PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

KCDK-E: Li dijî êrîşa li Parîsê em bang li gelê xwe dikin; bi lez dakevin qadan

KCDK-E'yê got, "Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî komkujiya ku îro li Parîsê hate kirin bi lez dakevin qadan û çalakiyên şermezarkirinê lidar bixin."

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hate gotin, “Îro li paytexta Fransa Parîsê li dijî kurdan êrîşeke hovane hate kirin. Ji ber vê êrîşê em bi hêrs in. Di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a li Parîsê de 2 kes şehîd bûn, 4 kes jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşkar kî be, ji aliyê kê ve hatibe birêvebirin jî divê dewleta Fransayê zanibe ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye birêvebirin û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Raya giştî ya cîhanê bila zanibe ku ev komkujî ji teşwîq û polîtîkayên dewleta tirk ên rê li ber êrîş û komkujiyan vedike, cuda nîne.”

Di daxuyaniyê de bang li gelê kurd ê li Fransayê hate kirin ku li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê li hev kom bibe û bang li gelê kurd û dostên wan ên li welatên din ên Ewropayê hate kirin ku li bajarên lê ne çalakiyan lidar bixin û komkujiyê şermezar bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar