Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

KCDK-E-TJK-E: Li dijî êrîşên qirkirinê divê herkes helwesta xwe nîşan bide

KCDK-E-TJK-E’ê diyar kirin ku êrîşên dewleta tirk, gihiştine asta herî xeternak û wiha hate gotin: "Em bang li gelê xwe û saziyên navneteweyî dikin ku vê dewleta tirk a mêtinger teşhîr bikin û helwestek zelal nîşan bidin.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) bi daxuyaniyeke hevpar bomberdûmana dewleta tirk a li ser sivîlên li başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li Kurdistaniyên li derveyî welat kirin ku dakevin qadan û protesto bikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta tirk a ku êrîşên xwe yên qirkirinê yên li ser başûrê Kurdistanê didomîne, roja borî li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta JIN TV kir hedef û duh li Bradostê 4 sivîl qetil kirin û wiha berdewam kir:

“Em van êrîşên qetlîamê yên ku bi hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a bi hikûmeta Başûr re di heman demê de pêk hat, bi tundî şermezar dikin. Em van êrîşên tevkujiyê yên ku pêşengiya jina Azad a Kurd û gelê sivîl ku erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin hedef digirin û helwesta hikûmeta Iraq û Başûr ên ku li dijî van êrîşan bêdeng dimînin şermezar dikin.

Ev êrîşên xwînî yên li dijî sivîlên herêmê û bi taybet rojnamevanan, berpirsyariyê li ser aliyên navneteweyî ferz dike ku erkên xwe yên wijdanî û exlaqî pêk bînin. Bi bêdengî û bi temaşevanî nikarin di bin vî barî de bisekinin. Divê berpirsyariyên hiqûqa navneteweyî, peyman û prensîbên bingehîn ên mafên mirovan tavilê bicih werin anîn.

‘Divê saziyên navneteweyî li hemberî êrîşên tirkan helwesteke zelal nîşan bidin’

Sûcên ku dewleta tirk ên li herêmê pêk tîne, mayînde bûne. Ev tawan gihiştine astên metirsîdar ên ku rasterast jiyana sivîl û jinan dike hedef. Rojnamevanên ku binpêkirinên sûc ên dewleta tirk ên li herêmê belge dikin û ji raya giştî re radigihînin, dibin hedef û dixwazin bên bêdengkirin. Divê saziyên navneteweyî li hemberî van êrîşan helwesteke zelal nîşan bidin û demildest tevbigerin.

Banga serhildanê

Weke TJK-E û KCDK-E em bang li gelê xwe yê li derveyê welat dijîn dikin ku li dijî van êrîşên qirkirinê demildest bikevin nava liv û tevgerê, van êrîşên qetlîamker û dewleta tirk a mêtînger li raya giştî teşhîr bikin û li hemû Ewropa, Kanada û Awûstralyayê bi daketina kolanan re çalakiyên protestoyî pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar