû û demokrat heta encamgirtinê em ê têkoşînê bi biryardarî bimeşînin.

’12’ê  mijdarê li qadan bin’

12’ê mijdarê li her derê em ê dakevin qadan û bibin deng û nefes ji gerîlayên azadiyê re. Di serî de meşa navendî ya li Dusseldorfê, li welatên din bi tevlibûna çalak a li meşan em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Divê em gel bi ruhê yekitiya neteweyî cihê xwe li nava refan bigirin.

Li ser vê bingehê 12’ê mijdarê ji Swîsre, Almanya, bakurê Fransayê, Belçîka û Hollandayê em beşdarî meşa li Dusseldorfê bibin. Li Swêd, Danîmarka, Norwêc, Fînlandiya, başûrê Fransayê, Îngîlistan, Awûstûrya, Qibris, Yewnanistan, Kanada û Awûstralyayê jî beşdarî meşên xwecihî bibin.

12’ê mijdarê divê hemû partî, rêxistin, saziyên kurdistanî, jin, ciwan, zarok, extiyar, saziyên baweriyan, her kesên xwedî wijdan bi ruhê yekitiya neteweyî tevbigerin û bi dirûşma ‘Li hemberî çekên kîmyewî roja greva neteweyî li derveyî welat’ meşan lidar bixin û bi beşdariya bi deh hezaran kesî seferber bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar