Navenda Nûçeyan |
KCDK-E’yê têkilî êrîşa terorî ya tirk a li ser sûka kevin û Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê daxuyanî da.
KCDK-E’yê di peyama xwe de bang kir ku li dijî rejîma terorê ya tirk têkoşîn were geşkirin û her kes ji biçûk û mezinan ve rabin ser xwe, li dijî qirkirina dewleta tirk a li ser êzidiyan bisekinin.
KCDK-E’yê bang li NY, PE, Konseya Ewropayê kir ku dawî li vê bêdengiya xwe li bara komkujiyên tirk bînin, her wiha bang li hikûmeta Iraqê û rêveberiya xwecih a Başûr hat kirin ku dev ji polîtîkayên xwe yê bi hevkariya tirk biqerin û wiha got: “Em KCDK-E em bang li gelê xwe û dostên gelê xwe dikin, li dijî gefên domdar ên qirkirinê li her deverê li dijî rejîma Erdogan ê dîktor têkoşînê geş bikin û seferber bibin.”