Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

KCDK-E: Xwedîderketina li Şengalê erka neteweyî ye

Li dijî gefên hikûmeta navendî ya Iraqê yên li ser Asayîşa Êzidxanê ya Şengalê, KCDK-E'yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir û got ku xwedîderketina li Şengalê erka neteweyî ye

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk a bi serkêşiya Erdogan ê bi mejiyê DAIŞ’ê, bi êrîş û polîtîkayên qirêj ên li dijî sazî û hêzên parastinê yên Şengalê dixwaze komkujiyeke nû li Şengalê bike û saziyên civaka êzidî bi fedakariyeke mezin afirandine tune bike û wiha got: “Dîktator Erdogan vê yekê nikare yekser pêk bîne, lewma dixwaze bi destê hikûmeta Iraq û PDK’ê pêk bîne. Lihevkirina navbera Bexda û Hewlêr (PDK) a 9’ê Cotmeha 2020’î projeya dagirkirina bi temamî ya Şengalê (Êzidxan) û qetilkirina êzidiyan e. Wezîrê Parastinê yê Dewleta Tirk Hûlûsî Akar piştî serdana li Iraq û Hewlêrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi hikûmeta Iraqê re li ser êrîşa li dijî Şengalê axiviye. Heman piştî vê daxuyaniyê, hikûmeta navendî ya Iraqê 10’ê Adarê bi gotina ‘heta 24 saetan çekên xwe radest bikin û bajêr biterikînin’ hişyarî da Hêzên Asayîşê yên Şengalê, ku ev yek banga ji bo fermaneke nû bû. Neteweyên Yekbûyî, Iraq, PDK ên ku Şengal di nava komkujiya DAÎŞ’ê de hiştin dxiwazin ku Şengalê ji destê parêzvanên Şengalê derxînin û ji nû ve radestî şebekeya xiyanetê û teslîmiyetê bikin.”

KCDK-E’yê daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya 10’ê adarê bi bîr xist ku meclisê wiha gotibû: “Bila cîhan tev zanibe ku em ê bêedaletiyê tu carî qebûl nekin. Em ê dest ji daxwazên xwe, dest ji xaka xwe bernedin.”

Di dawiya daxuyaniya KCDK-E’ê de ev bang li gelê kurd û dostên kurdan hate kirin: “Li dijî vê siyaseta kujer, qirêj û nexêr, bi ruhê seferberiyê em li her devera ku lê ne rabin ser pêyan, biherikin qadan. Bi çalakiyên xwe yên li her cihî em li ber komkujiyên nû rabin ku li ser Şengalê û civaka êzidî tên ferzkirin. Roj roja xwedîderketina li Şengalê ye.” BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar