Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...
Cuma - 18 Ekim 2024

Dewletê dîsa çong danî

Ji serê mehê û vir ve nîqaşên pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Di dema vekirina meclisê de serokê MHP'ê Bahçelî çûm cem parlementerên...

Gelê Başûr dizane bê kî diz e, kî/kê fedaî ye

Ev nêzî 4 salin desthilta AKP-MHP’ê li başûrê Kurdistanê hewl dide bi tevgerên dagirkeriyê gerîla tine bike. Heke bi ser nekeve ku heta niha...

KCDK-E ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferberî îlan kir

KCDK-E daxuyand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di navbera 1-16'ê Mijdarê de seferberiyê îlan kir û bang li her kesî kir ku beşdarî meşa 16'ê Mijdarê ya Kolnê bê lidarxistin bibin.

KCDK-E’yê t”êkildarî pêngava azadiya fîzîk ya Rêber Apo û tevlîbûna meşa 16’ê mijdarê ya li Kolnê bo lidarxistin daxuyanî da. KCDK-E’yê got, “Em bang li her kesî dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ji bo meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’ ya di 16’ê Mijdarê de li navenda Kolnê ya bê lidarxistin, seferber bibin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:

“Em Meşa Navendî ya Ewropayê ya Kolnê û çalakiyên berfireh ên li welatên Skandînavyayê li dijî komployê ji raya giştî re radigihînin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal berê ji bo têgînên azadî û wekheviyê di nava kurdan de bide jiyîn û pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê çareser bike, pêşniyarên çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û nêrînên ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêş bixe hat Ewropayê û wan rê li ber Rêber Apo girtin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser were nehiştin Rêber Apo li Ewropayê bimîne. Hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovahiyê kirin qurbana berjewendiyên qirêj ên siyasî.

Ev 26 sal in ku Rêber Apo bi Komployeke Navneteweyî dîl girtiye û di Girtîgeha girava Îmraliyê de ye. Rêberê me 26 sal in li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî de bêyî ku li gorî ti rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigere di tecrîdeke giran de tê ragirtin.

Li girava Îmraliyê ji hemû cîhanê qut bûye, nahêlin dengê wî bigihê milyonan. Dewleta tirk li Îmraliyê sîstemeke taybet a êşkence-tecrîdê ava kiriye, hemû rêgez û pîvanên gerdûnî, heta hiqûqa xwe binpê dike. Di vê sîstemê de tu maf û qanûn nînin. Rêber Apo di çarçoveya dijminatiya tam a li hemberî kurdan û plana tasfiyeyê de di bin tecrîd û tecrîdeke girankirî de ye. Ev 44 meh in ti agahî jê nayê girtin.

Hêrs û fikarên gelê kurd ên li ser tenduristî û ewlehiya Rêber Apo zêde bûne û vê rewşê qebûl nakin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bêdengiya Konseya Ewropa, CPT, sazî û hêzên navneteweyî cesaretê digire, pergala tecrîdê û pêkanînên xerab ên li Îmraliyê li hemû girtîgeh û civakê pêk tîne.

Rebêr Apo tekane nûner û pêşengê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e. Berxwedana Rebêr Apo ya li Îmraliyê, paradîgmaya ku pêş xistiye û îdeolojiya azadiya jinê li cîhanê belav dibe û gerdûnî dibe. Îro li çar aliyê cîhanê jin û gel bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo lêgerîna mafan xwe bi rêxistin dikin. Têkoşîna azadiya gelê kurd derketiye qada navneteweyî. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke konfederal a demokratîk hat avakirin ku ne tenê kurd hemû pêkhateyên din ên etnîkî û baweriyê yên li herêmê dijîn, bi awayekî azad beşdar dibin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn û bidawîkirina şer divê Rebêr Apo azad bibe. Dostên di vê zanînê de ne, li zêdetirî 100 navendên cîhanê anîn ziman. Siyasetmedar, hiqûqnas, rojnamevan, akademîsyen û sendîkayvan navdar ên cîhanê di nava têkoşîna azadiya Rêber Apo de cih girtin û bi awayek çalak tevkariya pêngava navneteweyî dikin.

Weke KCDK-E, dost û gelê Kurd em bang li CPT, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî dikin ku demildest têkevin dewrê û dawî li pergala êşkenceya Îmraliyê bînin û demildest şandeyekê bişînin. Ji bo bidawîkirina Komploya Navneteweyî û şikandina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rebêr Apo em di navbera 1 û 16’ê Mijdarê de seferberiyê îlan dikin. Çalakiyên ku wê di navbera 1-16’ê mijdarê de li welatên Ewropayê bên lidarxistin, wê bi meşa Ewropayê ya navendî ya 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin û bi milyonan kes bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî’ li hev kom bibin û bigihêje lûtkeyê.

Bi vê boneyê em bang li raya giştî ya cîhanê, hemû sazî, sendîka, partî, aktîvîst, her kesên ku piştgirî didin demokrasî û mafên mirovan dikin ku bi awayekî çalak beşdarî meşa navendî ya Kolnê bibin û bi gotina ‘Dawî li tecrîd, êşkence û bêhiqûqiyê 26 salan bînin’ tevlî çalakiyan bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar