Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

KCDK-E’yê bernameya çalakiyên ji bo 15’ê Sibatê aşkera kir

KCDK-E’yê ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî banga tevlibûna  çalakiyên ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya salvegera 24’emîn a Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand û bernameya çalakiyan parve kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin:

“Gelek welatên Ewropayê dibêjin ku ew alîgirê pêşxistina demokrasî, wekhevî, azadî û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal berê ji bo têgînên azadî û wekheviyê ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne di nava kurdan de bide jiyîn û doza kurdan bi rêya diyalogê çareser bike hat Ewropayê. Welatên Ewrûpayê destûr nedan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vir doza kurdan bi diyalogê çareser bike û pê re jî welatên Ewropayê hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovayetiyê ji bo berjewendiyên siyasî yên qirêj kirin qurbanî.

Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl tê girtin û ew birin zindana girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê. Rêberê me 24 sal in li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, di bin tecrîdeke giran de ye û ji bo wî tu hiqûqên navneteweyî nayên pêkanîn.

Dewleta tirk bi binpêkirina hemû prensîb û pîvanên gerdûnî û bi binpêkirina hemû qanûnên xwe pergala îşkenceya taybet a Îmraliyê afirand. Di vê sîstemê de tu maf û qanûn tune. Bi tevahî di çarçoveya dijminatiya dewletê ya li kurdan û plana tasfiyeyê de Rêber Abdullah Ocalan bi tecrîda girankirî tê ragirtin. Ev 22 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê nastendin.

Hêrs û fikarên gelê kurd ên li ser tenduristî û ewlekariya Rêber Abdullah Ocalan zêde bûne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku tevî bêdengiya Konseya Ewropa, CPT, sazî û hêzên navneteweyî, ev tecrîd û pêkanînên xerab ên li Îmraliyê veguherand modelek ku li hemû girtîgehan û li ser civakê tê pêkanîn.

Bi milyonan kurdan qebûl kirine Abdullah Ocalan Rêberê wan e. Çawa ku Mandela bû mifteya diyalog û çareseriya bi rûmet a pirsgirêka Afrîkaya Başûr, Abdullah Ocalan jî mifteya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê ye. Ev tişt ji hêla dewletê bi xwe ve tê qebûlkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûnerê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê kurd e. Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, paradîgmaya ku pêş xistiye û îdeolojiya wî ya azadiya jinê li cîhanê belav bûye û bûye gerdûnî. Îro jin û gelên cîhanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” mafên xwe dixwazin. Sîstemek konfederal a demokratîk ava kir ku ne tenê Kurd, her wiha hemû pêkhateyên din ên etnîkî û olî yên li herêmê dijîn, dikarin bi awayekî azad tev li bibin.

Hem ji bo çareseriya doza kurdan û hem jî ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn û ji bo sekinandina şer divê Rêber Ocalan azad bibe û bikaribe vê rolê bilîze. Ji ber vê kampanyayên “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” tên lidarxistin û siyasetmedar, parêzer, rojnameger, akademîsyen û sendîkayên navdar ên cîhanê tê de cih digirin, însiyatîfên xwe ava dikin û van xebatan bi rê ve dibin.

Em bang li CPT, Konseya Ewropa û NY’ê dikin ku ji bo dawî li pergala îşkenceya Îmraliyê bînin û bi lezgînî heyetekê bişînin.

Em bang li hemû saziyên navneteweyî, sendîka, partî, aktîvîst, demokrasî û mafên mirovan dikin ku ji bo rakirina tecrîdê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî aktîf beşdarî xebatên me yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin.”

Çalakiyên 15’ê Sibatê

Di 6-11’ê Sibatê de bi pêşengiya enternasyonalîstan meşa dirêj a ji Cenevreyê heta Strasboûrgê bi

Cihê destpêkê: Place de Neuve

Saet: 09.30

Di 5-11 Sibatê de ciwanên Kurdistanê wê ji Heîlbronnê heta Strasboûrge bimeşin

Navnîşan: Heilbronn

Saeta destpêkirinê: 12:00

Li welat û eyaletan meşên dirêj ên ji bo 3 rojan

Almanya

FCDK- Kawa

Dîrok: 02.02.2023 (3 roj)

Navnîşan: Bockenheimer Warte, Frankfurt

Saet: 13:30

Fed-Med NRW

Dîrok: 03.02.2023 (2 roj)

Navnîşan: Marktplatz, Bonn

Saet: 12:00

Fed-Dem

Dîrok: 04.02.2023 (2 roj)

Cih: Kaufland Mettenhof Kiel,

Saet: 10:00

Hannover-Laatzen

Dîrok: 18.02.2023

Saet:10:00

Navnîşan: Leine-Center Laatzen (Erich-Panitz-Straße)

Hollanda

Dîrok: 4’ê Sibatê (2 roj)

Cih: Radarstraat, Den Haag

Saet: 1030

Danîmarka

Dîrok: ……

Cih: Pêşiya NCDK’a Herlevê

Saet: 10.00

Qibris

Dîrok: 15’ê Sibatê

Cih: Dali

Saet: 9.00

Belçîka

Dîrok. Ji 8 heta 9’ê Sibatê (2 roj)

Cih: Place Luxsembûrg (Pêşiya Parlementoya Ewropaye) Bruksel

Saet: 12:00-16:00

Awûstralya

5’ê Sibatê

Sydney

Li cihên herî qelebalix ên Sydneyê wê bi al û pankartên Rêber Ocalan ferîbot were gerandin.

Sydney

Mîtînga 11ê Sibatê

Cih: Town Hall, saet 2-4

12’ê sibatê

Sydney / Awustralya

Di navbera saet 2 û 5’an de wê konvoy bigere

11’ê Sibatê

Mîtînga Melbourne-Australya

Cih: Victoria State Libray

Saet: 2-3

11’ê Sibatê

Cih: Melbourne-Australya

Saet: 7-9, Semîner

15ê Sibatê

Li ber Parlementoya Eyaleta NSW bi beşdariya gelek parlementeran wê protesto û daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.

Fransa

Marsîlya

Dîrok: 10’ê Sibat 2022 (3 roj)

Cih: Pêşiya şaredariya Martig uesê

Saet: 10.00

Avûsturya

Viyana

Dîrok: 10.02.2023 (2 Roj)

Cih: Argentinierstr 14

Saet: 12

Swêd

Dîrok: 11-12’ê Sibatê

Stockholm

Fînlandiya

Helsinkî

Dîrok: 14-15’ê Sibatê (2 roj)

Yewnanistan

Dîrok: 14-15 Sibatê (2 roj)

Cih: Kampa Lavrio

Kanada

Toronto

Di 11’ê Sibatê de li navenda bajarê Torontoyê meş

Di 12’ê Sibatê de konvoy

Di 15’ê Sibatê de wê meş were lidarxistin

Îngilistan

Londra

Dîrok: 3’ê Sibatê 2023

Saet: 17.00

Navnîşan: Piccadilly Circus Station, W1), 9HS (Xeta Piccadilly)

MEŞÊN NAVENDÎ

Di 11’ê Sibatê de bi beşdariya Elmanya, Swîsre, Bakurê Fransa, Hollanda û Belçîkayê wê li Strasboûrgê; bi beşdariya Başûrê Fransayê li Marsîlyayê; li bajarên Swêd û Goteborgê, li Awûstûrya, Îtalya, Îngilistan, Yewnanistan, Qibris, Kanada, Awûstralya, Norwêc, Fînlandiya û Danîmarkayê jî wê meşên navendî bên lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar