PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

KCDK-E: Em di 26’ê hezîranê de seferber bibin!

KCDK-E ji bo meşa di 26’ê hezîranê de ya ku dê li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirker were destpêkirin, bang kir

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo meşa ku di 26’ê hezîranê de li dijî tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê pêk bê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de wiha hat gotin: “Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Ev çalakî di 25’ê hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin û dikeve sala 10’emîn.

Nobeta Azadiyê ya ku çalakiya herî demdirêj û bênavber a gelê kurd e, di 26’ê hezîranê de wê têkeve sala 10’an. Her hefte ji bajarekî cihê yê Ewropayê kom tên û çalakiyê werdigirin.

Li qada ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Rêxistina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û Parlamentoya Ewropayê heye çalakiya nobetê tê kirin û heta niha bi deh hezaran kes tev li çalakiyê bûne.

Wê 26’ê hezîranê de hevserokên KCDK-E’yê, tevî hevserokên saziyan û nûnerên jin û ciwanan çalakiyê dewr bigirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, pêkanîna azadiya wî û danasîna fikrên wî Nobeta Azadiyê xwedî girîngiyeke taybet e.

Divê neyê jibîrkirin ku vê çalakiya ku ya herî demdirê e, wekî semboleke berxwedana têkoşîna azadiyê ya li dijî dewleta tirk e.

Nobeta Azadî ji Rêber Apo re ya li Strasboûrgê wê di 26’ê hezîranê de bi meşê li Place de la Repûblîqûe 67000’ê saet di 11.00’an de dest pê bike.

Bi wesîleya salvegera 10’emîn a çalakiya nobetê hevserokên KCDK-E’yê, nûnerên hemû welat, federasyon, bîr û bawerî, Rojava, Rojhilat û Başûr, jin û ciwanan dê di nobetê de cih bigirin.

Li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê dike, li hemberî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê û li hemberî polîtîkayên AKP û MHP’ê yên ku dijminatiya kurdan dikin wê di 26’ê hezîranê de meşeke girseyî bike.

Wê meş di 26’ê hezîranê de dest pê bike û heta 4’ê tîrmehê bidome. Gelên me yên li Almanyaya Başûr, Swîsre, Strasboûrg di serî de em bang li hemû nûnerên saziyên Kurdistan û Tirkiyeyê, ronakbîr, hunermend û siyasetmedaran dikin ku bila bi awayekî çalak tev li çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar