PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KCDK-E’ê plansaziya Newroza 2023’yan a welatên Ewropa aşkere kir

KCDK-E'yê da xuyakirin ku, ew çalakiyên Newroza îsal diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane dikin û got, "Ji bo em pêngava Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serkeftinê, divê em Newrozê veguherînin berxwedaneke topyekûn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Newroz ji bo gelê kurd sembola têkoşîn û berxwedanê ya azadiyê ye û wiha hat gotin: “Newroz ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê hemdem Mazlûm Dogan; Bi ruhê berxwedan û serhildanê heta îro tê pîrozkirin. Newroz bûye sembola nasnameya kurd. Newroz ew roj e ku bi milyonan gelê kurd yekîtî û hevgirtina xwe ya netewî di asta herî jor de vîna xwe ragihandine. Li dijî dagirkerî û mêtingeriyê roja meşa azadî û ruhê yekîtiya neteweyî bilind bûye. Roja zayîn û vejîna gelê kurd e.”

KCDK-E’yê da zanîn ku ew Newroza îsal diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane dikin. KCDK-E her wiha ragihand ku divê çalakiyên Newroza îsal bibe wesîleya hesab ji desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê pirsîn be û banga ji bo pêngava Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serkeftinê, divê Newroza îsal veguherînin berxwedaneke topyekûn.

Dem Dema Azadiyê ye

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hat ragihandin ku ew ê Newroza 50’emîn a Rêbertiyê bi dirûşmeya “Newroza Serkeftinê ya Serdemê” li ser esasê pêngava “Dem Dema Azadiyê” di navbera 12’ê adarê û 2’ê nîsanê de pîroz bikin û wiha hat gotin: “Em ê hemû çalakiyên Newroza îsal diyariya kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bikin û hêrsa xwe biqîrin. Bi taybetî di Newroza navendî ya li Almanyayê û hemû welat û bajaran de, em ê Newroz veguherînin serhildanan.

Li pêşberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têk çû ; Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku krîz û kaosekê dijî, bi polîtîkayên xwe yên êrîşkariya topyekûn û komkujiyê ya li Kurdistanê re dixwaze li pêşberî têkoşîna azadiyê encamê werbigire.

Dîsa tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û 24 mehin tu agahî jê nayê girtin; Êrîşên li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên ku qanûn û hiqûqa navneteweyî binpê dikin, bênavber dewam dikin.

Desthilatdariya faşîst li dijî têkçûna xwe ya li hemberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bikar anî, keraseta erdhejê veguherand komkujiyekê mezin û niha armanc dike ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de bi hemû rêbazên qirêj pîlanên xwe yên tinekirina îradeya gelan bi dest bixe.

Piştî qetlîama erdhejê ne tenê li Kurdistanê, di civaka Tirkiyeyê de jî hêrsbûn û dijberiyeke mezin a civakî pêş ket. Li her derê dewlet di bin xirbeyan de ma. Dirûşmeyên îstifakirina hikûmetê daxwazên civakê yên ji bo guhertinê û biryardariya wê derxist holê.

Desthilatdariya çeteya mafya AKP-MHP’ê ku berteka civakî dibîne û jê ditirse; Di lîstika Amedspor û Bursasporê de bi daliqandina pankartên Torosa Spî û kujeran provaya ku ew ê di rojên pêş de serî li hemû rêbazên qirêj bidin kir.

Ji ber vê yekê pîrozbahiyên Newroza îsal pir girîngtir in. Em ê li hemberî van hemû rêbazên qirêj serî netewînin; Divê em bi ruhê Mazlûm û Rehşanan Newrozê li her derê veguherînin serhildanê. Em ê bi paş ve gav neavêjin, em ji her demê bêhtir bi biryar in. Li gel hemû kesên azadîxwaz û wekheviyê bi ruhê yekîtiya netewî, em ê Newroza Serdemê weke roja ku em daxwazên xwe biqîrin pîroz bikin.

Rêbertiya Azad Kurdistana Azad e

Em ê vê pêvajoya ku em ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku li pêşberî têkoşîna azadiyê ya kurd û hêzên demokrasiyê krîz û kaosê dijî û têk diçe, bi Newrozê bidin destpêkirin û bi hilbijartinê em desthilatdariya faşîst bavêjin nava sergoyê dîrokê. Di heman demê de pîrozbahiya Newroza îsal Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad e; Werin em bi biryar û baweriya ku wê bikin sala demokrasî û azadiyê, li dijî mêtingerî û dagirkeriyê dest bi berxwedana bênavber bikin.

Weke KCDK-E em bang li her kesî dikin ku ji bo beşdarî Newroza Serkeftinê ya Serdemê bibin ku wê li welat û bajarên jêrîn bi taybetî li Newroza navenda Almanyayê bê lidarxistin û em ê diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bikin, bi ruhê yekîtiya neteweyî daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê yên li dijî mêtîngeriyê veguherînin serhildaneke ku em bi ruhê berxwedanê yê Mazlûman diqîrin.”

KCDK-E plansaziya çalakiyên ku dê bên lidarxistin wiha ragihand:

– Êvara 20’ê adarê li hemû welatên Ewropayê û her wiha li Kanada û Awûstralyayê hemû navendên civakî wê li bajarê xwe bi meşaleyekê Newrozê pîroz bikin.

– Îsal li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê di 25’ê adarê de li Ewropayê çalakiya navendî ya Newrozê tê lidarxistin.

Almanya Berlîn

12’ê Adarê

Cih: Oranienplatz-Berlîn, Saet: 12:00

Îngîltere-Exeter

12’ê Adarê

Cih: Exeter Phonix, Gandy Street, Saet: 12:00

Danîmarka-Odense

17’ê Adarê

Cih: Windelsvej 138,5000 Odense

Swêd-Gavle

17’ê Adarê

Cih: Estraden Gavle Folkparksgen 7, Saet, 18.00

Awistralya – Sydney

17’ê Adarê

Cih: 2 Romford Road Kings Park NSW Sydney, Saet, 19.00

Swîsre-Navenda Welat

18’ê Adarê

Cih: Forma Friebourg, Saet: 14.00

Avusturya Perth

18’ê Adarê

Cih: 1 Light Street dianella WA Perth, Saet: 18.00

Swêd-Stockholm

18’ê Adarê

Cih: Solnahallen, Saet 17.00

Swêd-Helsingborg

18’ê Adarê

Cih: Bruksvägen, 2324335 Höör, Saet: 17.00

Îtalya Roma

18’ê Adarê

Cih: Centro Socio Culturale Ararat, Saet: 17.00

Avusturya-Graz

18’ê Adarê

Cih: Strauchergasse 32, 8020 Graz, Saet: 15.00

Danîmarka-Skovlunde

18’ê Adarê

Cih: Azuray Selskabslokale Meterbauen 9.2740 Skovlunde

Danîmarka-Holstebro

19’ê Adarê

Cih: Elkjaervej 26,7500 Holstebro

Îtalya-Rovigo

19’ê Adarê

Cih: Pranzo Solidale Inzani, Saet: 12.30

Swêd-Orebro

19’ê Adarê

Cih: Varbergagatan 258, 70352 Örebro, Saet: 16.00

Îngilîstan-London

19’ê Adarê

Cih: Finsburg Park Endymion Road, Harringay, Saet: 12:00

Fransa-Marsîlya-Dragunian-Montpellier

19’ê Adarê

Cih: Parc de la Ravel, Saet: 11:00

Fransa Parîs

19’ê Adarê

Cih: 1 Rue de Gousanville, Saet: 12:00

Fransa-Rennes

19’ê Adarê

Cih: Parc de Gayeulles 35700, Saet: 13h00

Fransa-Strasboûrg

19’ê Adarê

Cih: Wolschheim, Saet: 11:00

Belçîka-Leuven

19’ê Adarê

Cih: Heuvelhofpark 3010 Leuven, Saet: 12.00

Avusturya-Innsbruck

19’ê Adarê

Cih: Redetzkystrasse 47, 6020 Innsburg Saet: 14.30

Hollanda

19’ê Adarê

Cih: Event Plaza Lange Kleiweg 8622288 Gr Rijswijk, Saet: 13.00

Qibris

19’ê Adarê

Cih: Gundê Alassa, Saet: 10.30

Îtalya-Torino

19’ê Adarê

Cih: Via Francesco Millio 42 Saet: 14.30

Kanada-Toronto

19’ê Adarê

Cih: Pearson Convention Centre, Saet: 14:00

Finlandiya-Helsinki

20’ê Adarê

Cih: Kattilahalli, Sönäisten rantatie 22, 00540 Helsinki, Saet: 18.00

Belçîka-Gent

21’ê Adarê

Cih: Kask, Louis Pasteurlaan 2 ,9000 Ghent, Saet: 18.00

Yewnanistan-Atîna

21’ê Adarê

Cih: Platia Protomagias, Athina 114 74, Saet: 17.00

Îtalya-Parma

21’ê Adarê

Cih: Piazza Inzani, Saet: 19.00

Îngilîstan-Liverpool

21’ê Adarê

Cih: Eventim Olympia West Derby Road, Liverpool L6 9BY, Saet: 17:00

Fransa-Toulouse

21’ê Adarê

Cih: Place Capitole, Saet: 17.30

Îtalya-Bologna

22’ê Adarê

Cih: Municipio Sociale Labas-Vicolo Bolognetti 2, Saet: 18.00

Avustralya – Melbourne

24’ê Adarê

Cih: Pascovale Melbourne / Victoria, Saet: 19.00

Almanya Newroza Navendî

25’ê Adarê

Cih: Rebstockpark, Frankfurt, Saet: 10:00

Îngilîstan-Skoçya

25’ê Adarê

Cih: 117 Nicolson st, Newington Edinburgh EH8 9ER, Saet: 12:00

Macarîstan

25’ê Adarê

Cih: Helyszin/ Rozmaring Kert Verdeglö 1036 Budapest, Saet: 18.00

Îtalya-Pîsa

25’ê Adarê

Cih: Giosue Carducci 9 (Ghezzano), Saet: 18.00

Fransa-Bordeaux

26’ê Adarê

Cih: Salle la marinière, Saet: 13.00

Avusturya-Viyana

26’ê Adarê

Cih: Gasometer/ Guglgasse 6, 1110 Wien, Saet: 13.00

Norwêc-Oslo

1’ê Nîsanê

Cih: Sognsvann 220, 0863 Oslo, Saet: 18.00

Avusturya-Bregenz

1’ê Nîsanê

Cih: Hofsteigsaal Bundesstrasse 20, 6923 Lauterach, saet 14.00

Fransa-Lyon

2’ê Nîsanê

Cih: Bd. Phillipe Reydellet 69630 Chaponost , Saet: 14.00

Çalakiyên Newrozê yên ji aliyê saziyên Rojava ve bên lidar xistin

Almanya-Bremen

12’ê Adarê

Cih: Schragestrasse 13, 28239 Bremen, Saet: 13.00

Almanya-Bochum

19’ê Adarê

Cih: Darpestrasse 6, 44793, Saet: 14.00

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar