Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KCDK-E: Meşa 15’ê Sibatê ji bo 8’ê Nîsanê hate taloqkirin

KCDK-E'yê ragihand, meşa li Strasbourgê ya li dijî komploya 15'ê Sibatê ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê ji bo 8'ê Nîsanê hatiye taloqkirin.

Kongreya Civakên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ragihand ku meş û mîtînga navendî ya ku dihate plankirin ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê di 11’ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê ji bo 8’ê Nîsanê hatiye taloqkirin.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de wiha hate gotin, “Weke ku tê zanîn, erdheja ku li Mereş-Bazarcix-Elbistanê qewimî li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojavayê Kurdistanê bû sedema felaketeke mezin û em gelekî êşand. Hêrsa me gelekî zêde ye. Ji ber ku zanyaran beriya niha hişyarî dabûn ku ev felaket wê biqewime, lê belê hikumeta AKP-MHP’ê ya rantxur û talanker li şûna wergirtina tedbîran bi polîtîkaya rantê û bombardûmana li Kurdistanê rewşa xwzayî ya Kurdistanê têk bir, lewma ev yek ji felaketeke xwezayî bêhtir, polîtîkayeke komkujiyê ya hikumetê ye.

Dewleta ku diviyabû ji bo alîkariyê banga li her sazî, şaredarî û rêxistinên sivîl ên civakî bikira, rewşa awarte ragihand û bi gotina ‘Alîkarî bila bi rêya AFAD’ê bê kirin’ dixwaze her tiştî bixe bin serweriya xwe û pêşî li alîkariyê bigire. Ev hikumet ewqasî bêexlaq, bêwijdan û dûrî nirxên mirovahiyê ye ku di felaketên xwezayî de jî bi hiqûqa dijminatiyê nêzîk dibe û mirinê li ser mirovên me ferz dike. Em KCDK-E û TJK-E; em ê gelê Kurdistanê ji bextê vê hêza faşîst a ku dijminê Kurd û Elewiyan, dijminê mirovahiyê ye, nehêlin. Bi hemû saziyên xwe li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê ji bo her kes tevlî kampanya piştevaniyê bibin em ê bi şev û roj bixebitin. Ji bo karibin birîna mirovên xwe yên mexdûr bi hev re bipêçin, konfederasyon, federasyon, navendên me yên civakî û saziyên me yên baweriyê, weke rêveberiyên KCDK-E  û TJK-E bi rêya maseyên krîzê em ê bi seferberiya neteweyî ji bo kampanya piştevaniyê bixebitin.

Ji ber vê yekê jî em meş û mîtînga 11’ê Sibatê ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û misogerkirina azadiya Rêber Apo lidar bixista, ji bo 8’ê Nîsanê taloq dikin. Divê bê zanîn ku her pirsgirêk, êş ên li Kurdistanê ji hev cuda nîne. Vê felaketê bi şênberî nîşan da ku dewleta Tirk a mêtinger bi hiqûqa dijminatiyê nêzî her tiştên me dibe. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir divê em îro xwedîderketina hevpar, bi zanebûn û rêxistinî mezin bikin. Lewma ji bo pêçandina birînên mirovên me yên mexdûrên erdhejê em ê bi hemû sazî û rêveberiyên xwe seferberiyê ragihînin û bixebitin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar