Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KCDK-E’ê banga meşên di 2’yê îlonê de kir

KCDK-E wê di 2’ê îlonê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Gelê Azad e” li Strasboûrg, tevahiya Ewropa, Awûstralya û Kanadayê meşên girseyî lidar bixe. Lewra bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku bi awayekî aktîf beşdarî meşan bibe.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Tecrîda li ser Rêber Apo, xwe dispêre sîstema tunekirina nasnameya kurdên azad. Ji bo temamkirina qirkirina li hemberî gelê kurd, êrîşeke topyekûn e. Ji ber ku Rêber Apo nûneriya azadî û hebûna gelê kurd dike, her tim bûye hedefa destpêkê ya êrîşan. Ev tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de tê pêkanîn, xwedî armancekê ye ku qirkirina kurdan pêk bîne.”

‘Rêber Apo ji aliyê DYA û Tirkiyeyê ve tê tecrîdkirin’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Tecrîda ku bi destê hêzên navneteweyî didome, nûneriya êrîşa li hemberî azadî, demokrasî û çareseriya pirsgirêka kurd dike. Rêber Apo ji aliyê hêzên navneteweyî bi taybetî DYA û Tirkiyeyê ve di bin tecrîdê de tê girtin. Di vê wateyê de yên ku dixwazin hebûna kurdên azad tune bikin û yên ku piştgiriya herî mezin didin dewleta tirk a qirker, hêzên sîstema modernîteya kapîtalîst û DYA ne. Di serî de DYA divê hemû hêzên navneteweyî dest ji piştgirî dayîna faşîzma AKP-MHP’ê berdin. Êrîşên li hemberî gelê kurd, jin, ciwan û gelên din dewam dikin. Dagirker bi her cure rêbazên şerê qirêj û çekên kîmyewî erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî di nav de bi xwînê difetisîne. Weke endamê NATO û artêşa wê di bin navê hemû hêzên navneteweyî de sûcê şer dike.

‘Tecrîd xeteriyekê digire nava xwe ku wê rê li ber qirkirina kurdan veke’

Em dizanin ku tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk neyê çareserkirin, rêbazeke şer e. Tecrîd xeteriyekê digire nava xwe ku wê rê li ber qirkirina kurdan veke. Ji bo ku ev yek were astenkirin, divê demildest Rêber Apo were berdan.

Divê her kes bi rengekî aktîf beşdarî meşê bibe

Di dawiya daxuyaniya KCDK-E’yê de ev bang hate kirin:

“Em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û mirovahiyê dikin ku li dora daxwaza gelê kurd kom bibin û ji bo ku Rêber Apo demildest were berdan û di nava şert û mercên azad de têkoşîna azadî û demokrasiyê bide, divê bi sekna xwe ya bi biryar têkoşînê geş bikin. Divê her kes bi rengekî aktîf beşdarî meşên ku wê 2’ê îlonê bi dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad, Gelê Azad e’ li Strasboûrg û hemû Ewropa, Avûstralya û Kanadayê bên lidarxistin, bibin.

Navnîşana meşê Place de la république 67000 Strasbourg, saet 10:00.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar